Di meha îlonê de 18 karkerên jin jiyana xwe ji dest dan 2021-10-06 13:04:26   STENBOL - Di rapora Meclîsa ÎSÎG'ê ya meha îlonê de hat diyar kirin ku herî kêm 175 karker jiyana xwe ji dest dane û di nav de jî 18 karkerên jin hene.    Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG), rapora xwe ya kuştinên kar ên meha îlonê weşand. Li gorî raporê, di heman îlonê de, herî kêm 175 karkeran jiyana xwe ji dest dane. Di raporê de, hat diyarkirin ku di 9 mehên salê de, herî kêm hezar û 674 karkeran jiyana xwe ji dest dane. Di raporê de, hat destnîşan kirin ku ji 153 karkerên ku di meha îlonê jiyana xwe ji dest dane, mûçegir in û 22 jê bixwe dixebitin.    Di dewama raporê de wiha hat gotin: “Karkerên ku di kuştinên kar de jiyana xwe ji dest dan, 18 jê karkerên jin in û 157 jê karkerên mêr in. Piraniya van jinan di karên weke çandinî, bazirganî, perwerde, bur û nexweşxaneyê de jiyana xwe ji dest dan. Di meha Îlonê de 5 karkerên penaber jî jiyana xwe ji dest dan. Ev her 5 karker jî karkerên zarok bûn.”     Di raporê de, hat bibîrxistin ku herî zêde mirina karkeran li Stenbolê çêbûye û wiha têkildarî vê yekê ev agahî hat dayîn: “13 li Stenbolê, 11 li Kocaeliyê, her yek 10 li Rihayê û Tekîrdagê, 9 li Bursayê, her yek 8 li Antalya û Îzmîrê, 7 li Enqerê, her yek 5 li Edene û Çorûmê, her yek 4 li Hatayê, Karabuk, Qeyserî, Konya, Mêrsîn, Sakarya û Samsunê, li Bîlecîk, Amed, Mugla û Trabzon, li Agiriyê, Denîzlî, Duzce, Eskîşehîr, Dîlok, Kirikkale, Manîsa û Mardinê, her yek 1 mirin li Semsûrê, Afyon, Aksaray, Artvin, Aydin, Balikesîr, Bartin, Çewlig, Edîrne, Xarpêt, Erzirom, Giresun, Gumuşhane, Isparta, Karaman, Kastamonu, Kirklareli, Kilis, Kutahya, Meletî, Ordu, Osmaniye, Sêrt, Sinop, Uşak, Zonguldak, Almanya û Kirgizistanê pêk hatin.”