HDK wê li Îzmîrê ji gel re sedemên xizaniyê vebêje 2022-01-21 09:07:00   ÎZMÎR - Meclîsa HDK’ê ya Îzmîrê bi dirûşma ‘Xizanî ne qedera gelên Tirkiyeyê ye’ kampanya da destpêkirin û wê bi kampanyayê jî sedemên esas ên xizaniyê dê vebêje.   Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ya Îzmîrê bi dirûşma ‘Xizanî ne qedera gelên Tirkiyeyê ye’ kampanya da destpêkirin. Bi kampanyayê tê hedefkirin ku li dijî zem, betalî, şer, krîza aborî û xizaniyê serhildana ‘em nikarin debara xwe bikin’ bidin bihîstin û her wiha bi kampanyayê wê balê bikşînin ser polîtîkayên desthilatdariyê.   Hevberdevka Meclîsa HDK’ê ya Îzmîrê Fevziye Unal destnîşan kir ku gel êdî nikare hewcedariyên xwe yên sereke bigire û sedema xizaniya gel polîtîkayên şer in û got  wê di pêvajoya kampanyayê de bi sendîkayan re bibin yek.    Wê sedema xizaniyê bê vegotin   Fevziyeyê wiha dirêjî dayê: “Gel nikare hewcedariyên sereke jî êdî bigirin. Bi awayekî cidî xizanî tê jiyîn. Me wek HDK’ê hewce bi xebatekê dît. Em ê bi kampanyayê sedemên xizaniyê vebêjin. Bi xizaniyê re betalî zêde bû, desthilatdarî her carê hêrsa xwe li hember penaberên Sûriyeyê derdixe holê. Gotinên weke ‘sedema betaliyê penaber in,  pereyê divê ji gel re bê xerckirin li wan tê xerckirin’ jî nefretê girantir dike. Sedema vê ne Sûriyeyî ne. Sedema vê krîza kapîtalîzmê ye. Ev krîz roj bi roj gel xizan dike. Xizanî ne qeder e.  Gel ne mecbûr e vê qebûl bike.  Ji ber vê me xwest em kampanyeyekê pêk bînin.”   ‘Sedema xizaniyê polîtîkayên şer in’   Fevziyeyê destnîşan kir ku wê li herêmên ku xizanî tên jiyîn belavokan belav bikin û sedemên xizaniyê vebêjin û wiha dirêjî dayê: “Butçe ji bo gel nayê amadekirin. Di vê mijarê de em ê gel agahdar bikin. Serokomar dibêje ‘hûn dizanin guleyek bi çiqasî ye’. Ev jî nîşan dide ku butçe ji şer û talanê re tê veqetandin. Mixabin gel di butçeyê de cih nagire. Butçe ji şer re tê veqetandin. Ji aliyên nêzî dewletê re razemenî tên kirin.”   Wê bi sendîkayan re bibin yek   Fevziyeyê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku li herêmên cuda yên Îzmîrê bi taybet li herêmên diyarkirî yên Çîglî yên Bucayê xebatan dimeşînin û wiha dawî lê anî: “Wek Meclisa Ked a HDK’ê xebatên hevalan hene. Ev piranî bi rêxistinên sendîkayê re di têkiliyê de ne. Wê bi wan re xebatan berfirehtir bimeşînin.”