Li Tersûsê 200 jinî dest ji kar berda 2022-01-06 13:09:13     MÊRSÎN - Nêzî 200 jinên kedkar ku li Hala Sebze û Fêkî ya Tersûsê dixebitin, ji ber heqdesta ku dixwestin nedan wan dest ji kar berdan.     Nêzî dused jinên ku li Hala Sebze û Fêkî ya Tersûsa Mêrsînê dixebitîn ji ber heqdesta ku dixwazin nedan wan dest ji kar berdan. Jinan ji ber heqdesta soza wê hatibû dayîn nedan wan çalakî li dar xistin. Herwiha jinên ku çalakî li dar xistin diyar kirin ku Serokê Halê Çetîn Çalkin û karsazên din ên li halê heqaret li wan kirine. Jinan anîn ziman ku dema wan dest ji kar berdaye serokê halê Çetîn ji wan re gotiye, "Ger ku hûn perêyê ji we re tê dayîn naecibînin biçin û em nikarin we bi zorê li vêderê bigirin."        Jinên ku piştî çalakiyê bi serkokê halê re hevditîn kirin, gotin heta ku daxwaza wan neyê bicihanîn ew ê çalakiya xwe bidomînin.