'Yên dibêjin aborî baş e derewan dikin' 2021-10-26 09:03:41   Medya Uren    MÊRDÎN - Esnafên jin ên li Mêrdinê di bin fatureyên av, ceyran, gaza xwezayî û kirê de fetisîne nikarin debara xwe ya rojane bikin wiha gotin: "Em êdî nikarin bijin û kesên ku dibêjin aboriya Tirkiyeyê baş e derewan dikin."    Êdî welatî tenê rojane difikire û dest ji pêşeroja xwe berdaye. Bi qeyrana aboriyê re hejmara xizaniyê roj bi roj zêde dibe. Welatiyên ku di bin fatureyên av, ceyran, gaza xwezayî û kirê de fetisîne nikarin debara xwe ya rojane jî bikin. Esnafên li Mêrdînê ji rewşa heyî bi gazincin. Esnafên jin rewşa ku di nav de ne ji ajansa me re anîn ziman.    ‘Em nikarin debara xwe bikin'    Muhbet Karaaslan (53) a bi tenê dijî bi xeyatiyê debara xwe dike, wiha bal kişand rewşa xwe ya aboriyê: "Ez kesek bi tenê me, rewşa min li gorî gelek kesan baştir e. Ji ber ku zarok tune ne. Lê ez êdî bi xwe ji nikarim debara xwe bikim. Ji bo du quruşan ez serêsibê heya derengê êvarê dixebitim. Rojê 20 TL. qezenç dikim. Ew ji kêrî tiştekî nayê. Tenîkeya dohn bûye 350 TL. Fiyetê bacanan ji firiyaye. Diravê tirkî bê qedir bû û em ji di hêla aborî de ketin zehmetiyan. Em pereyê ku qezenç dikin jî didin fatûreyên ceyran, av û gaza xwezayî. Niha hemû ji me re bûn luks.”   'Yên dibêjin aborî baş e derewan dikin'    Cahîde Bîlen jî bi firotina cil û çihêzan debara xwe dike û wiha nêrîna xwe anî ziman: "Em weke esnaf ne tiştek ji kirînê ne jî ji firotinê fêm dikin. Dema em tiştekî difiroşin dibêjin me qezencek kiriye. Lê belê ez kira û ceyranê bidim. Ji xwe ew qas zem tê kirin ku ez êdî nikarim wan fatureyan jî bidim. Rewşa me ya aboriyê êdî nebaş e. Esnaf ber bi mirinê ve diçe. Em di zirerê de ne. Yên dibêjin aboriya tirkiyê başe derewan dikin.”   'Ez êdî nikarim bikirim'   Esma Gokdemîr jî bi firotina arvanê debara xwe dike. Esma diyar kir ku ji ber zamên tên kirin ew êdî nikarin debara xwe bikin û wiha got: "Em weke esnaf jî wî halî gilîdar in. Ez nikarim firotinê bikim û ez nikarim tişt jî bikirim. Xurek, arvan, ceyran û hertiş bihabûye. Tenê xizan bi bandor dibin, lê dewlemend ji rewşê tu carî zirarê nabînin. Em tev kesên xizan in. Em kireyan didin, lê belê êdî em nikarin heqê kirayê jî derxin."   ‘Li bajêr bêtir buhabûn tê hiskirin'    Mulkîye Erguven û Cemîle Erguvenên ku ji gund hatine cil kirînê ji têkildarê bihabûna xurek û cilûbergan de aciziya xwe anîn ziman û gotin: “Em li gund şivaniyê û bêrîvaniyê dikin. Em bi sewalkariyê debara xwe dikin. Lê mixabin êdî ev ji têr nake ku em bi rehetî nane xwe bixwin. Em ne di kîra de ne. Lê dema em tên bajêr em bandora qeyranê hîs dikin. Em nikarin tiştekî bistînin."