Hilbêrîn û keda jinê divê biçûk neyê dîtin, asoya jinê berfireh e 2022-01-27 09:04:11         Sema Çaglak     MÊRDÎN - Merve Tekîn a li navçeya Şemrax a girêdayî Mêrdînê ye, bermahiyan vediguherîne alavên dekoratîf. Merve, wiha dibêje: “Hilbêrîn û keda jinê divê biçûk neyê dîtin, asoya jinê pir berfireh e.”   Jin hertim ji aliyê hilbêrîn û afrîneriyê de bûne pêşengên civkê û hê jî ew peşengtiyê xwe berdewam dikin. Yek ji van jinan jî Merve Tekîn a 30 salî ye. Merve li navçeya Şemrax a Mêrdînê ye. Merve bermahiyên alavên ku êdî dema wan qediyaye û nayên bikaranîn alavên dekoratif çêdike.    Merve daxuyand ku 7 sal berê li Şemraxê bi cîh bûye û li wir herdem ji bo karekî di nava lêgerînê de bûye Merve, diyar kir ku piştî kar nedîtiye,  li mala xwe dema xwe bi afrîneriyê derbas kiriye û ji bo ku bi ser keve gelek ked daye.  Merve, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî ku zewicîm hatim li Şemrexê bi cih bûm. Min di destpêkê de gelek zahmetî kişand. Lê mirov di hundirê malê de jî dixwaze bi cûrbecûr şêwazan wextê derbas bike. Min di serî de xwest ku di karekî daîmî yê demdirêj de bixebitim. Lê mixabin min nedît. Min jî hewil da li hundirê malê ji xwe re alternatîfan biafirînim. Ji ber ku di xwezaya jinê de sekin tune ye. Hertim bi karekê re bi mijûl in. Ez karê dekorasyonê ji xuşka xwe hîn bûm ji ber ku berê wê ev kar dikir û xuşka min alavên dekoratîf gelek baş hildiberîne. Min jî xwest li vî bajarê ku ez nas nakim dema xwe tijî derbas bikim û min dest bi hilberîna alavên dekoratîf kir. Kesên ku berhemên min dibînin kêfxwe dibin û şîroveyên xwe ji bo min dikin. Heriwiha karê ku dikim bandorê li ser derdora min jî dike.”   'Ev kar hem ji bo min wekî hobî ye û hem jî xweza tê parastin'   Merve di berdewamiya axaftina xwe de ji bo berhemên ku çêdike, çend mînak dan û got: “Li malê alavên ku êdî nayên bikaranîn û an jî ji bo bikaranînê bi sînor in vediguherînim alavên dekoratif. Ji ber ku naxwazim alavan  biavêjim û zerarê bidim xwezayê. Her wiha tişta ku ez dikim di heman deme de ji bo min wek hobi ye. Minak; min li qûtiyên pêlavê pantlonên ku me bikar nedianîn pêçan û qutî estetîktir kir ku bi awayekî din bê bikaranîn. Her wiha şûşeyên ped ku li her derê zêdetir tên xuyakirin hene. Ez bi taybet wan şûşeyên ped bi kar tînim di berhemên ku çêdikim de. Şûşeyekê ped bi pêçandina kincan dorpêç dikim û piştî karê dirûtin û nexşê qediya, wê wekî qutî ji bo ku  hin alav û malzemeyên xwe tê de bi cîh bikim bi kar  tînim.”   ‘Bi nexş û dirûna dikim dekoreke din didim mala xwe'    Merve, bilêv kir ku ji dekora nexş kirî hez dike û tim li cihên dirûtinê jî digere. Merve, wiha pêde çû: “Her wiha ez li terziyan jî gelek digerim. Ji ber ku li cem terziyan jî gelek qumaşên bêkêr hene û tên avêtin. Ez jî wan qumaşan ji xwe re digirim ku nebin gelaş. Ez wan qumaşan jî bi rêya dirûtin û nexşkirinê  dikim aksesuarên cûr bi cûr. Wekî minak  ez wan pîneyên ji qumaşên reng bi reng bi heve dirirûm  û ji wan balîf û berikên biçûk çêdikim. Her wiha min vazoyek jî bi nexşan xemiland û di salona min de cihekê xweş digire. Ango ez bi piranî alavên ku malê dixemilînin çêdikim.”   ‘Gelek jinên bi vê xebatê debara xwe dikin'    Merve destnîşan kir ku gelek jinên ku bi van hewldanan debara xwe dikin hene û got ew hem jiyana xwe rengîn dikin û hem jî bi vê hewldana xwe xwezayê diparêzin. Merveyê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Her wiha bi vî awayî ez hilberîna berheman berdewam dikim  û hin caran bi van berheman ez aboriya mala xwe jî pêş dixim û tesarûf dikim.  Ji ber ku di pêvajoya niha de ji ber qeyrana aborî gelek tişt êdî nayên kirin û gelek biha ne.  Her wiha ez dixwazim vê rêbazê hînî zarokên xwe jî bikim. Dixwazim ku ji wan re bibêjim israf ne baş e û hilberîn tiştekî baş e.  Ji alavên heyî ku êdî bûne bermahî  meriv dikare cûrbecûr alavan biafrîne. Ji ber ku karê dikim zarokên min jî dibînin bandorê li wan jî dike û bala wan dikişîne.”   ‘Em di karin hemû qadan bi nexşên xwe bixemilînin’   Merve, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku divê hilbêrîn û keda jinê  neyê biçûkxistin, asoya jinê pir berfireh e. Merve wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ez ji jinan re jî pêşniyar dikim, ew jî di hundirê mala xwe de dikarin wan karan  bikin. Hem ji bo hobiye hem jî dikarin wê ji bo xwe veguherînin derfeteke aborî ku pê debara xwe bikin. Herî dawî jî dixwazim ji hevalên jin re wiha bejim. Her alava ku dema bikaranîna wê qediya be jî dikar e bi afrîneriyê tiştekî nû jê bê hilberandin. Min gelek dîtiye ku jinan bi vê rêbazê debar xwe kiriye û li ser piyan sekinîne. Em jî bi hilbêrin û keda xwe dikarin destê xwe bidin her qadê û bi nexşên xwe veguherînin qaeke xwestir.”