‘Em êdî bi gram tişt digirin’ 2022-02-23 09:06:07   Gulîstan Dursun   STENBOL - Esnaf û welatiyên Kadikoyê diyar kirin ku ji ber zema tê kirin, nikarin debara xwe bikin û got: “Em kevir bipijirînin.” Guner Borazan wiha bertek nîşan da: “Em di ber marketan re derbas dibin ditirsin bikevin hundir. Êdî ne bi kîloyan em 250 gram digirin. Ez nikarim ji neviya xwe re çîkolata, pêlîstokekê bigirim.”   Ji ber krîza aborî ya her diçe girandibe, welatî her diçin xizand dibin. Esnaf nikarin debara xwe bikin, welatî nikarin tu tiştekî bigirin. Welatiyên li dijî zeman banga îstîfayê li hikûmetê dikin, bersiva xwe nagirin. Esnaf û welatiyên Kadikoyê der barê krîza aborî û fatureyên zêde tên de axivîn û diyar kirin ku hikûmet nikare welat bi rêve bibe û divê îstîfa bike.   ‘Esnaf qediyan, têk çûn’   Esnafa 35 salan Ayten Ceylan daxuyakirin ku aborî têk çûye, esnafî qedyaye û wiha dirêjî dayê: “Rewşa me qet nebaşe. Esnaf di zor û zehmetiyek mezin de ne. Kîloya xiyar 25 TL, ya firingiyan 19 TL ye. Ev jî te wateya girtina kepengan. Em dukanê bigirin em ê çi bikin. Em bi mûçeyên teqawîtê çawa debarê bikin. Em ewqa difikirin em ê hişê xwe winda bikin. Ji ber zemê berhemên me jî biha bûne. Gelo wê gel çi bixwe. Muşteyên min yên her dayîm hebûn. Lê êdî ew jî nayên.”   Fatura hezar û 200 derket 4 hezarî   Aytenê wiha balkişand ser fatureyan: “Li malê cuda li dukanê cuda fatureyên ceyranê hatin. Fatura ku mehê hezar û 200 hezar û 500 dihat vê mehê 4 hezar û 3 hezar û 700 hat. Em her tiştî sînor dikin lê heta ku derê. Hikûmet bêhestiyar tevdigere. Çavên xwe girtiye. Qurfên xwe bi mirovan dikin. Ceyran hewcedariya sereke ya mirovane. Divê di vê mijarê de bi hestiyar tevbigerin. Fatureya ceyranê bûye mûçeyek. Bila êdî çareseriyek bê dîtin. Ev pirsgirêk bi rêveberiyek xurt wê çareser bibe.”   ‘Em nikarin biçin marketan’   Guner Borozan ya teqawît jî bertekên xwe wiha anî ziman: “Fatura min ya ceyranê ya 80 lîra vê carê 185 hat. Ya gazê 200 lîra bû 500 hat. Ji sedî 200 zem bû. Êdî jiyan ne pêkane. Ji ber em teqawîtin. Em newêrin biçin marketan. Her tişt biha bûye. Wisa nabe. Em êdî bi gram tişt digirin. Ne pêkane em bi kîlo bigirin.”   Her kes betale   Halîse Altun ya li lokanteyekê garsoniyê dike jî dsetnîşan kir ku ji ber zema hatiye kirin her kes mexdur bûye û wiha pê de çû: “Bi mûçeyê asgarî debare pir zehmet bûye. Berê ez li dersxanê dixebitîm. Lê ji ber pandemiyê betal mam. 5 meh şûnde min kar dît. Xwişk û birayê min ev du sal in betal in. Ez tenê dixebitim. Ji ber vê em pirsgirêka dijîn. Fatura gazê hezar û 500 TL hat. Me îtîraz kir got ‘şaşî heye’. Bila welatî îtîraz bikin. Divê her kes bibin yek û dengê xwe bilind bikin. Desthilatdariyê heta niha ji bo krîzê tu tiştek nekir. Divê demildest îstîfa bike.”   Bi gram tişt digire   Mamosteya teqawît Begum Tanriverdî bi lêv kir ku ji ber zemê nikarin tu tiştekî bigirin û wiha daxuyand: “Em bi kîlo nikarin tiştekî bigirin. Em 250, 750 gram digirin. Em nikarin goşt, masî û xurek bigirin. Fatureyan qet nabêjim. Em bi mûçeyên teqawît bi zor debarê dikin. Gel perîşane. Karker perîşane. Em nizanin çi bikin. Ev aborî wê çawa sererast bibe.”   Mûçeyê asgarî têr nake   Kedkara malê Solmaz Arslan jî wiha bi lêv kir: “Hevjînê min mûçeyê asgarî digire. Du zarok diçin dibistanê. Bebeka min du salî ye. Ez şîr digirim, bez digirim. Hezar û 500 lîraye. Em bêzar bûne. Her tişt bihaye. Fature pir zêde bûne. Sê zarok, kirê. Rewşa me qet nebaşe.”   ‘Em kevir bipijirînin’   Yeşîm Aynaci jî bi gotinên rewş qet nebaşe, aborî nemaye axaftina xwe domand: “Fatureya meha borî 400 hat vê mehê bû 800. Wê kî bide? Em dixebitin lê em deyndarê bakal, dermanxane û marketane. Xaniyê me kirê ye. Divê ev zem bên rakirn. Ma em kevir bipijirînin.”