Jinên kedkar ên Tersûsê bi serhildana xwe bi ser ketin 2022-01-08 08:57:00   MÊRSÎN - Daxwaza buhabûnê ya jinên li Hala Fêkiyan a li Tersûsê dixebitîn û li dijî şerdên ne baş ên kar û buhaya kêm dest bi çalakiya devberdana ji kar kiribûn, hat qebûlkirin lê belê di warê şerdên wan ên xebatê de tu tiştek nehat serastkirin.     200 jinên li Hala Fêkiyan a li Tersûsê ya Mêrsînê dixebitîn li dijî şerdên kar ên nebaş û buhaya kêm dest bi çalakiya devberdana ji kar kiribûn. Jinên kedkar bi çalakiya xwe bi ser ketin û buhayê kar hat zêdekirin. Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA) jinên rojane 150 TL digirtin bi çalakiya xwe ev derxistin 170 TL yî.    Bi jinan re civîn hat çêkirin   Serokê Hala Fêkiyan a Tersûsa Îzmîrê yê hat diyarkirin ku heqaret li jinan kiriye Çetin Çalkin û kesên din ên li halê yên ku kar didin bi jinan re civiyan. Piştî civînê jinên rojane 150 TL digirtin bi çalakiya xwe ev derxistin 170 TL yî.    'Serfiraziya me bi serhildanê bi dest xist hêvî da me'   Jinan diyar kirin ku daxwazên wan ji sedî sed nehatiye cih lê belê dîsa jî qebûl kirine. Jinên ku diyar kirin serfiraziya wan bi serhildana xwe bi dest xistine hêvî daye wan dan zanîn ew ê êdî li dijî her neheqiyê çalakiyên hevpar bikin.