‘Em ê bi destê xwe Sûka Keda Jinan bixemilînin’ 2022-03-27 09:03:47   Rojda Aydin     ŞIRNEX - Jinên ku di Sûka Keda Jinan a Silopiyayê de esnaftiyê dikin da zanîn ku ev proje ji bo jinan pir watedar e û gotin: "Şaredariya Silopiyê bi xebatên wisa hêzê dide jinan. Em ê li vir piştevaniya jinan xurttir bikin."    Şaredariya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Sîlopiya Şirnexê piştî ku ji 31'ê Adara 2019'an de hat ser kar xebatên xwe yên ji bo îstihdamkirina jinan bê navber berdewam dike. Şaredarî heta niha ji bo jinan gelek proje xist meriyetê. Ev proje li gorî pêdiviyên jinan tê amadekirin. Projeyên ku ketin meriyetê yek jî di 17’ê Adarê de li kolana 63'yan a Taxa Yeşîltepeyê ya Silopiyê Sûka Keda Jinan e. Sûka ku hat vekirin de 12 dikan û cihê kafeyê heye.  Jinên ku li vê sûkê dixebitin ji ajansa me re axivîn.      'Gelek jin li vir dixebitin'    Reyhan Bayram (23), ji ber ku karekî bike tunebûye û li malê bûye, piştî Sûka  Keda Jinê hat vekirin ji xwe re dikana bi navê Kela Memê vekir û firatina berhemên organîk dike. Reyhan, wiha got: “Piştî ku min bihîst ku ev der dê vebe, ez fikirîm ku ew ê ji bo min pir baş be. Min jî xwest ji bo debara  malbata xwe li vir bixebitim. Malbata min jî 15 sal in hilberînên organîk difroşin. Min jî xwest vî karsaziyê bidomînin û ji ber vê yekê niha firotina hilberînên organîk dikim. Malbata min jî piştgiriyê da min. Gelek jin serî li vê sûkê dan. Niha gelek jin li vir karê xwe dikin. Heta niha em bi nêzikatiyeke ne baş re rûbirû neman. Jin, mêr û ciwan ferq nake hemû kes ji bo danûstandinê tên vir. Ev hilberînên organîk ên ku ez difiroşim li vê deştê têne çandin. Ji ber vê yekê min navê zozanê xwe li dikana xwe kir. Em dixwazin hemû jin bên li vir bixebitin.”   ‘Hemû xebatkar jin in’   Vûslat Canbeylî (30) ya ku bi eslê xwe ji Êlihê ye û 4 sal in li Silopiyê bi cih bûye. Li sûkê dikana dekorasyonê vekiriyê û hilberîna xemilandina texteyan dike. Vûsata ku berê di sektora taybet de xebitiye bi gelek zehmetetiyan re rûbirû maye. Vûslat, wiha nêrînê xwe anî ziman: "Her tim dixebitîm. Şert û mercên xebatê pir giran bûn û heqê min nedidan. Ji xeynî zehmetiyên di sektora taybet a ku ez lê dixebitîm, caran jî em bi mobbîngê re rûbirû diman. Ji ber vê sedemê min xwest ez êdî karê xwe bikim. Min dest bi karê dekorasyona hilberîna xemilandina texteyan kir. Min bihîst ku dê li Silopiyê cihekî wisa bê vekirin û min serî lê da. Piştî ku serlêdana min hat qebûlkirin, min li vir dest bi kar kir. Li vir 12 esnafên jin hene. Ev proje ji bo me jinan gelek baş û xweş bû. Ji ber vê yekê em spasiya şaredariyê dikin. Em difikirin ku roj bi roj hejmar esnafên jin li vir zêde bibe. Ji xebatkarên ewlehiyê heta kafeteryayê hemû jin in. Em dixwazin ji bo jinan zêdetir xebat bên kirin.”   ‘Em li vir di nav piştewaniyê de nin'    Çîgdem Ozel (28) ji Zanîngeha Erziromê Beşa Bazirganî û Lojîstîkê ya Navneteweyî mezûn bûye û demek kurt jî di beşa hesapgiriyê de xebitî ye. Çîgdemê wiha bal kişand ser xebata ku hatî kirin: "Jin çiqasî serketîbin jî her tim li paş tên hîştin. Min di çarçoveya beşa xwe de serî li gelek cihan da, lê serlêdana min nehat qebûlkirin. Dema min bihîst ku dê li Silopiyê Sûka Keda Jinan bê vekirin, ez gelekî kêfxweş bûm. Ji bo vê yekê wêrekiyek lazim e. Ji ber ku heta niha tu şaredariyek xebateke wiha nekiriye. Şaredariya Silopiyayê ev sûk ji bo me jinan li navenda sûkê ava kir. Ev ji bo me şansek mezin bû û min bi xwişka xwe Zozan re li vir dest bi kar kir. Jinên ku li vir dixebitin kêfxweş in. Em bi projeyê şaredariyê serbilind in. Ev proje hêzê dide hemû jinan. Em li vir bûn wek malbatek. Em bi jinên li vir re her tim di nava piştevaniyê de nin."   ‘Xebata bi jinan re hêzê dide min’   Yek ji dikandarên herî biçûk ên li sûkê dixebite Helbest Jiyan Kizil a 19 salî ye. Helbest, bi lêv kir ku ji ber hin sedeman dev ji dibistanê berdaye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema ku min bihîst ev cih vedibe ez gelek kêfxweş bûm. Ev proje ji bo jin li ser piyên xwe bisekinin hat çêkirin ev tişt serbilindiyek e. Ji bo jinan hêstek pir mezin e ku li ser piyên xwe disekinin û xebata li vir hêz da min. Em dixwazin şaredarî ji bo jinan tim projeyên bi vî rengî çêke. Em jin karê xwe bikin û em ê li ser piyê xwe bisekînin. Xebata bi jinan re hêzê dide min. Ji min re bûn wek malbatek.”   ‘Şaredarî bi xebatên xwe hêzê dide jinan'    Fatma Mete (29) li sûka nû kafeterya vekiriye û da zanîn ku ew bi vekirina vê cihê gelek kêfxweş bûye û got: “Jin ne li derve û ne jî li kafeteryayên rehet in. Ji ber vê ez fikirîm ku ji bo jinan cihek wisa vekim. Ji ber vê yekê jî ez niha li kafeyê dixebitim. Ez dixwazim jin di her qadê de rehet bin. Ne tenê ez hem û kes bi vê projeyê kêyfxweş in. Şaredarî bi xebatên xwe hêzê dide jinan. Hemû xebatkarên li vir jin in. Sûka keda jinê em ê bi destên xwe bixemilînin.”