Jinên Êlihê: Em ê li dijî tecrîdê têkoşîna xwe mezin bikin 2022-01-21 09:01:11   Medya Uren   ÊLIH - Jinên Êlihê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û hemû girtiyan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan rû didin bertekên xwe anîn ziman û banga mezinkirina têkoşîna nobeta edaletê kirin.   Bi komploya navneteweyî re Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan radestî Tirkiyeyê hate kirin û li girava Îmraliyê hate girtin. Bi îzolekirinê re hate tecrîdkirin û 23 sal in tecrîd bê naber berdewam dike. Ango tecrîd bû şêweyê rêveberiya Tirkiyeyê û li ser hemû girtîgehan vê rêbaza xwe ferz kir. Dayikên Aştiyê yên  Êlihê tecrîd şermezar kirin û banga xwe parve kirin.   'Ya tê kirin zilm e'   Wesîle Baytara ya diya girtiyan e bi van gotinan bertek nîşanî rewşa girtiyên nexweş da: "Li Kurdistanê yê ku bi kurdî biaxive û parastina nasnameya xwe bike tê girtin. Gelek siyasetmedarên kurd ji ber fikir û ramanên xwe hatin girtin an jî bi awayekî bê hiqûqî di hucreyan de têne girtin. Bi hincetên  ne rast ên ku cezayên wan qediya ne jî nayên derxistin. Ango di hundir de jî gelek pirsgirêkên tendirustiyê dijîn. Girtiyên ku di şert û mercên giran de hewil didin bijîn nexweş dikevin ên ku nexweş in jî rewşa wan girantir dibe. Di aliyê birina nexweşxaneyê de jî wan dixin tengasiyê. Ya ku li wan tê kirin zilm û bê hiqûqî ye."   'Em ê tecrîdê qebûl nekin'   Elîf Togluk Timur jî bi van gotinan tecrîd şermezar kir: "Azadiya birêz Abdullah Ocalan wê bibe wesîleya azadiyek cîhanî. Tecrîtkirina birêz Abdullah Ocan jî kelepçekirina azadiyê ye. Ev şêweyê tecrîdê êdî li hemû girtîgehan tê ferzkirin û niha bi hezaran girtiyên siyasî bi heman pirsgirêkan re rû bi rû tên hiştin. Dewletê tecrît, zilm û îşkence kiriye rêbaz  û li ser kurdan dide ferzkirin. Em vê zilmê qebûl nakin. Bê sûc û sebeb bi hezaran kurd hatine girtin û ew jî ne bes e tên îşkencekirin. Bila êdî cenaze ji girtîgehan dernekeve. Em ê tecrîdê qebûl nekin."   'Em ê ji bo aştiyê têbikoşin'   Dayika Aştiyê Meyase Akdag hêviya şifayê ji bo girtiyên siyasî yên nexweş kir û wiha pê de çû: "Bi hezaran girtiyên nexweş û bi taybet jî yên ku rewşa wan giran in di girtîgehan de tên hiştin. Ruxmê ku cezayê wan qediyaye jî nayên berdan û bi hincetan înfaza wan tên şewitandin. Ev jî tê wateya ku dixwazin cenaze bi ser me de werin. Ez jî bang li hemû kurdan dikim, bila rabin û destûrê nedin ku êdî cenaze bi ser me de werin. Çi bikeve ser milê me pêwîst e em bikin û xwedî li doza wan derbikevin. Êdî bes e! Dewleta tirk çi ji me dixwaze. Ma çavê wan ji xwînê têr nabe? Bila bizanin xwîn bi xwînê nayê şuştin. Pêwîst e avek li vî agirî û xwînê were kirin. Malbatên me yên girtiyan dest bi nobeta edaletê kirine ji ber ku li Tirkiyeyê edalet nemaye. Em çiqas ji bo edaletê û aştiyê hewil bidin jî ew tu gavê navêjin û di ya xwe de israr dikin. Em Dayikên Aştiyê ne û em ê ji bo aşitiyê têbikoşin."   'Pêwîst e em ji bo edaletê têbikoşin'   Nefiye Çelîk jî diyar kir ku birayê wê bi xwe di girtîgehê de ye û rûxmê cezayê wî qediyaye jî nayê berdan û wiha qala binpêkirinên mafan yên di girtîgehan de kir: "Temenê me li ber deriyê girtîgehan qediya. Ji bavên me heta xwişk û birayên me û zarokên me jî girtîgeh dîtine. Li tu derê dinê jî ev yek li civak an jî kesekî nehatiye kirin. Ev zilm û qetlîam a li ser gelê kurd e. Em qebûl nakin. Divê em girtiyên li girtîgehan bi tenê nehêlin û li wan xwedî derbikevin. Me beriya niha bi çalakiyan re tecrîd da şikandin, diyar e ku em dikarin bikin. Kes demokrasî û edaletê nade me pêwîst e ji bo em bistînin em têbikoşin."   'Em banga çareseriyê dikin'   Taliya Teyî jî bi van gotinan tecrîd şermezar kir: "Pêwîst e em dengê xwe bilind bikin û pirsgirêkên xwe bi israr bînin ziman. Bêdengiya me tê wateya mirinê. Pêwîst e em bê hêvî nemînin û li berxwe bidin. Ez niha ji ber wê sedemê li vir bang li gel û hemû rayedaran dikim. Li her deverê Kurdistanê êriş tên meşandin. Kurd li kîjan deverê serê xwe rakin hewil didin ku wan birûxînin. Niha li Tirkiyeyê jî bi heman rêbazan hewil didin têkoşîna me ya ji bo nasnameya me tê kirin bê çewisandin. Bi taybetî jî bi tecrîda ku li ser birêz Abdullah Ocalan didin meşandin re dixwazin me kurdan tecrîd bikin û birûxînin. Em vê tecrîdê qebûl nakin û em demildest banga pêşxistina çareseriyê dikin."