Gel nikarin debara xwe bikin: Em bi kedxwariyek mezin re rûbirû ne 2022-02-17 09:06:27     Sema Çaglak-Şirin Çinar    AMED - Welatiyên ku ji ber bihabûnê û bi taybet jî ji ber fatureyên bihayên wan zêde bi bertek in diyar kirin ku êdî dolabên wan vala ne û gotin: “Hemû welatî bi kedxwariyek mezin re rûbirû ne û bindestî li me tê ferzkirin.”   Qeyrana aborî roj bi roj dibe sedema bertek û nerazîbûnan. Welatî ji ber qeyrana aborî di nav kaosek mezin de nin. Bi taybetî jî piştî zêdebûna bihayê fatureyên ceryan û gazê welatî daketin qadan û bihayê hat zêdekirin protesto kirin. Mûçeyê ku welatî distînin li hemberê fatureyan roj bi roj kêm dibe. Piştî ku mûçeyê herî kêm aşkere kirin û bihayê dovîz kêm kirin, beravajî rewş bê dirustkirin welatî bihayê zêde ê faturyena re rûbirû man.   ‘Ji payîzê û virde dolaba me vala ye’   Fahrîye Çûkur jî yek ji wan jinan e ku ji ber qeyrana aboriyê nikare debara xwe ya rojane bike. Fahrîye li taxa Fîskayayê ya Yenîşehîra Amedê rûdinê û wiha li heberî bihayê ku tê zêdekirin bertek nîşan da: “Ji demsala payîzê virde dolaba me vala ye. Her roj em bi bihayê ku tê zêdekirin çavên xwe vedikin. 2 sal berê me bi 20 TL dikarîbû bazara xwe bikira û pêdiviyên xwe yên ji bo sebze û mêwe bianîya cîh. Lê belê niha bi 200 TL jî dolab tijî nabe. Lê dibe ku ew bihayê hertiştî  hîn zêdetir jî bibe. Ez her sibêhe radibim û dikevim xema ku ez ê ji bo taştê çi amade bikim.  Ez tenekeyek rûn distînim, hewil didim ku ji bo 4 mehan têrî bike. Lê niha nikarim tenekeyek rûn bikirim. Hevjînê min mûçeyek kêm distîne û têra me nake. Em bi mûçeyek çawa dikarin hem danûstandinên xwe bikin hem fatureyên xwe bidin hem jî kirêya mala xwe bidin. Ne tenê ez, hemû kes di vê rewşê de ye û perîşan e.”   ‘Em êdî ji ber bihabûnê nema dikarin îdare bikin’   Fahrîye diyar kir ku ew nikarin pêdiviyên xwe yên ji bo zarokan jî bînin bcîh û bang kir ku divê bihayê tê zêdekirin bê rawestandin. Fahrîye, got: “Hin rojan ji ber ku em nikarin ji bo xwarinê ji xwe re tiştekî bikrin em digirîn. Berê me dikaribû 5 kîlo mêwe bistenda niha em nikarin kîloyekê jî bikirin. Em êdî nizanin çi bikirin. Zevîyên cîranên me hene û lazut diçînin. Lê belê îsal ji ber ku nikaribûn lêçûna wan bikira lazûtê wan pûç hat. Em êdî nema dikarin debara xwe bikin.”   ‘Êdî bes e’   Fahrîye piştî gilî û gazincan dolaba xwe ya  xwarinê vekir û wiha nerazîbûnên xwe anî ziman: “Êdî dolabên me vala ne. Qeyrana aborî ji valabûna dolaban diyar dibe. Em ji vê rewşê hem xemgîn û hem jî bi hêrs in û êdî ji vê rewşa pêrîşantiyê re dibêjin bes.”   ‘Deyên ku ji bo fatureyê hatiye qasî mûçeyê me ye’   Ozlem Maral jî 20 sal in esnaftiyê dike û ji ber zêdebûna bihayê fatureyan bi bertek e. Dikana Ozlemê ya kuafortiyê heye û li gorî mehên berê faturaya dikanê ya ceryanê du qatên xwe bihatir hatiye. Ozlemê got: “Her meh nêzî 800 an jî hezarek fature dihat lê belê vê mehê 2 hezar û 306 TL fature hat. Dibe ku meha pêşiya me jî ew pere bigihêje 5 hezar TL. Gava mûşterî werin ez nikarim ji wan re bêjim “ez nikarim porê te ziwa bikim” ku ji ceyranê tasarruf bkim. Jixwe rewşa esnafan jî tê zanîn û hemû perîşan in. Ji ber bihayê zêde bi qasî ku ji destê me hat me tasarruf kir. Ango me avê pir kêm bi kar anî, ceyran jî tenê ji bo kar bi kar anî û ji xeynî wê ji bo ku em xwe germ bikin sobeya ceyranê jî  me venekir. Wan fatureyên bihayên wan zêde esnafên biçûk gelek xist zorê. Pereyên ku ji bo fatureyê hatiye bi qasî mûçeyê me ye.”   ‘Tenê êvaran li mal im lê 400 TL fature hatiye’   Ozlem, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Heke ez vê fatureyê bidim pêdiviyên xwe çawa bi cîh bînim. Ez her roj têm dikanê loma tenê êvaran li mal dimînim lê fatureya malê jî ya ceyranê 400 TL hatiye.  Her wiha 150 TL ji bo av, 150 TL jî ji bo gazê hatiye. Em niha tenê dixebitin û fature didin. Bi awayekî durîst em nikarin xwarinê jî biwixin. Du heb zarokên min hene ku diçin dibistanê, ji aliyek din hewil didim pêdiviyên wan jî bînim cih. Jixwe mala min jî kirê ye û hezarek jî kirêya malê hatiye. Heke ez wan hemû fatureyan berhev bikim jixwe pereyê ku bi dest dixim bi tu awayî têrî wan nake. Hemû welatî bi kedxwariyek mezin re rûbirû ne. Bindestî li me tê ferzkirin.”