'Ne esnaf ne jî muşterî dikare danûstandinê bike' 2021-11-03 09:09:42     Sema Çaglak   AMED - Welatiyên ji zemên ku hatî kirin bi gazincin diyar kirin ku êdî ji îqtîdarê bêhêvî ne û gotin: "Ne esnaf ne jî mûşterî dikare danûstandinê bike. Li vî welatî êdî pêşeroja welatiyan nîne."    Ji ber zemên ku her roj tên kirin welatî bêzar bûne. Êdî welatî gihiştine asteke wisa êdî nikarin pêdiviyên xwe yên serekê jî bigirin. Welatiyên ku hêviya xwe ji îqtîdarê qutkirine ji ajansa me re axivîn û bal kişandin ser rewşa xwe.    Havva Şengul diyar kir ku di vê serdemê de welatî di hêla aboriyê de tu daxwazên xwe nikare pêk bîne û wiha axivî: “Em dibînin ku giş civak bêkar e. Ji ber xizaniyê pêrîşan bûye. Gel di nav tengasiyek gelek xirab de ye. Ji ber bêhêvitî û xizaniyê mirov dest bi xwekujiyê dikin. Ji xwe re rêyek çareseriyê nabînin. Herî zêde jî jin ji wê rewşê bibandor dibin. Jin gava diçin mala xwe dixwaze ji bo zarokên xwe tiştek bibe lê dest vala diçe. Jixwe tê zanîn ku zilm herî zêde li ser jin tê kirin. Jixwe tundiyek li ser jinê ve heye. Vêga ji hêla aboriyê de jî tundiyek li ser jinê tê kirin. Jin ne ji bo maf û jiyana xwe aramiyek dibînin ne jî ji aliyê îstîhdam û aboriyê de hêviyek dibînin.”   'Divê ev pirsgirek bê çareser kirin'   Havva berdewamiya axaftina xwe de balê kişand li ser zêdebûna zeman jî û got: “Welatî û bi taybetî jin ji birçîbûnê ji xwe re tu çareyek nabînin. Her roj bihabûna fîyatan zêde dibe. Ez li derdora xwe dinihêrim rojeva hemû kesan bûye xizanî û ji ber vê derdekê din nafikirin. Hemû kes niha tenê dixwaze debara xwe ya rojane derbas bike. Divê ev pirsgirek bê çareser kirin û xelk ji binê vê zilmê bê xelas kirin.”   'Em di bin deynan de ne'    Zeynep Aytaç jî diyar kir ku ew ji ber qeyrana aboriyê di bin deynan de mane û wiha nêrînê xwe anî ziman: “Berê de me dikarî bi têra xwe pêdiviyên mal bikirin lê niha em nikarin gelek pêdiviyên xwe bikirin. Em jî wekî hemû kesan di nav tengasiyê de ne. Rewşa giş kesan ber bi nabaşiyê ve diçe. Mixabin em nikarin fatureyên xwe û kirêyên xwe jî bidin. Hertim deyn digirin. Lê ew jî heya ku derê biçe. Her roj zem tê kirin. Bi mûçeya asgariyê em nikarin debara xwe çêkin. Heke ewqas bihabûna fîyatan zêde bikin divê mûçeya asgariyê jî zêde bikin. Divê dewlet ji wê re çareseriyek bibîne. Min qeyda zarokê xwe li dibistanê çêkiriye lê belê 800 TL pere dixwazin. Em ne dikarin zarokên xwe bidin xwendina ne jî dikarin debara xwe bikin. Êdî em jî nizanin çi bikin.”   'Êdî xwendevan sibêroja xwe nabînin'   Xwendevan Hatîce Gultekîn jî destnîşan kir ku Tirkiyê bi her cûreyên pirsgirêkan ve rûbirû maye û ligel qeyrana aborî pergala perwerdehiyê jî têk çûye. Hatîce, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li Tirkiyê xwendevan di rewşekê mexdûrbûnê de ye. Em ji ber bihabûna pirtûkan ne dikarin ji xwe re pirtûk bikirin ne jî dikarin perwerdehiyek baş bibînin. Li vê welatê ji bo xwendevanan tu piştgirîyek tune ye. Ligel van hemû aloziyan dibêjin rewşa Tirkiyê baş e û pergala perwerdehiyê baş e. Heke wisa be çima zarokên xwe dişînin welatên derveyî û ji me re tu alîkariyek nayê kirin. Êdî xwendevan sibêroja xwe nabînin. Her roj zam tê kirin û ji bo hinceta zaman jî dibêje porsîyona xwe biçûk bikin. Li vê welatê de kûrbûna newekhêviyek aliyê aboriyê de heye.”   