Jinên bazarvan: Ev qad a me ye em mêran lê naxwazin 2022-03-17 09:02:03     Sema Çaglak    AMED - Jinên Bazara Taxê ya Jiyanê bertek nîşanê bicîhkirina mêran a li bazara ku ji bo wan hatiye veqetandin dan  û diyar kirin ku tê xwestin jinan ji bazarê û ji hemû qadên îstîhdamê dûr bixînin. Her wiha jinan destnîşan kirin ku heta daxwazên wan bên bicihanîn ew ê ji bo vê têbikoşin.   Şaredariya Bajarê Mezin a Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) di 2013’an de ji bo jinên şîdet li wan hatiye kirin û nikarin debara xwe bikin projeya Bazara Taxê ya Jiyanê vekir. Bi saya projeyê ji bo 258 jinan qada îstîhdamê hat avakirin. Bazara ku 9 sal e ji aliyê jinan ve tê birêvebirin, dem bi dem xwestin ku mêran lê bi cih bikin û di encama têkoşîna jinan de ev daxwaz hat paşvekişandin.Lê piştî Şaredariya Rezanê ya di destê HDP'ê de bi rêya tayînkirina qeyûm jê hat girtin, Huseyîn Beyoglu wekî qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin. Piştî vê, di civîna ku di bin serokatiya Huseyîn Beyoglu de pêk ha, biryar hat girtin ku 400 mêr jî li Bazara Taxê ya Jiyanê bên bicihkirin. Jinên li bazarê bertek nîşanî vê rewşê dan, gotin ku ew mêran li qada ji bo wan hatiye veqetandin naxwazin. Lê bichikirina mêran a ji aliyê şaredariyê ve li bazarê didomîne û li dijî vê jin jî têkoşîna xwe berdewam dikin.    ‘Em naxwazin mêr di bazarê de li gel me bi cîh bibin’   Jina bazarvan Guler Eker a ku 9 sal in li bazarê dixebite diyar kir ku li qadeke aîdê wan naxwazin mêr li gel wan bin  û got: “Ev 8 sal qediyan lê şerê me yê bi şaredariya Rezanê re neqediya. Her sal bi hincetek cuda bi ser me de tên. Ji mêran re soz didin û wan li bazara ku ji bo me hatiye veqetdandin bi cîh dikin. Bi vî awayî  me û mêran tînin hemberî hev. Ev bazar ji bo jinan hatibû çêkirin. Em carek din dibêjin em mêran li vê qadê naxwazin. Em ê li hemberî wan li ber xwe bidin û têbikoşin. Bila tu hevalên me yên jin vê rewşê qebûl nekin û bila mafê xwe biparêzin. Wê şerê me yê li dijî şaredariyê bi têkoşîna me bi ser bikeve. Heta ku belgeyek fermî ya ji bo ku mêr nekevin bazara me nedin em di cihê xwe de nasekinin. Ji bo  vê daxwaza xwe em ê biçin ber deriye şaredariyê ku heta mafê xwe bi dest bixin.”   ‘Dixwazin jinan ji bazarê dûr bixînin’   Muslume Keleçer ku ji avakirina bazara jiyanê ve dixebite destnîşan kir ku dixwazin jinan ji qadên aboriyê û îstîhdamê dûr bixînin û got: “Gava mêran li derdora me bic îh dikin em qet nikarin karê xwe bikin. Wan ji bajarên cûrbecûr tînin û ew jî li vir xebata me asteng dikin. Em vê qebûl nakin. Li bazarê newekhêviyek mezin heye. Ev bazar ji bo jinan veqetandibûn.  Niha ji me çi dixwazin. Bi vê nezikatiyê dixwazin bi demê re vî cihê ku ji jinan re hatiye veqetadndin ji destên wan bigirin û jinan ji bazarê dûr bixînin.”   ‘Em li pey daxwazên xwe ne’   Muruvet Demîr jî got ku heta daxwazên wan neyên bicîhanîn  wê li pey mafê xwe bibin û wiha pêde çû: “Ev 10 sal in ji bo ku mêr nekevin vê bazarê em têdikoşin û hê jî têkoşîna me berdewam e. Em li vê qada ku ji bo me hatiye veqetandin naxwazin mêr bixebitin. Şaredarî di vî warî de bersiveke erênî nade me û alîgiriya mêran dike.  Heke li vê bazarê cih bidin mêran wê jin nema karibin li vir bixebitin û wê vegerin malên xwe. Şaredarîya Rezanê jî ji bo vê dixebite û hewl dide ku jinan ji qadê dûr bike.  Em vê nehqiyê qebûl nakin û heta ku ji destê me bê em ê têkoşînê bidin çalakiyan li dar bixin.”   ‘Em ê nehêlin ku mêr qada me dagirin’   Reyhan Okuz jî wiha axivî: “Bazara me difiroşin û di bazarê de xiyanetê dikin. Mêr jî dixwazin li vir bixebitin, lê ji bo xebata wan gelek cîh heye, çima bi israr dixwazin li gel me bixebitin? Mêr dikarin li her deverê bixebitin. Em wan naxwazin û qebûl nakin.”