Ayşe Acar Başaran: Ji jinan re budçe nayê veqedandin 2021-10-24 14:30:21     STENBOL - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, di komxebata "Budçeya li gorî zayendiya civakî" de axivî û got: "Budçeya mêr ji rant, şer û talanê re tê veqetandin. Em ê biaxivin ku divê ji bo jin, civak, xizan, kedkaran re budçe bê veqetandin."   Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li oteleke Taksîma Stenbolê bi dirûşma "Budçeya li gorî zayendiya civakî" komxebatek pêk tîne. Komxebat bi du rûniştanan pêk tê. Di rûniştan yekem de mijara “Budçeya li gorî zayendiya civakî: Pêvajoya avakirina budçeyê û dê budçe çawa ji bo civakê bê". Di beşa duyem de jî dê li ser mijarên daxwaz û pêşniyaran bên rawestandin. Axaftina vekirina komxebatê ji hêla berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran ve hat kirin.    Ayşe diyar kir ku di budçeya ku ji hêla îqtîdarê ve tê amadekirin jin nayê fikirandin û got: "Em dixwazin derbarê mijarê de jinan guhdar bikin. Peşniyar û daxwazên wan bigirin. Jiber ku îqtîdar li gorî hewcedariyên xwe budçeyek amade dike û wisa li meclîsê jî dide erêkirin. Ev komxebata duyem e ku tê lidarxistin. Me kampanyayek da destpêkirin û em bi jinên ku li fabrîka û zeviyan de dixebidin re hatin cem hev. Me dît ku siyaseta îqtîdarê tenê jinan xizan dike. Em ê çareseriyeke çawa bikin, em ê çawa bibin dengê jinan û em ê polîtîkayeke çawa bimeşînin. Ji ber van sedeman em hatin cem hev. Îqtîdara AKP'ê di nav 6 mehan de ji sedî 86 budçeya şer zêde kiriye. Hemû çavkaniyên cemaweriyê ji bo parastinê hatiye veqedandin. Lê di veqedandina budçeyan de jin nîne."    Budçeya li gorî zayenda civakî    Ayşeyê destnîşan kir ku budçeya li gorî zayenda civakî ,  tenê li qadekê ji bo jinan veqetîn nabînin û wiha dirêjî dayê: “Budçeya li gorî zayenda civakî, di esasê de di hemû hesaban de, li gorî hewcedariyê jin û civakê tê kirin. Yanî ji perwerdehiyê bigirin heta tenduristî, çand û jiyana hunerî, ji bo hemû xebatên di van qadan de tên meşandin û bi taybet di van xebatan de dîtina jinê gelek girîng e. Budçeya mêr ji rant, şer û talanê re tê veqetandin. Em ê biaxivin ku divê ji bo jin, civak, xizan, kedkaran re budçe bê veqetandin."   ‘Budçe ji çete û mafyayê re tê veqetandin’   Ayşeyê bi lêv kir ku budçe ne tenê di dema nîqaşên budçeyê de, divê piştî vê jî bi awayekî bandor û giştî bê şopandin û wiha daxuyand: “Em dibînin ku budçeya me di esasê de  ji mafyayê re, ji şer e tê veqetandin. Piştî xebatên budçeyê divê şopandin zelal be. Ji ber ne zelale, budçeya me ji bo beşekê wek rant tê bikaranîn.”   'Divê budçe zelal be'    Ayşeyê dawiya axaftina xwe de wiha vegot: “Divê budçe zelal be. Şîdet û kuştinên jinan gihiştiye asta qirkirina zayendî. Ji bo pêşîgirtina şîdet û kuştinan divê zêdetir budçe bê veqetandin. Ger ku budçeyek tê veqetandin û  wekê ku ji bo jin û civakê tê kirin, nîşan bidin, divê muxatab vê gotina xwe bibersivînin. Em ê hemû daxwazên ji vir hatine girtin, di hevdîtinê budçeyê de, daxwazên jinan wekê ku îfade kirine ragihînin. Jin ji bo xwe budçeyekê dixwazin. Em ê axaftinên vir li meclîsê wek dengê we nîşan bidin. Hunê di hevdîtinên butçeyê de zêdetir dengê jinan, dengê xwe bibihîzin.”   Piştî axaftina Ayşeyê komxebat ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.