Jinên Amedê: Bila hikûmet îstîfa bike 2021-12-23 09:02:18   Sema Çaglak - Derya Ren   AMED - Di 18’ê kanûnê de bi hezaran kedkar li mîtînga Qada Îstasyonê li dijî qeyrana aborî hatin gel hev û dengê xwe bilind kirin. Jinên ku tevli mîtîngê bûn banga îstîfayê li hikûmetê kirin.   Rojeva Tirkiyê ya sereke qeyrana aboriyê ye. Bi bilindbûna dovîzê re TL roj bi roj ji qîmet ket û zema tê kirin re welatî xizantir bûn. Ligel vê yekê, mûçeyê herî kêm ango mûçeyê asgarî yê sala 2022’yan wek 4 hezar û 250 lîreyê tirk hat eşkerekirin. Bertekên gel yên li dijî qeyrana aborî her ku diçe zêdetir dibin. Ji ber vê sedemê li seranserê Tirkiyê mîtîng tên lidarxistin û welatî peyam û daxwazên xwe tînin ziman. Di vê çarçoveyê de di 18’ê kanûnê de bi hezaran kedkar li dijî qeyrana aborî li mîtînga Qada Îstasyonê ya Semta Ofîsê ya Yenîşehira Amedê hatin gel hev. Jinên ku tevli mîtîngê bûn nerazîbûnên xwe yên li dijî îqtîdarê anîn ziman.    ‘Welatî bi polîtîkayên aboriyê tên cezakirin’   Leyla ya ku nexwest paşnavê xwe bêje diyar kir ku ji ber polîtîkayên dewletê yên di hêla aborîyê de welatî bi birçîbûnê tên cezakirin. Leyla destnîşan kir ku li Tirkiyê jiyana mirovan re qîmet nayê dayîn û wiha got: “Mûçeya asgarî ku hate aşkerekirin wê me xizantir bike. Em vê wek avantajek nabînin ji ber ku qeyrana aborî hê berdewam dike. Welatî di vê serdemê de bi birçîbûnê tên cezakirin. Ez pêşeroja Tirkiyê gelek xirab dibînim. Gelek mirov di şert û mercên xirab de dijîn û hêviya wan ji vê hikûmeta heyî nemaye.”   ‘Em êdî natirsin, îtaatê nakin û bêdeng namînin’    Mamoste Suna Akçi daxuyand ku ew bûdçe ji pêşxistina polîtîkayên dewletê re tê dayîn lê ji kedkaran re nayê dayîn. Suna, wiha axivî: “Welatekî ku lê kuştina jinan, destdirêjî, bêhiqûqî û binpêkirina mafan zêde be, îxracên bêhiqûqî û binçavkirin hebin li ber têkçûyînê ye. Em li dijî van hemûyan dibêjin; em êdî natirsin, îtaatê nakin û bêdeng namînin. Ligel vê em dixwazin ji gel re jî bûdçe veqetandin. Budçeya ku ji gelek tiştên beradayî re tê veqetandin ji kedkaran re nayê dayîn. Divê ne ji şerê re, ji gel û kedkaran re bûdçe bê dayîn. Em li dijî van hemû binpêkirin û bêhiqûqiyan dengê xwe bilindtir dikin.”    ‘Em ê dengê xwe bilindtir bikin’   Ekolojîst Derya Akyol jî bal kişand ser mûçeyê herî kêm û destnîşan kir ku mûçeyê di binê sînorê xizanî û bêkariyê de ye. Derya diyar kir ku bihabûna dovîz her roj rekorê dişkîne û ligel vê tu tişt nikare bê kirin. Derya wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Ji ber zema ku tê kirin rewşa Tirkiyê her diçe xitabtir dibe. Êdî kesên ku di marketan de dixebitin jî tînin ziman ku di rojê de 3 caran etîket tên guhertin. Herkes xizan e û nikarin debara xwe bikin. Ji ber vê jî bi hezaran kes îro li vê qadê ji bo ku dengê xwe bilind bikin û bidin bihîstin kom bûne.”   ‘Em banga îstifayê li hikûmetê dikin’   Derya di dawiya axaftina xwe de wiha bang li hikûmetê kir: “Civak di vê serdemê de nikare pêdîvîyên xwe yên bingehîn bi cih bîne. Ew rewşa heyî ku êdî ji tu hêla kesan ve nayê pêjîrandin rewşa Tirkiyê jî bêhtir aloz dike. Em jî êdî dixwazin hikûmet dev ji polîtîkayên xwe yên şer û qirkirina ekolojiyê berde. Polîtîkayên aştiyane û budçeya ji bo gel daxwaz dikin. Tişta ku tenê îro ji destên wan bê îstifakirin e. Ligel vê divê hikûmet dengê gel yê mafdar bibihîze û em bang li hikûmetê dikin û îstîfa bike.”   ‘Ji hikûmetê bendewariya me nemaye’   Herî dawî mamoste Zehra Özdemir jî destnîşan kir ku bendewariya gel ji hikûmetê nemayê û got: “Mûçeyê herî kêm di destpêkê de wekî ku gelek zêde ye dikare xuya bike. Lê belê em ji zema tê kirin û rewşa Tirkiyê dizanin ku ne bes e. Ez bawer dikim ku hemû kes jî ji vê rewşê agahdar e û ew zêdebûn di jiyana rastî de tu hêviyê nade gel. Wê  rewşa gel xirabtir bibe. Em jî her roj dibin şahid ku êdî gel nikare pêdiviyên xwe yên herî bingehîn jî bi cih bîne.”