Zeytûnên bi nav û deng ên Dêrika Çiyayê Mazî 2021-10-28 09:02:52   Medya Uren   MÊRDÎN - Jinên ji Dêrika Çiyayê Mazî yên bi rêya zeytûnan debara xwe dikin diyar kirin ku ew dixwazin ji bo zeytûnan kooperatîfek bê avakirin da ku karê wan hêsantir bibe û wiha gotin:"Zeytûnê Dêrikê îsal kêm in û ji aliyekî jî ji ber hinek derfetên kêm tê wê astekê ku zeytûnên me neyên firotin. Ji bo karê me baştir bibe divê kooperatîf bên avakirin."   Ji ber hewa û erdnîgariya taybet a Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê zeytûnên li Dêrikê bi qalîte ne û di heman demê de bi nav û deng in. Gelek welatiyên li Dêrikê dijîn jî debara xwe bêtir bi firotina zeytûnan dikin. Lê belê li gel zeytûnên Dêrikê bi nav û deng in jî dîsa jî ji ber derfetên kêm welatiyên zeytûnan difiroşin bi pirsgirêkan rû bi rû dimînin. Jinên ji Dêrikê Remziye Malgîr, Nadîle Sînanoglu û Nazmîye Sînanoglu yên hem bal kişandin ser keda ku ji bo zeytûnan didin û hem jî bal kişandin ser pirsgirêkên di vî warî de pê rû bi rû dimînin. Gazina jinan di heman demê de ew e ku gelek carî hinek kesên zeytûnan difiroşin tevî ku ne yên Dêrikê ne jî zeytûnên difiroşin wekî yên Dêrikê pênase dikin û ev yek jî zirarê dide îmaja zeytûnên Dêrika Çiyayê Mazî.    'Navê zeytûnên me xera dikin'   Remzîye Malgîr a xwediyê 27 donim erdî ye bi firotina zeytûnan û dohnê zeytûnan debara xwe dike. Remziyeyê di serî de wiha diyar kir:"Îsal zeytûn hinek kêm bûn. Jixwe her tim wisa ye, salekê baş e salekê ne baş e. Lê car din jî ji ber ku axa Dêrikê ji bo mezinbûna zeytûnan cihekî guncav e zeytûnên me xweş tên. Em weke xwediyê zeytûnan jî pêwîst e bi edalet nêz bibin. Ji ber ku hinek zeytûnên ji derve weke zeytûnên Dêrikê difiroşin. Ev jî dibe sedem ku navê zeytûnên me werin xerakirin. Pêwîst e pêşiya vê were girtin."   'Bila koparatîf werin çêkirin'   Remziyeyê bal kişand ser pirsgirêkên pê rû bi rû dimînin û got:"Em weke xwediyên erdan weke kesên dewlemend tên dîtin. Lê mixabin tu qîmeta me nîne û em diravekî baş jî jê nastînin. Ji ber ku mesrefa ez li erdê dikim diravê karkeran ji dernakeve. Ango em nikarin bifiroşin jî. Zeytûnên me yên dewlemend di destên me de dimînin. Pêwîst e ji bo zeytûnên dewlemend ên Dêrikê kooparatîfek were avakirin. Bi vî rengî wê karê me sererastir bibe."   'Îsal zeytûn kêm bû'   Nadîle Sînanoglu ya xwediyê 7 donim erd e û ji bo zeytûnan kedeke mezin dide wiha got:"Hemû cure zeytûn li vir tên. Ango zeytûnên me zeytûnên dewlemend in. Erdê vir ji bo mezinbûna wan destdayî ye. Lê mixabin heya ku em zeytûnên xwe bi dest dixin em mesrefên mezin dikin. Ez û zarokên xwe tên ser erd dixebitin. Bi xwe re jî ji bo temaşekirina zeytûnan û ji bo paletiyê em karkeran digirin. Pereyê ku em didin karkeran jixwe pişta me dişkîne. Êdî ne wek berê ye, karkeriya erdan zehmet bûye. Zeytûn jî îsal kêm in û berhemên me bi dest xistine îsal ne bi bereket in. Gelek darên me jî bi êşê ketine. Livên wê xirab dibin. Ewqas a me jê derxistiye jî em ê ji xwe re çêbikin. Em ê dohnê wan derxin  û bikin tirşiya zeytûnan."   'Zeytûn nayên firotin'   Keça Nadîleyê, Nazmîye Sînanoglu jî bal kişand ser zehmetiyên dijîn û wiha berdewam kir:"Em jin bêhtir bi karkeriya erd re mijûl dibin. Karê me li vir jî naqede. Çêkirina tirşiya zeytûnan û derxistina dohnê wan heye. Lê keyfa wê jî heye. Berhemên em bi dest dixin berhemên herî baş in. Lê belê zeytûnên bi nav û deng ewqas qedir nagire. Pêwîst bû ku di aliyê firotinê de bûba yekemîn. Mixabin ji bo zeytûnan ne kooparatîfek heye ne jî projeyekê ava dikin. Zeytûnên dewlemend ên Dêrikê hatiye wê rewşê ku nayên firotin."