HDP: Wêneyê Agiriyê rewşa Tirkiyeyê rave dike 2021-10-08 14:22:28     AGIRÎ - HDP, li Agiriyê bernameya xwe ya “Budçeya Gel” eşkere kir. Şandeya HDP'ê di bernameya xwe de da zanîn ku budçeya heyî ne budçeya gel e û got: "Lêçûyînên rojekê yên qesrê berdela aboriya gelê Agiriyê ye. Tenê di salekî de 30 hezar kes ji ber ku nikarin debara xwe bikin, koç kirine. Li wan bajarên ku diçin jî karê înşatan dikin."   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li bajarê Agiriyê starta “Hevdîtinên Budçeyê” da. Civîna ji bo vê bernemaya aborî ango budçeyê li otêlek bajêr hat lidarxistin. Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay û Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Şaziye Kose a ji Komîsyona Kedê Berpirsiyar e, Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Garoya Paylan û Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Necdet Îpekyuz, beşdarî civînê bûn. Di civînê de Dîlan Dîrayet Taşdemîr bi kurmancî û Garo Paylan jî bi tirkî armanca vê hevdîtinê û bernameya wan a li Agiriyê eşkere kirin.   'Em pirsgirêkan guhdar dikin'   Dîlan di axaftina xwe de wiha got: "Vê Komîsyona me ya Ked û Aboriyê ji bo ‘Budçeya Gel’ xebatek da destpêkirin. Me starta vê xebatê li Agiriyê da destpêkirin. Yek ji pirsgirêkên bingehîn a Agiriyê aborî ye. Lewma em vê bernameyê li Agiriyê didin destpêkirin. Em serê sibê çûn bazara heywanan û me serdana xelkê xwe kir. Em ê serdanên xwe ji bo gelê xwe bidominîn û li pirsgirêkên wan guhdar bikin.    Di dawiya vê mehê de li Meclîsê budçeya sala 2022’an dê were nîqaşkirin û em ê jî li ser daxwazên gel bisekinin û muxalefeta budçeya îqtidarê bikin. Em ê jî beriya vê li gelê xwe yê Agiriyê guhdar bikin ku ka çi pêşniyaz dikin û daxwaza wan çi ye.   Budçeya heyî ne budçeya gel nîne    Ev budçeya ku wê li Meclîsê were nirxandin, ji bo bibe budçeyek demokratîk, adil û wek slogana me ku bibe ‘Budçeya Gel’, em ê pêşniyaz û nirxandinên xwe bikin. Ev budçeya heyî, budçeya gel nîne. Ne tenê îro ev 19 sal in budçeya Tirkiyê ji şer û alîgiran re û ji kêf û sadeta Qesrê re tê veqetandin. Ji gel re tiştek namîne. Tenê ji gelê me re feqîrtî, birçîbûn dimîne. Baca herî mezin li gelê me dibirin. Ji her alî ve barên herî giran dane ser milê gelê me. Lê belê em di encamê de jî dibînin yên ku dewlemend dibin ew in. Yên ku di nava kêf û xweşiyê de ne ew in.    Lêçûyînên rojekê tenê yên qesrê berdela aboriya gelê Agiriyê hemû ye. Ji ber vê yekê jî em dixwazin nerazîbûna xwe bînin ziman û muxalefeta xwe xurt bikin. Em û gelê me bi hev re hewl bidin ku ev budçeya sala 2022’yan bibe budçeya gel û demokratîk. Bila nebe budçeya şer, qesrê û pênc kesan.    Agirî bajarekî xizan e    Gelê me yê Agiriyê di warê aboriyê de gelek xizan e. Ji ber vê me xwest em vê startê li vir bidin. Wêneyê bazara heywanan wêneyê aboriya Tirkiyê radixe ber çavan. Me destê xwe dirêjî kê kir û em bi kê re axivîn, her kesî qala xizanî û budçeyê kir. Me li derdek wan mezin guhdar kir. Bi salane rewşa Agiriyê wiha ye. Her çiqas me rewşa Agiriyê anî ziman jî lê îqtidarê ji bo Agiriyê gavek navêje. Tenê wextê hilbijartinê tên diaxivin û pişt re jî pişta xwe didin Agiriyê û vir ji bîr dikin.    10 ciwan ji înşaet ketin û jiyana xwe ji dest dan     Me tespîta vê yekê li Agiriyê kir, tenê di salekî de 30 hezar kes ji ber ku nikarin debara xwe bikin, koç kirine. Ji ber xizaniyê diçin. Şert û mercên wan nebaş e. Li wan welat û bajarên diçinê, karê înşatan dikin. Her meh ciwanek me ji înşatê dikeve û jiyana xwe ji dest dide. Tenê di salekê de 10 ciwanên me ji înşatê de ketine û jiyana xwe ji dest dane.    Îqtîdar li ser birçîbûnê siyasetê dike   Agirî bajarê çandiniyê û sewalvaniyê ye. Lê belê nahêlin ku xelkê me vî karî xwe bike. Dewlemendiya sewalvanî û çandiniyê ya herî dewlemend a Agiriyê ye, lê belê îro bajarê me bi birçîbûnê re rûbirû maye. Ev yek jî bi zanebûn tê kirin.     Li bajarê Agiriyê bêkarî pirsgirêka herî mezin e. Mixabin li welatê me ciwan û jinên me karek ku bikin nîne, hemû bi birçîbûnê re rûbirû mane. Îqtidar li ser birçîbûna me siyasetê dike. Lê belê em ê jî tu carî destûr nedin vê birçîbûn û xizaniyê."