Di sektora turîzmê de binpêkirina kedê 2022-03-08 09:01:39   Melîke Aydin   ÎZMÎR - Yek ji qadên ku herî zêde keda jinê lê tê binpêkirin sektora turîzmê ye. Şerîfe Alpozer ya di rêveberiya Dev Turîzmê de cih digire diyar dike ku dîtbariya jinê dibe mijara bazarê û got piştî temenê 30’î şûnde jin nikarin di qadên bikaranîna hêza beden de cih bigirin.   Yek ji qadên ku herî zêde keda jinê lê tê binpêkirin sektora turîzmê ye. Jin bi saetên dirêj, bi heqdestên kêm û her wiha di şert û mercên ku tenduristiya mirovan dikin xetereyê de dixebitin. Her wiha li dijî tacîz û tecawizê jî bê parastin in.  Şerîfe Alpozel ya di rêveberiya Sendîka Karkerên Turîzmê ya Şoreşger (Dev Turîzm) ya girêdayê DÎSK’ê de ye,  diyar dike ku 26 sal e di sektora turîzmê de ye û der barê binpêkirina keda jinê ya di sektorê de axivî.   ‘Seknek rêxistinî ferz e’   Şerîfeyê bi lêv kir ku li kargeriyan nirxa kedê ne karker, patron diyar dikin û wiha vegot: “Tabana mûçeyê û tavana bihayan patron diyar dikin. Ji ber seknek rêxistinkirî tune ye, mirov neçar dimînin wê jiyanê bijin. Rêxistinên wek Sendîkaya Cihên Kêfî Lokante û Otelên Tirkiyeyê (OLEYÎS) û Sendîkaya Karkerên Cihên Bîhndanê Lokante Otel yên Tirkiyeyê (TOLEYÎS) hatine avakirin lê tu car sendîka nas nekirin, ji ber tunebûn. Li hinek otelên mezin hebûn. Lê ji parastina mafê karkeran wêdetir, pêşî li têkoşîna karkeran digirtin. Karkeran digotin qey hemû mafên xwe digirin lê pirtir didan patronan.”   Şerîfeyê balkişand ser sendîkayên karsazan yên di vê qadê de hene û wiha anî ziman: “Heta dema hun dest bi kar dikin, kaxiza sendîkayê tê ber we. Ev rêbaza nû ya patrona ye. Jiyanek sunî ya turîzm li mirovan ferz dike heye. Hem ji bo jin hem ji bo mêran.   ‘Dîtbariya jinê tê bazarkirin’   Şerîfeyê diyar kir ku gotina ‘di vê sektorê de jin zêdetir bi derfetin’ jî xapandine û wiha berdewam kir: “Belê kar tê dîtin lê bi keda erzan. Piştî temenê 30'î şûnde di qadên ku hêza beden tê bikaranîn de cihê we tune ye. Jinên hîn ciwantir tên girtin. Ger hun ne ciwanbin, divê hewldêriya we hebe. Karê didin we divê hun bi dîtbariya xwe bidin. Yanî jin carek din tên binpêkirin. Ger ku hun li qadên xwarin û vexwarinê bin  dîtbariya we tê bazarkirin. Her wiha li dijî kedê rêzdarî tune. Dema jin tên gotin dibêjin yên paqijyê dikin.”   Şerîfeyê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku keda jinê ya malê wek ked nayê dîtin û wiha dawî lê anî: “Ji bo jinan sendîka gelek girîngin. He rwiha ji bo sendikayan jî jin pir girînin. Ji bo sendîkayan jî lîdderên pêşeng pêwistin. Ev lîder em in. Jin ji mêran zêdetir xwedî rihê nûnertiyê ne. Ji ber vê jî wê peşngiya vê jin bikin.”