Jinên li Şehbayê zeytûnan kom dikin: Îsal zeytûn kêm in 2021-10-22 09:01:57     Hêlîn Asmîn   ŞEHBA - Jinên li Navçeya Fafînê ya Şehbayê dijîn dan zanîn ku ligel zor û zehmetiyan jî çawa li Efrînê di demsala zeytûnan de, zeytûn kom dikirin niha jî diçin zeytûnan berhev dikin. Jinan diyar kirin ku ji bo ew debara xwe bikin zeytûnan kom dikin lê belê zeytûn îsal kêm in.    Bi hatina meha cotmehê re li Efrînê berhevkirina zeytûnan dest pê kir. Lê ji 18'ê Adara 2018'an heta niha ji ber dewleta tirk û komên girêdayî wê Efrîn kirin bin kontrola xwe li wir her binpêkirina mafan diqewimin, gel nikarin zeytûnên xwe kom bikin. Her wiha gelek darên zeytûnan jî hatin jêkirin û talakirin. Zeytûnên Efrînê di bin navên cuda de li Tirkiyeyê tên firotin. Tevî hemî zehmetiyan şêniyen Efrînê nikarin biçin nava erdê xwe û zeytûnê xwe berhev bikin. Jinên niha li Navçeya Fafînê ya Şehbayê dijîn li gel hemû zor û zehmetiyan jî îsal ji bo debara xwe ya malê dest bi berhevkirina zeytûnan kirin   'Ji bo debara mala xwe, em zeytûnan berhev dikin'   Eyde Ebdirahman Ereb a ku niha li Gundê Fafînê yê giredayê Şehbayê dijî da zanîn wan li Efrînê jî zeytûn berhev dikirin û niha jî berhev dikin û wiha pê de çû:"Em ji bo debara mala xwe bikin her demsala zeytûnan em zeytûnan kom dikin. Bi taybet niha li vir piranî jin di malan de ne û darê wan nînin. Piranî miletê me li vir bê kar in û derfetê kar nîne. Ji bo em bikaribin debara mala xwe bikin em tên zeytûnan berhev dikin. Lê li Efrînê em hemû malbat bi hevdu re diçûn. Em yek bûn. Li vir niha ereb û kurd hene, her yek bi komekî ye. Axa li Efrînê kevir tê de kêm bû lê li vir axa zer e û kevir tê de pir e. Ji ber wê zeytûnên wê baş nagirin. Yên digirin jî hûr in. Li Efrînê me bi darekê sê, çar kîs kom dikirin. Lê niha em nikarin nîvê kîsekî berhev bikin"   'Em bi derfetên kêm hewil didin zeytûnan kom bikin'   Eydeyê bal kişand ser derfetên kêm û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Em niha 4 kom in. Herkes berpirsiyarê koma xwe ye. Ev kom jî ya min e. Em 13 kes in. Em serê sibehê saet di 6' an de tên heta saet 12'an an jî  3'yê êvarî em dimînin. Em kurd in, komê din ereb in. Bi saetan em kar dikin. Em rojê 6 saetan kar bikin em 6 hezaran digirin. Bi van derfetan em îdare dikin. Em bi derfetên kêm hewil didin zeytûnan kom bikin.''   'Em rûnê zeytûnan jî derdixin'   Hatîce Hebeş da zanîn ew di heman demê de ji rûnê zeytûnan jî fêdeyê digirin û wiha got:"Ev hefteyeke em tên zeytûnan berhev dikin. Zeytûnê em berhev dikin em dibin mekbesê. Li mekbesê em rûnê zeytûnan jî derdixin û li malan belav dikin. Ji ber ku gelê vir niha nikare debara mala xwe bike. Hêviya ku em vegerin Efrînê her tim dijî. Em niha li Şehbayê zeytûnan berhev dikin. Em bi hêviya vegerin Efrînê û li wir zeytûnan berhev dikin dijîn. Ji ber ku Efrîna me pir xweş e û wê bi destên dijminan nemîne. Efrîna me hemû rêz û zeytûn e."   'Zeytûn îsal kêm in'   Fatima Hebeş jî diyar kir ku îsal zeytûn kêm bûne û wiha got:"Îsal zeytûn kêm bûn loma jî me nikaribû baş jê sûdê bigirin. Ev hefteyeke em tên kom dikin lê niha xilas bûn. Niha li vir zeytûnên bi navên cuda hene. Zeytûnê herî baş, zeytûnên bi zeyt in, rûnê  û xilo ne. Em zeytûnê zeytê dibin mekbesê ya xilo jî em hundirê wan vedikin, hûr dikin û salçeya îsotan dixin nav. Em zeytûnên reş jî bi daran ve dihêlin heta baş reş bibin. Em ji zeytûnê reş re dibêjin etûn."