Piraniya mamostayên dersdar jin in 2021-10-21 09:55:10     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Herêma Federal a Kurdistanê ji 22 hezar mamosteyan ji sedî 70 jin in. Di çalakiyên ku demên dawiyê de tên lidarxistin piranî jin tevlî dibin. Mamosteyan da zanîn ku heta bersiva daxwazên wan bê dayîn dê li qadan bin.    Li seranserî Herêma Federal a Kurdistanê nêzî 10 roj in mamostayên dersdar ji bo werin tayînkirin li qadan in û diyar dikin ku heta bersiva daxwazên wan tê dayin wê li qadan bin û çalakiyên xwe berdewam bikin. Lê, tişta ku balê dikişîne, hejmara herî zêde ya mamostayên tevlî çalakiyan dibin mamostayên jin in û mafê tayînkirinê ji bo wan nayê naskirin.   Ji bo eşkerekirina rêjeya mamostayên jin me peywendî bi Berdevkê Wezareta Perwerdeyê Saman Sîweylî kir, lê ti rêjeyek amade li ber destê wan nebû. Her çiqas Wezareta Perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê heta niha rêjeya mamostayên jin ên dersdar eşkere nekiriye, lê li gorî mamostayên dersdar, ji 22 hezar mamostayên dersdar ji sedî 70 jin in.   Li gorî yek ji mamostayên dersdar ên Silêmaniyê Behar Bêderî mamostayên jin ji sedê 70’iyê mamostayên dersdar pêk tîne. Behar Bêderî bal kişand li ser sedema rêjeya zêde ya mamostayên jin ên dersdar û got: “Jin nikarin di yek demê de du pîşeyên wan hebin. Lê mêr karên duyem hene û bi pereyê kêm razî nabin. Mamostayên dersdar pereyek kêm digirin, lewma mêr kêm vî karî dikin.”   Behar Bêderî eşkere kir ku daxwaza wan a sereke ew e ku werin tayînkirin û got ku bi vî awayî jî dikarin mafên xwe yên weke mûçe, destûra dayikîtiyê, teqawîtbûnê û weke din bi dest bixin.   Mamostaya dersdar Evîn Derwêş jî got: “Dahata mamostayên bi peyman gelek kême. Kesek jî nizane çende û kengê tê dayîn. Piraniya xwe xwedî zarok in. Dema diçin dewamê zarokên xwe dihêlin. Em ji komek mafên xwe bêpar în. Em daxwaza tayînê dikin. Nabe her roj bi zêdekirina hinek pere me razî bikin. Heta ku bersivek tam nedin me em ê dest ji boykotê bernedîn.”   Wê îro jî mamostayên dersdar dakevin qadan û heman daxwazên rojên borî dubare bikin. Daxwaza wan a sereke tayînkirine. (ROJNEWS)