Ji jinan li dijî buhabûna zêde bertek: Divê hikûmet biguhere 2022-01-06 09:07:46   Melîke Aydin   ÎZMÎR - Jinên ku sala nû bi bûhabûna zêde pêşwaz kirin diyar kirin ku tu fêdeya bêdengiyê tune û wiha gotin: “Mirov dikarin dengê xwe bilind bikin û vê bişkînin .Bi qebûlkirin û runiştinê nabe. Ger ku gel bixwaze dikare vê ji holê rabike. Divê her kes dakeve kolanan.”   Li Tirkiyeyê ku krîza aborî her diçe girantir dibe, hêza welatiyan a kirîn û firotinê jî dikeve û hema hema hêz nemaye ku tu tiştek bê kirîn. Welatî her roj  bi zêdekirina bûhayê nû hişyar dibin û nikarin hewcedariyên xwe yên sereke bigirin. Yek ji aliyên ku herî zêde ji vê xizaniyê bi bandor dibin jî jin in. Jinan diyar kirin ku divê ev bêdengî bê şikandin û her kes dakeve kolanan.   Ji bo veguhestinê jî bûha hat zêdekirin   Yek ji bajarê ku krîza aborî lê bi bandore Îzmîr e û bi buhabûneke zêde ket sala nû. Di veguhestinê de ji sedî 35 bûha hat zêdekirin û ji 3 lîre û 46 kuruşî derket 4 lîer û 70 kuruşî. Jinên Îzmîrê der barê bûhabûna zêde ku tê kirin de ji ajansa me re axivîn.   Karker Seval Ozgeren:Ez rojê 15 lîre dim otobusê. Hîna muçeyê herî kêm ku hat zêdekirin jî neketiye dest me.  Lê her tişt hat buhakirin. Cihê karê min li Bayrakli ye. Yek jî li Karşiyaka ye. Lê pereyê rê gelek bihaye.   Dîsa herî zêde jin bi bandor dibin   Karkera mîdye difiroşe ya nexwest navê xwe bide: Em bi çêkirina mîdye debara xwe dikin lê şertên jiyanê zehmet in. Me got wê di sala nû de her tişt baş bibe. Lê buhayê her tiştî zêde bûye û ev jî karê me zahmet dike. Buhayê ceryanê gelek zêde kirine. 300 lîra hatiye ji me re. Otobusên veguhestinê jî heqê veguhestinê zêde kirine. Otobus 5 lîra ye. Sedema vê krîz e. Bêguman di vê rewşê de dîsa yên herî bi bandor dibin jin in. Zarokên me li vir hatin dinê. Ger ji wan nebûna em ê biçûna bajarên xwe. Lê li wir derfetên kar tune ne. Em çawa biçin? Ji ber vê em li vir dijîn.   Divê hikûmet biguhere   Karkera teqawît Leyla Denîz:Hinek dewlemend dibin, lê karker û teqawît dipelçiqin. Yên 4-5 mûçeyan digirin hene. Ji sedî 36 enflasyon, ji sedî 25 ji bo teqawîtan muçe hat zêdekirin. Ji bo ceryanê ji sedî 50 zêdetir zem. Ev ne rast e. Navbera gelan de şer tune ye. Bila her kes li welatê xwe bimîne. Şer hincet e. Ji bo di rojevê de bimînin wisa dikin. Di şevekê de dolar zêde dibe û dikeve.  Wê gel dakeve kolanan. Meha çileye, gelek malbat nikarin patureyan bidin.  Her tişt biha ye. Em bi bûhabûnê ketin sala nû. Moralê mirovan xera bû. Divê hikûmet biguhere.    Rewşa teqawîtan perîşanî ye   Kedkara malê Nîhal Şenyuksel: Ez di kirê de me. Min fatureya ceryanê ya meha borî nikaribû bidana. 230 lîra hat. Ez nizarim wê vê mehê çiqas bê. Rewşa teqawîtan gelek zehmet e. Pereyê zêde ku  ji bo mûçeyan tê dayîn têrê nake. Dikare şertên hîn baştir hebin. Berbi êvaran hevalên me diçin ji çopê xurekê kom dikin.  Rewşa teqawîtan nebaşe. Yên zarokên wan dixwînin hene. Rewşa me hemûyan perîşanî ye.   Em bi hesabê TUÎK’ê bawer nakin   Mamosteya teqawît Zergul Donmez: Em her tiştî yekser dijîn. Li welatekî din bûna ev buhayî hebûna, wê her kes rabûna ser piyan. Bila her kes hefteyekê benzînê negire. Bila li otobusan siwar bibin. Rastiyek li holê heye. Yên hinekî hişê wan li serê wane divê bi hesabê TUÎK’ê bawer nekin.  Hikûmet bê çi TUÎK wê dike. Du zarokên min hene. Kurê min bi mûçeyê herî kêm dixebite. Mixabin rojên xirab li benda me ne.   Bila gel rabe ser piyan   Hakîme Temîzyurek: Ez di klînîkek biçûk de dixebitîm. Ji ber krîzê hat girtin. Niha ez li kar digerim. Rewş nebaşe. Ji sala nû hêvî hebû lê mixabin tiştên xuya dikin nebaşin. Hêviya min ev e em demildest ji vê zilmê xilas bibin. Divê kes bêdeng nemîne û rabin ser piyan. Divê her kes dengê xwe bilind bike.    Bendewariya me ji pêşerojê tune   Xwendekar Ece Atay: Mûçeyê herî kêm têr nake. Mixabin heviya me ji pêşerojê nema. Em êdî naxwazin bixwînin, em dixwazin bixebitin. Yên zanîngehê diqedînin di marketan de dixebitin. Her tişt buha bûye. Bavê min 20 lîra dide min. 10 lîra diçe rê. Sîmîdek 3-4 lîre ye, pere namîne em avê bigirin.