Li Egeyê dawî li amadekariyên zivistanê hat 2021-10-12 09:02:12       ÎZMÎR - Li Egeyê dawî li amadekariya xwarinên zivistanê hat. Jin di krîza aborî de amadekariya xwarinên zivistanê anîn û diyar kirin ku ji ber têkiliyên hilberînên diguherin, wê  aboriya debarê berdewam neke.   Jinên ku di meha tebaxê de dest bi amadekariyên zivistanê kirin û dawî lê anîn. Li navçeya Kemalpaşa ya Îzmîrê jin bi usula îmecê hatin gel hev û bi hev re tarhana, tirşî, kofteyê hêjîran, rîçal, dims, avafiringiyan çêkirin û herî dawî jî erîşte birîn. Amadekariyên di meha tebaxê de destpêkirin heta dawiya meha cotmehê didome. Jinan diyar kirin ku kevneşopiya bi hezaran salane didome, di vê pêvajoya krîza aborî de ji bo wan gelek bi fêdeye. Jinan daxuyakirin ku li Kemalpaşa bi zêdebûna sanayiyê re, sewalkarî û çandinî kêm bûye, girêdayê vê hînbûnên bikahêneriyê jî guherine.   Ciwanên li derve dixebitin xurekê amade tercih dikin   Gulgun Ezer ya 55 salî  destnîşan kir ku amadekariyên ji bo zivistanê dikin, her tim li ber destê wane û ji ber vê jî dibe hêsanî û berhemên li gund tên gîhandin jî xwezayî û bi tenduristin. Gulgunê bi lêv kir ku ciwan zêde hewce bi amadekariyên zivistanê nabînin û wiha dirêjî dayê: “Xwarinên amade hêsantirin. Li marketan kartolên hûrkirî jî tên firotin. Ciwan jî hem li derve dixebitin û hem jî naxwazin bi tiştekî re mijûl bibin. Karê em dikin kedê dixwaze û wek her tiştên xweşe.”   ‘Em êdî nikarin tiştekî bigirin’    Gulgunê da zanîn ku niha demsal li gorî erîşteyê ye û wiha pêde çû: “Beriya vê tarhana hebû, me çêkir. Em di tebaxê de dest pê dikin heta cotmehê. Em seranserê zivistanê dixwin. Zivistanê em tenê xurekên hişk û sebze digirin. Em vê jî vê bi pere digirin. Lê zivistanê nayê dîtin, yên amade tehma wan nexweşe, em nizanin nav de çi heye. Em êdî nikarin tiştekî bigirin. Em diçin bazarê vala vedigerin. Em tenê hewcedariyên xwe digirin. Ji ber vê fêdeya amadekariyên zivistanê pir zêde ye.”   ‘Keda jinan nayê dîtin’   Gulgunê dawiya axaftina xwe de wiha got: “Amadekariyên zivistanê zêde kedê dixwazin. Dipirsin dibêjin tu çi karî dikî. Em dibêjin ‘Em karekî nakin, kewaniya malê ne’. Di esasê de herî zêde jinên malê dixebitin. Keda wan nayê dîtin.”   ‘Têkiliyên hilberîna guheriye, jiyanek bê tendurist anî’   Elîf Ozkara ya 74 salî jî got li Kemalpaşa li her gundî tutin tê çandin, niha her malbata ku rezê wan yê tirî hebû, niha emaye û ev tişt îfade kir: “Me her cureyê rençberiyê dikir. Me li sewalan li bizin û çêlekan dinêrî. Lê niha tune. Gund qelebalixtir bûye lê ciwan êdî li fabrîkayane. Berê tenduristiya me baş bû. Em diçûn deştan. Me nexweşî û derman nizanibû. Me li deştan gîha kom dikir. Me dipijirand. Dayikên me karên wisa dikirin. Me jî alîkarî dida wan. Niha her kes ji marketan digirin. Hemû rîçal û dimsa em dixwin şekire.”   Jin dibin xwedî hişmend   Elîfê dawiya axaftina xwe de anî ziman ku jinên taxê bi usula îmecê berhemên xwe çêdikin û gelek bi kêfe û wiha dawî lê anî: “Ev kevneşopî wê bi nifşê pêşerojê berdewam neke. Ligel vê mêr êdî diguherin. Êdî zêdetir alîkarî didin hevjînên xwe. Lê berê ne wisa bû. Jin dibin xwedî hişmend. Jin êdî zanatirin.”   Erîşte çawa tê çêkirin    Elîf wiha behsa çêkirina erîştê kir: "60 hêk tevlî 10 kîlo ard têkirin û piştre xwê tê tevlîkirin, bi ava şîrgerm tê hevîrkirin. Hevîrekî hişk dertê holê. Li gorî daxwazan dikare şevekê bê hilanîn jî. Piştre dikin girêk û tê vekirin. Ewil li ser sêlê hinek tê pijandin. Piştre li ser paçekî tê sarkirin. Ev nan rêz bi rêz tên birîn û dibin wek çopa kirvîtê. Piştî vê çend rojan li odeyê tê raxistin ku hişk bibe. Divê tavê nebînin. Çend caran divê bê lihevxistin. Erîşte wek  meqerne û girar tê pijandin. Her wiha cureyên şorbeya wê heye. Her wiha bi sosa firingiyan an jî soza penîr dikare bê serwîskirin."