'Ji ber zema dewlet dike em nikarin îdara xwe bikin' 2021-10-08 09:02:47     Medya Uren   MÊRDÎN - Jinên li Gundê Zonê yê Mêrdînê yên ji bo debara xwe bikin gwîzan diçînin û çandiniyê dikin dibêjin ew gundî têra xwe hene, lê ji ber zema dewlet dike, qeyrana aborî ew di nava tengasiyê de ne, her wiha nikarin îdara xwe bikin.   Jinên li gundê Mêrdînê dijîn ji bo debara xwe bikin bi karê çandiniyê mijûl dibin. Amadekariyên zivistanê dikin û hinek ji wan jî ji bo debara xwe berhemên girtine difiroşin. Herçiqasî gundî bi ked û zehmetiyên xwe dahatekê bi dest dixin jî di bin bandora qeyrana aboriyê de, dimînin. Jinên li Gundê Zonê yê Mêrdînê jî pirsgirêkên xwe yên ji ber qeyrana aboriyê parve kirin.   'Ji ber zema dewlet dike em nikarin îdara xwe bikin'   Hayriye Yilmaz a ku li Gundê Zonê yê girêdayî Mêrdînê dijî bi dar û fêkiyên ku li ber mala xwe çandiye debara xwe ya rojane ya malê dike. Gwîz, fêkî, sebze û şênkayiya cur bi cur di hewşa xwe de diçîne. Li gel çandiniyê di heman demê de jî sewalan jî xwedî dike. Hayriyeyê wiha behsa roja xwe dike:"Em ji sibehê ber baxçe û sewalan dikevin. Em berhemên xweş jî jê digirin. Îsal hinek ji ber barana kêm fêkî û gwîz zêde negirtine. Lê cardin jî têra me malê dike. Gelek malbatên ku van tiştên çandine difiroşin zehmetiyê jî dibînin. Ji ber ku berhemekî zêde bi dest nexistine ku bifiroşin. Em çiqas nefiroşin jî em jî zehmetiyê dibînin. Ger zemên ku dewlet li ser me zêde dike neban me yê bikariba cardin debara xwe bikira. Lê mixabin ew zam pişta me dişikîne. Ji ber zema dewlet dike em nikarin îdara xwe bikin."   'Qeyrana aboriyê gelekî bandorê li me dike'   Edlê Oral jî bi firotina gwîzan debara xwe dike. Edlê wiha qala gwîzên îsal dike:"Em gwîzan hem difroşin hem dikin basdîq û benî. Salên ku pê ve zêde bin em diweşînin û difroşin. Lê belê îsal gelek kêm in. Têr nake ku em bifiroşin. Gelek gundiyên ku bi van tiştan debara xwe dikin zirarek mezin dîtin. Bi taybetî qeyrana aboriyê gelekî bandorê li me dike. Di aliyê debarê de em jî dikevin nava tengasiyên mezin."