Jinên Semsûrî: Aborî têk diçe lê hikûmet bêdeng e 2022-04-12 09:02:33     Sema Çaglak   SEMSÛR - Qeyarana aborî ku her diçe civakê dide zorê ji ber buhayê zêde êdî welatî nema dikiran pêdiviya xwe ya herî bingehîn a axurekê; nan jî bistînin. Jinên ku ji bo nanê sar ku hinekî jî buhayê wî kêm e bi saetan di dorê de dimînin gotin, " Hikûmet dibêje 'em pirsgirêkan  çareser dikin'.  Lê her ku diçe rewş xirabtir dibe û tu çareserî nayê kirin."   Ji be polîtîkayên çewt ên îqîtdara AKP-MHP’ê yên di warê aboriyê de her ku diçe qeyrana aborî bandora xwe zêdetir dike û bedela vê jî kesên xizan didin.  Welatî her roj bi bihayê ku zêde dibe çavê xwe li rojê vedikin. Desthîlatdar her çiqas ku dixwazin wekî qeyrana aborî tune tevbigerin jî dengê welatiyên ku êdî nema dikarin li ber bihayê zêde têkirin xwe ragirin û bertek nîşan didin vê tevgera hikûmetê vala derdixin.   Li gel zêdebûna bihayê her tiştî, piştî ku buhayê nan zêde bû li pêşiya firinên aîdê şaredariyê  jî welatî ji bo ku nanê sar û gramên wî kêm hinekî erzan bistînin dikevin dorê. Ji  van bajarên ku dor li ber firinên aîdkê şaredariyê zêde dibe yek jê jî Semsûr e.  Jinan diyar kirin ku ew 4 meh in her roj tên vê derê û ji bo ku heba nan bi 2 TL û nîva bistînin di dorê de dimînin.   ‘Di rojiyê de jî bi saetan di dorê de dimînin’   Yek ji wan jinan jî Kamîle Arslan a  51 salî ye ku ji ber xizaniyê bertek û hêrsa  wê ya li dijî hikûmetê zêdetir bûye. Kamîle, destnîşan kir ku heke qeyrana aborî  tune buya wê gel ne di vê rewşê de bûya û wiha axivî: “Em di meha Remezanê de ne. Kesên ku rojiyê digirin jî ji neçarî bi saetan li vir disekinin. Ev çi wîjdan e? Tu tiştek nayê sitandin her tişt gelek biha ye. Nanê difiroşin me jî bûha ye. Hevjînê min nexweş e û di nav nivînan de ye. Lawên min jî ji ber ku kar tune ye betal in. Ji ber ku kar tune ye di malbatê de herkes betal e. Li Tirkiyê kar jî qediya ye. Em nizanin wê pirsgirêk çawa çareser bibin. Ji ber ku tu kes destê xwe nade tiştekî. Rayedar dibêjin em ê rewşê çareser bikin lê heta niha tiştek nehatiye kirin. Herkes pêrîşan e. Cîranên me alîkariyê didin me.”   ‘Ji vê qeyranê herî zede jin bi bandor bûne’   Remziye Şirik jî bertek nîşanî polîtîkayên dewletê dan û bang kir ku divê ji rewşa gel re demildest çareseriyek were dîtin. Remziye, got: “ Ji vê qeyranê herî zede jin bi bandor bûne. Heke alîkarî neyê dayîn em nikarin ji vê rewşê rizgar bibin. Lê dewlet tu tiştî nake û welatî di healê wan de hiştine. Welatî jî ji neçarî nizanin çi bikin. Hevjînê min bi nexweşiya penceşêrê ye. Keçeke min jî astengdar e. Em ji mecbûrî mûçeyê wê yê astengdariyê bi kar tînin. Ji ber ku tu hatiniyeke em pê dera xwe bikin tune ye. Êdî bes e. Bila rewşa gel were dîtin.”