Li seranserê Tirkiyeyê greva kedkarên tenduristiyê 2021-12-15 16:35:14   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi banga TTB'ê û SES'ê kedkarên tenduristiyê, li seranserê Tirkiyeyê bi daxwaza şertên wan ên jiyanê bên sererastkirin ji bo rojekê dev ji kar berdan û derketin grevê.    Li ser banga Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) û Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) kedkarên tenduristiyê, li seranserê Tirkiyeyê bi daxwaza şertên wan ên jiyanê bên sererastkirin ji bo rojekê dev ji kar berdan û derketin grevê.    Kedkarên tenduristiyê ku dev ji kar berdan li bajarên mîna Amed, Riha, Şirnex, Sêrt, Mêrdîn, Êlih, Enqere, Stenbol, Îzmîr, Edene, Mersîn, Antalya û Hatayê derketên qadan û çalakî li dar xistin. Kedkaran, di çalakiyan de daxwazên xwe anîn ziman û diyar kirin ku heke daxwazên wan neyê qebûlkirin wê çalakiyên xwe bidomînin.    Seroka Konseya Navendî ya TTB'ê Şebnem Korûr Fîncanci, li Rihayê tevlî çalakiyan bû û axaftineke kir. Şebnem, diyar kir ku em hêza xwe ya ji hilberînê tê bi kar tînin û çalakiya wan hişyariyeke û ev tişt got: "Bijîşk bersiva keda xwe dixwazin. Divê otorîteya siyasî vê hişyariyê bibîne. Ji bo şîrket qezenç bikin mafên me kêm dikin. Me eware nekin. Heke hûn me ewara bikin em ê li welat jiyanê rawestînin. Em ê hêza xwe ya ji hilberînê tê bi kar bînin."   Odeyên bijîjkan, şaxên SES'ê, şaxên Genel Saglik-Îş'ê, Dev Saglik-Îş ên bajaran û gelek komele û rêxistinan piştgiriya grevê kirin.