Keda 15 salan: Ez bigirim ez nikarim bijîm 2022-02-02 09:04:38   WAN - Ji ber biha û zema tê kirin hêz ji holê rabû û yek ji sektorên pir di zorê de ye dirûnvan in. Dirûnvan Behîce Bektaş  tevî nêrîna zayendperest bi hêviyek mezin 15 sal in karê xwe dike û ji bo dukana xwe jî îfadeyên wekî ‘ez bigirim nikarim bijîm’ bi kar anî.   Li Tirkiyeyê ji ber krîza aborî ya her diçe giran dibe hêza girtinê ket û ji ber vê welatî mexdûriyetek mezin djîn û hewcedarê pariyek nan mane. Bi hezaran sektorên ku nikarin êdî xwe bidomînin yek jê dirûnvanî ye. Ji ta, derzî û qumaş bigirin heta gelek tiştên din êdî dirûnvan nikarin xwe li ser piyan bihêlin.   ‘Çar meh in ez lêçûnan ji bêrîka xwe didim’   Jina bi navê Behîce Bektaş a li Pasaja Japon a navçeya Îpekyolu ya Wanê 15 sal in dirûnvaniya lihêf, pîko, kirlent, betanî dike diyar kir ku ev 4 sal in kara wê qet tune û hatiye asta ku dikana xwe bigire. Behîceyê daxuyakirin ku li krîzê şertên zivistanê jî zêde bûne û ev çar meh in yek karek negirtiye. Behîceyê ev tişt anî ziman: “Ez bi giranî cihêz çêdikim û ev jî girêdayê sezonê ye. Ji ber vê kara min tune.  Piranî havînan ji ber dawet hene ez sîparîşên cihêzan digirim. Lê bi zivistanê re karê me sekiniye. Ev 4 meh in ez lêçûnên wek kirê, fatureyan ji bêrîka xwe didim.”   Qumaş du kat biha bûn   Behîceyê destnîşan kir ku mehek berê qumaş girtiya lê niha buhayê wê du qat zêde bûye û da zanîn ku pîke bi 900 TL çêdikir niha bi hezar û 800, hezar û 700 çêdike. Behîceyê got bihayê qumaş 25 TL bû niha bûye 45, 50, 60 TL û pîke jî bi 180 TL digire. Behîceyê wiha dirêjî dayê: “Çar sal berê jî zivistanê kar tunebû lê qe nebû ji bêrîka me tiştek nediçû. Niha em kirê jî ji bêrîka xwe didin. Em hatine asta ku nikarin tiştekî bikin.   Kes nikare tiştekî bigire   Behîceyê di berdewamiyê de wiha vegot: “Çend deqe berê muşterî hat ji bo pîko. Lê biha gelek zede bû. Kare ku anî ji min re 15 rojên min digire. Qumaşê bihayê wê herî kêm 45 TL ye. Min hezar û 250 TL fiyat dayê. Lê dîsa jî jê re zêde hat. Ew jî mafdar e. Lê ez jî nikarim tiştekî bikim. Dema min gelek zêde digire. Ji sîparîşek wisa 250 TL kar dimîne. Ev vî 250 li du hefteyan veqetînim rojane dike 17 TL. Yanî hewcdariya nanê min yê rojekê ye. Lê welatî jî mafdar in. Pirsgirêka debarê pir giran e.”   ‘Tevî dolar ket biha neketin’   Behîceyê bal kişand ser zêdebûna biha û got bi dolar re hemû tişt biha bûye lê tevî ku piştre dolar ketiye jî biha neketine û wiha daxuyand: “Ji ber ji ser dolar mal hat girtin. Tiştên hatin girtin jî piştî dolar ket, nikaribû bihayê wê bixistina ji ber wê zirar bikirana. Wan rojan min li toptanan nîqaş kir. Lê ew jî mafdar in. Wan gotin dema biha bû berhem girtine û nihare bi bihayekî nû bifroşin min.”   Behîceyê bal kişand ser pirsgirêka aboriyê ya dijî û got ji bo kirêya dukan û fatureyan ji ser hezar TL’yî dide û ev tişt anî ziman: “Ez ji bo xaniyê xwe hezar û 500 TL didim. Zarokê min diçe dibistanê. Yek diçe fêrgehê. Lêçûna malê digihêje 5 hezarî. Ez ji vir karê nakim. Wisa biçe ez ê dikanê bigirim û li tekstîlê bixebitim.”   Bi hêviyek mezin vekir   Behîceyê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku 15 sal berê bi hêviyek mezin dikana xwe vekiriye û wiha dawî lê anî: “Wisa biçe ez ê bigirim. Piştî dikanê bigirim ez ê nikaribim zarokên xwe bidim xwendin. Ez dikanê bigirim nikarim bijîm. Ji bo ev biha baş bibin divê qadek jiyanê bê afirandin. Ez naxwazim dikana xwe bigirim. Min bi derfetên zehmet ev der vekir. 15 sal in ez hewl didim li ser piyan bigirim.”