'Qeyrana aboriyê veguheriye qeyrana civakî' 2022-02-05 09:03:34   Medya Uren   AMED - Li ser her dezgehên bazarê yên nîqaşên qeyrana aboriyê lê tê kirin bertekek li dijî buhabûna zêde heye. Yek ji kesên bertekê nîşanî qeyrana aboriyê dide û dibêje dema em diçin bazarê bêyî ku em tiştekî bikirin pereyê di destên me de bi dawî dibe kedkara malê Remzîye Bilir e. Remziyeya ku em bi wê re çûn bazarê tîne ziman ew bi 300 lîrayê tirkî çûye bazarê lê bêyî ku pere pê re bimîne vegeriyaye malê.    Li Tirkiyeyê qeyran her ku diçe zêde dibe û vedigere qeyranên mezin ên civakî. Îqtidara ku hebûna qeyrana aborîyê qebûl nake, nake mijara nîqaşê jî. Lê li bazarên ku gel diçin jê pêdiviyên xwe digirin her nîqaş û bertekên li ser qeyrana aboriyê di rojevê de ye. Tê zanîn li bazaran xurekên bi bihayê kêmtirîn tên firotin û holên bazaran jî veguherîne hola nîqaşa qeyranê. Ji bo em rewşa welatiyan û berteka wan hîn bibin em bi kedkara malê Remzîye Bîlîr a li navçeya Rezana Amedê dijî re diçin bazarê.   Remziye xwe amade dike û em diçin bazarê. Ew di rê de bi me re diaxive û dibêje berê ew bi torbeyên mezin ên bazarê diçûn dan û sitendinê lê niha tûrikên wan vala ne.    Li ser her dezgehê nîqaşa bihabûnê   Ji saetên serê sibehê heta êvarî her cure mirov li bazarê kom dibin û di saetên dereng de jî gelek jin ji bo xurekên şûnde mane tên bazarê û distînin. Ji ber qeyrana aboriyê yên ku di saetên dereng de tên her ku diçe zêde dibe. Ev weke pêşbirkek girtina xurekên erzan didome. Ber bi êvarî ve girseyek mezin a mirovan li bazarê pêk tê. Lewra her çiqas girse li gorî berê gelektir be jî nayê wê wateyê ku kirîn û firotinek baş heye. Berovajî vê xizaniya di nava gel de zêde bûye.   'Kes xwe sûcdar û berpirsiyar nabîne'   Li ser her dezgeha xurekan nîqaşên qeyrana aborî û bihabûna xurekan heye. Ne yê dikire kêfxweş e ne jî yê difiroşe. Welatî ji bo pêwîstiyên xwe bikaribin bistînin tên bazaran lê ji bazaran jî vala vedigerin. Ev jî rengê qeyranê nîşan dide. Remziyeyê ji bazara her carê jê dan û stendinê dike, bihayê xurekan dipirse û ji ber bihabûnê jî bêyî ku bistîne derbasî dezgehek din dibe, heta ku yê herî erzan dibîne. Remziyeya ku ji bo girtina xurekan dikeve nava bazareke qeyîm giliyê xwe li bazarvan dike û bazarvan jî dibêjin:"Sûcdar ne em in, em jî êdî destvala diçin malê. Em jî mafdar in û hûn jî mafdar in lê pirsgirêk jî ew e ku kes ji rewşa heyî xwe sûcdar û berpirsyar nabîne."   'Em hewil didin xurekan erzantir bidin'   Gelek bazarvan ji bo giliyên xwe bikin dixwazin biaxivin û gelek jê ji bo ku dizanin gotina 'qeyrana aboriyê' wê li karê îqtidarê neyê û bi tirsa ku wê di derbarê wan de doz were vekirin jî naaxivin. Bazarvanek ji me re dibêje hinek market xurekan gelekî biha didin lê belê li dijî vana em hewil didin erzantir bidin û li ba gel bin.    'Em nikarin zikê xwe jî têr bikin'   Remziyeyê jî pêwîstiyên xwe yên girîng, hindik, hindik distîne. Em ber bi malê ve diçin. Li malê Remziyeyê ji me re van gotinan parve dike: "Min 300 lîrayê tirkî bir bazarê û qurişek jî li gel min nema. Weke we jî şopand min pêwîstiyên xwe kêm kêm stendin, ji ber ku her tişt biha bûye. Ma bihayê kîloya îsot çawa dibe 20 lîra. Em nikarin zikê xwe jî têr bikin."   'Qeyrana aboriyê veguheriye qeyrana civakî'   Remziyeyê 20 salan karê xeyatiyê dikir, lê ji ber qeyrana aboriyê ew neçar ma firoştgeha xwe bigire. Remziyeyê derbarê mezinbûna qeyranê de van bertekan nîşan dide: "Karên me jî ji destên me derketin. Min zarokên xwe bi wê zehmetiyê mezin kir û min da xwendin. Yên ku xwendine jî bê kar in û neçar man ji vir herin. Du zarokên min li gel min in, herdu jî bê kar in. Wijdan nema ye. Hindik maye ku em întîxar bikin. Qeyrana aboriyê veguheriye qeyrana civakî. Derûniya me hemûyan xira bûye. Tenê fikara me bûye qeyrana aboriyê. Em ê bikaribin sibeha xwe çawa derbas bikin?"   'Divê em dengê xwe li dijî vê zilmê bilind bikin'   Remziyeyê dibêje berpirsyar kî bin bila çareseriyê jî pêş bixin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em berpirsyaran nas dikin. Lê em nizanin îqtidar dengê gel dibihîse yan bi zanebûn xwe ker dike. Rewşek ji vê xirabtir tune ye. Em nikarin nan bînin malê. Divê tirsa me jî nebe û divê em dengê xwe li dijî vê zilmê bilind bikin. Em tên bişaftin û tên tunekirin."