‘Divê dest ji polîtîkayên şer bên berdan’ 2022-02-22 09:03:19   AMED - Sekretera Şaxa Hejmar 2 a Amedê ya DÎSK’ê Hanîfe Kardaş diyar kir ku desthilatdarî ji krîz û xizaniyê berpirse û li şûna ji şer re butçeyê veqetîne, bila alîkariya gel bike, pirsgirêkan çareser bike.   Li gotî Sazaiya Îstatîstîka Tirkiyeyê (TUÎK)  di 2021’ê de rêjeya betaliyê ji sedî 22,1 hat dayîn û hejmara betaliyê 39 hezar zêde bûye û wek 3 mîlyon û 777 hezar hatiye vegotin.  Rêjeya betaliya nifûsa ciwan jî li gorî meha beriya vê 1.7 puan zêde bûye û bûye ji sedî 22,3.   Sekretera Şaxa Hejmar 2 a Amedê ya DÎSK’ê Hanîfe Kardaş  der barê mijarê de nirxandin kir û got ji xizanî û betaliyê desthilatdarî berpirse. Hanîfeyê da zanîn ku bi krîzê re Tirkiye têk çûye, betalî jî ji ber neçareseriya pirsgirêkan, pêk tê û got: “Esnaf û saziyên kar ji ber vê nikarin mûçeyên karkeran bidin. Gelek kargeriyan ji ber vê dukan girtin. Gelekan îflas kir an jî bi îflasê re hatin rû hev. Gelek karker ji kêmbûna mûçe îstîfa kirin.”   ‘Mûçeyên karkeran dikeve bêrîka patronan’   Hanîfeyê bi lêv kir ku ji ber pirsgirêkê aborî gel ji sedî 50 betal maye û wiha destnîşan kir: “Mezunên zanîngehê kar nabînin. Xwendekar li kolanan digerin. Nikarin li cihekî ku mûçeyê wan kêmin jî bixebitin.  Ji ser Îşkurê hinek sazî xebatkaran digirn. Yên li ser Îşkurê dixebitin jî nîvê mûçeyê wan dikeve bêrîka patronan.”   ‘Gel dizane Tirkiye di çi rewşê de ye’   Hanîfeyê  anî ziman ku desthilatdarî hîna jî krîza aborî red dike û got her çiqas ew red bikin jî tenê xwe dixapînin û gel dizane ku Tirkiye di çi rewşê de ye. Hafîfeyê wiha bi lêv kir: “Yên dibêjin krîz tune divê bê bizanin. Bila rojekê biçin market û bazaran û bibînin ka krîz heye an na. Bi krîzê re Tirkiye her diçe xizan bûye. Krîzê bandor li ser her qada jiyanê kiriye. Welat hatiye astek wisa ku zarokên 13 salî jî krîzê nîqaş dikin. Malbatên betal zarokên xwe li kolanan didin xebitandin. Zarok li kolanan destmalan difroşin. Welatî li welatê xwe ketina asta parsekan. Ji ber betaliyê welatî neçar dimînin welat terk bikin. Ji ber xizaniyê welatî dikevin asta penaberiyê. Ji ber birçîbûn û xizaniyê welatî êdî diqîrin.”   ‘Divê dest ji polîtîka şer berdin’   Hanîfeyê dawiya axaftina xwe de ev bang kir: “Divê desthilatdarî demildest dest ji polîtîkayên şer berde. Divê pirsgirêk demildest bên çareserkirin. Divê derfetên kar bên afirandin. Belkî ev hinek xizaniyê ji holê rabike. Ev welat bi rastî van tiştan heq nake.  Ji bo çareserkirina pirsgrêkan divê dest ji polîtîkayên şer bên berdan.”