Vuriyeya ku bi pêtina nanê sêlê debara xwe dike: Divê jin qîmetê bide xwe 2022-03-06 09:08:08     Sema Çaglak-Şîrîn Çinar   AMED - Vuriye Tekîn, ji bo debara xwe bike li Pîrana Amedê nanê sêlê dipêje û difroşe. Vuriyeyê ku 4 sal in vî karî dike wiha bang li jinan dike: "Zîhniyeta mêr li holê ye lê divê jin jî xwe bizane û qimetê bide xwe û bi her awayî têbikoşe."    Jinên ku di her qada jiyanê de cih digirin bandora xwe li vê qadê dikin. Ligel zor û zehmetiyên kar, li dijî feraseta mêr jî li ber xwe didin. Ji ber vê sedemê jin bi her awayî têdikoşe. Jinên ku bi her awayî têdikoşe hêz û baweriyê dide jinên derdora xwe jî. Yek jî wan Vuriye Tekîn e. Vuriye li Pîrana Amedê debara xwe bi pêtina nanê sêlê dike. 4 sal in vî karî dike. Vuriye ji ajansa me re behsa xwe kir.    ‘4 sal in nanê selê dipêjim'   Vuriye diyar kir ku ew bêrîya qeyûmê li parqa şaredariyê de xebitiye lê piştî ku qeyûm tayînî şaredariyê hatiye kirin ji wê dere derketiye û bi pereya ku ji xwe re kom kiribû pê dikana nanê sêlê vekiriye. Vuriye, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hevjînê min niha bêkar e û tene havînan kare mêşvaniyê dike. Her wiha lawên min jî bê kar in. Loma min jî xwest ez karekê bikim û bi vî awayî debara mala xwe bikim. 4 sal berê min biryar da ku ez nane sêlê bipêjim. Karê ku dikim mixabin zehmetiyê wê hene. Ango heke ez 2 mesrefê bikim qezanca min yek e. Ez bi vê kare tene dikarim debara xwe ya rojane bikim. Ne karekê ku ez pê pere berhev bikim.”   Bandora qeyrana aborî   Vuriye anî zîman ku di pêvajoya dawîn de karê wê zêde baş nameşe û wiha pêdê çû: “Min berê de zêdetir nanê sêlê difirot lê êdî ji ber qeyrana aborî zêde nikarim bifiroşim. Ji ber karê ku ez dikim ez zêde ceyranê didim şixulandin. Meha berê ceyrana min a ji bo nane sêlê 240 TL hat. Ez tene 10-15 roj hatibûm vê dere lê, ewqas ceyran zêde hat. Min ji vê tiştek fêm nekir.”   ‘Zîhniyeta zilaman li holê ye'    Vuriye di berdewamiya axaftina xwe de balê kişand li ser ked dayîna jinê û wiha got: “Ez sere sibehê zû şiyar dibim û dest bi kare xwe dikim. Ji karê xwe gelek hez dikim û keda ku didim, qezenca wê hestekê cuda dide mirovan. Gava ku karê xwe diqedînim diçim malê û çavên min li paş namîne. Gava ked ya bi destê te be, jin zêdetir dixwaze bixebite. Ji ber ku mirov wextê xwe dide û pê bi mijûl dibe. Zîhniyeta zilamê li holê ye. Bi çend gotinên xwe dikarin hemû keda jinê vala derxîn. Loma ez di vê aliyê de bi zilaman re gelek dikevim nîqaşan. Jinên ku serbixwe dixebitin xwe mînetê mêran nakin. Di nav civakê de hişmendiyek şaş heye ku tê gotin mêr ji jinê serdesttir e. Lê jin ewqas ked dide çawa mêr jê serdesttir dibe. Jin civakê diafirîne. Fikr û hişmendiya civakê jin diafirîne."   ‘Bila jin xwe nas bikin û qîmet bidin xwe’   Vuriye, di dawiya axaftina xwe de wiha li jinan bang kir: “Bangawaziya min ji jinan ew e ku bila jin pêşî xwe nas bikin û qîmeta xwe ya bizanibin. Jin gelek bi qîmet û hêja ye. Tu zindîwar ji jinekê qîmettir nîne. Ez ne bi şexsî dibêjim, bi gelemperî difikirim ku jin jiyanê diafirînê. Civakê re yê ku şikl dide jin e, yê ku perwerde dide jin e. Em hemû ji jinê re bi minnet in. Bila jin ew qîmeta xwe bizanibin û xwe mûxtacê tu kesan nekin. Bila jin nehêlin ku mêr hikmê xwe li ser wan bikin.”