Pêşengeha berhemên destan a jinên Helebce û Dihokê 2021-10-30 16:15:47   NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên Helebce û Dihokê di pêşangehek de berhemên xwe yên bi dest hatîn çêkirin nîşandan.   Îro li Baxê Gişî yê Helebceyê pêşangehek ya karên destan a 20 jinên Helebce û Dihokê hat vekirin. Jinan berhemên ku bi dest çêkirine di pêşangehê de nîşandan.   Nuxşe Wehab ku bi berhemên xwe tevli pêşangehê bûye got, “Ji ber nebûna cihek guncaw jin bi qasî pêwîst nikarin tevli çalakiyên bi vî rengî bibin. Min bi berhemên ku bi destê xwe çêkirine tevli pêşangehê bûme.”   Her wiha Nuxşe Wehab da zanîn wan gelek caran ji berpirsên bajêr xwestine ku cihek hebe ew têde berhemên xwe nîşandin, lê ev daxwazên wan bi cih nayên.