Li dijî xizaniya jinê têkoşîn: Koperatîfa jinên Dêrsîmê 2022-03-06 09:13:05     Melîke Aydin   ÎZMÎR - Kooperatîfa Jinên  Dêrsîmê keda bi dehan jinî dihewîne. Karmenda Koperatîfê Pinar Baş, da zanîn ku pirgirêka herî mezin a jinan xizanî ye û divê ji bo hilberînê de piştgiriyê bidin jinan.   Kooperatîfa Jinên  Dêrsîmê di 19’ê Adarê de li qada fuarê ya şaredariya Çîglî bi standa ava dikin wê damezrandina xwe îlan bikin. Karmend Pinar Baş a di destpêka pêvajiyê de cih girt pêvajo vegot û bal kişand ser betalî û xizanya jinan. Pinarê balkişand ser guherîna jinan a bi çêkirina xişir ya li Dêrsîmê û got koperatîf hemû navçeyên Dêrsîmê û heta Îzmîrê xwe pêş dixe.   Her tişt bi sîparîşek gulîskê dest pê kir   Pinar bi awayekî amator ji bo debara xwe ji kargeriyekê re xişir çêkiriye û firotiye û gulîskek wê ji aliyê xwediyê fîrmayê ve tê ecibandin û piştre jê dixwaze ku 10 hezarî jê re çêbikin. Pinar li ser vê diçe navçeya Pertek a Dêrsîmê û bi 10 jinan re dest bi kar dike. Pinar li navçeyê îlanê belav dike û dipê ku 60 jin serî lê bidin lê 200 jin serî lê didin. Ji ber vê jî pêvajoya kooperatîfbûnê wisa dest pê dike. Pinarê da zanîn ku serlêdana jinan xizaniya navçeyê jî derxistiye holê û  li ser vê zaroka xwe jî digire û diçe Pertekê bicih dibe.   Hewldana şexsî veguherî kooperatîfê   Pinarê daxuyakirin ku perwerda çêkirina xişir daye jinan û wiha vegot: “Ji ber aboriyê me ji têlên kabloyan derzî çêkirin û me berhem wisa hilberandin. Piştre bi modelên nû em ketin hewldana dîtina fîrmayên nû. Piştî pêvajoya du sal û nîvan şûnde me biryara xebateke di bin sîwana kolektîf de da. Min hevserokatiya komeleya Dêrsimiyan kir. Hevalên rêveberiyê jî alîkarî dan. Me biryar da em Kooperatîfa Jinên Dêrsîmî ya Îzmîrê ava bikin. Piştî salekê me kooperatîf ava kir.”   Pinarê balkişand ser betaliya jinan û got ji ber rolên civakî jin neçar dimînin li malê bimînin û bi saya vê xebatê ji bo aboriya xwe hilberîn kirin û wiha pê de çû: “Piştgiriya kar ne tenê aborî ye. Xwendekarek min heye hewcedariya wê ya aboarî tune ye. Dibêje ez naxwazim li malê runim. Jinê pirsgirêkên wan yên psîkolojîk hebûn vê pêvajoyê dermanên xwe kêm kirin.hinekan jî bi giştî berdan.”   ‘Li gelek deveran Navendên Perwerda Gel hene lê kar tune ye’   Pinarê bi lêv kir ku li Pertekê yek ji pirsgirêkên esas yên jinan xizanî ye û wiha vegot: “Li wir îstîhdama jinê tune ye. Gelek jinên wir ji Navendên Perwerda Gel sertîfîkayên çkirina xalîçe, sifir, çandinî û tekstîlê girtine. Lê kar tune ye. Niha em hewl didin bi 8-9 jinan re çente û şebqeyan çêbikin. Jin gelek serkeftî ne. 55 jin hene lê zanînên wan yên cuda hene.  Jinan xwe tenê hîs dikir. Lê bi vê xebatê bixwebaweriya wan zêde bû.”   ‘Divê li dijî xizaniyê proje bên pêşxistin’   Pinarê anî ziman ku xizanî û betalî li seranserê Dêrsîmê heye û divê  li dijî xizaniyê proje bên pêşxistin.Kooperatîfa me wê di 19’ê Adarê de li Qada Fuara Şaredariya Çîglî standa xwe ava bike. Vekirina xwe jî wê li wir îlan bike.”