Li Herêma Federal a Kurdistanê çalakiyên mamosteyan didome 2021-10-26 15:22:06     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Silêmanî, Helebce, Hewlêr, Ranya û Germiyanê bi hezaran mamostayên bipeyman daketin qadan daxwaza tayînkirinê kirin.    Nerazîbûna mamostayan ya ji bo ku nayên tayînkirin dewam dike. Îro li Silêmanî, Helebce, Hewlêr û Ranyayê jî bi heman armancê mamosta îro jî li qadan bûn.    Bidehan mamostayên bi peyman li Hewlêrê li ber derê avahiya Parlamentoya Herêma Kurdistanê kombûn. Di heman demê de îro civîna parlamentoyê jî heye. Tê payîn pirsgirêka mamostayên bi peyman jî di civîna parlametnoyê de were nirxandin. Mamostayên bi peyman di van kêliyan de jî li ber derê parlamentoyê ne û dixwazin werin tayînkirin.   Li Herêma Germiyan komek mamostayên bi peyman li ber derê avahiya perwerdeyê kombûn û xwestin werin tayînkirin. Mamosteyan da zanîn ku dê boykota xwe bidomînin.    Hêjayî gotinê ye li Herêma Kurdistanê nêzî 22 hezar mamostayên bi peyman hene. Zêdetirî 5 sal in ev mamosta dixwazin werin tayînkirin. Lê Hikûmeta Herêmê çawa bersiva daxwazên xelkê herêmê nade, hîn jî bersiva mamostayan jî nedaye.