'Xwendevan garsontiyê dikin'   Hatîce, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Xwendevan li Tirkiyê de şûna ku li zanîngehan perwerdehiyê bibîne, di cûrbicûr karan de dixebite. Ez jî di demên xwe yê vala de dixebitim. Xwendevan ji bo ku debara xwe bikin çareseriyê di garsontiyê de dibînin. Ji xeynî vê alternatîfek din nadin me. Divê ew pirsgirêka aboriyê bê çareser kirin. Em dixwazin pêdiviyên xwe pêk bînin û ji vê rewşa xizantiyê rizgar bibin.   'Derfetên xwendevanan a ji bo xwendinê tune ye'   Xwendevan Ceylan Ekmen jî anî ziman ku ji ber têkçûna pergala perwerdehiyê, xwendevan hêviyê ji welatên derveyî dibînin û wiha bi lêv kir: "Dewlet hem dibêje pêdiviyên me bi hîqûqnas, bijîşk û endazyaran re heye hem jî ji bo xwendevanan tu alîkarî nake. Derfetên xwendevanan a ji bo xwendinê tune ye. Lê belê desthîlatdar dibêje rewşa me baş e. Rewşa heyî em dijîn û xelk ji birçîbûnê tu tiştek din nafikire.”   'Ne esnaf ne jî muşterî dikare bikire'   Esnafa jin ku nexwest nav û paşnavê xwe bêje gazincên xwe yên li dijî bihûbûnê wiha anî ziman: “Ez 9 sal in esnaftiyê dikim. Ez berê de li bazarê dixebitîm. Lê niha bi du hevalên xwe yên jin re me dikanek vekir. Hevalek jin nevresîm difiroşe, ya din dirûnkerî dike, ez jî kincan dihonim û difiroşim û ew kincan difiroşinm. Lê belê ji ber qeyrana aborî êdî em nikarin berhemên xwe bifiroşin. Ji ber ku her tişt ewqas biha bûne ku em nikarin ji bo berhemên xwe alavan bikirin. Ez du berê çûm tomerîfiroşê min nekarî tu tişt bikirim û dest vala vegerîm. Berhemên ku min berê dikirî niha bihayê wan bûye du qat. Êdî ez nikarim ji mûşteriyan re bêjim biha ewqas bûne. Ji ber ku ew jî nikarin bikirin. Ji bo benikên min ku ez pê honandin dikim di nav mehekê 3 caran je re zam hate kirin. Wek esnafan hem em di rewşekê xirab de nin hem jî mûşterî ji ber qeyrana aborî nikarin bikirin. Her wiha ji ber fatureyen ceyran, qaz û avê bêhtir dikevin nav tengasiyê.”   Jinên esnaf bi zorî li ser piyan dimînin   Esnaf Azîze Canbey jî ku 15 sal in karê dirûnkariyê dike wiha nerazîbûnên xwe ya ji aliyê qeyrana aborî anî ziman: “Ez bi salan e bi vê karê debara xwe çêdikim. Lê niha ji ber vê qeyranê bi fikar im ku cihê karê xwe bigirim. Em hem nikarin beranberiya keda xwe bigirin hem jî nikarin debara xwe çêkin. Em jii aliyê aboriyê de jî tundiyek li ser xwe dibînin. Jixwe rêjeya jinan a di qada aboriyê de gelek kêm e. Yên ku henin jî ji ber vê qeyranê wê neçar bimînin ku vegerin malen xwe. Berê de ewqas zam tune bû, qene me dikariya debara xwe çêkin lê niha bi tu şiklî em nikarin çêkin. Bi zorî li ser piyan dimînin. Xebatkarek ku 5  sal berê di karekê de 100 TL distend niha jî heman mûçeyê digire. Em êdî nikarin pÊşiya xwe bibînin.”