Esnaf, xebatkar û muşterî bêzar bûne: Em nikarin debara xwe bikin 2021-10-03 09:06:41     WAN - Li Wanê ji ber zema ji bo ceyran, gaz û alavên jiyanî tên kirin, esnaf, xebatkar û muşterî bêzar bûne.  Esnaf, muşterî û karkeran bertek nîzanê rewşê dan û diyar kirin ku ew êdî nikarin debara xwe bikin.   Li Tirkiyeyê krîza aborî her diçe giran dibe û ev tişt bandorê li welatiyan dike. Welatiyên ku êdî nikarin debara xwe ya rojane bikin bertek nîşanî polîtîkayên aborî yên hikûmetê dan. Şeniyên Wanê bertek nîşanî polîtîkayên aboriyê dan û gotin "Êdî nikarin debara xwe bikin."    Bedela 12 saet xebat: 40 TL   Zehra Pulat sibehê saet di 07.00’an de dikana bincilkan vedike û got ev nêzî salekê rojane bi 40 TL dixebite. Zehrayê daxuyakirin ku bi rêk û pêk pere nagirin û wiha got: “Pereyê vir têr nake. Ji ber xwediyê kar  qezenc nake ez jî nakim. Ez li heman bazarê li du dikanan dinêrim. Carnan em tu tiştekî nafroşin.”   ‘Em perîşan bûne nikarin debara xwe bikin’    Zehrayê di berdewamiyê de destnîşan kir ku dikana wan ya bincilkane û sektora ku herî zêde ji zeman bi bandor bûye û wiha dirêjî dayê: “Sala borî zivistanê me tayt bi 15 TL difrot îsal bûye 35 TL. Muşteriyên ku dibînin berhem du kat zêde bûye bertek nîşan dide. Berteka muşteriyan me dide zorê. Niha 5 TL berîka mirovan de tune. Em nikarin debara xwe bikin, em perîşan bûne.”   ‘Tenê li bihayan dinêrim û derbas dibim’   Dîlber Durdur da zanîn ku ji nexweşxanê hatiye û seriyek li bazarê daye û ev tişt bi lêv kir: “Li malê kesekî bi mûçeyê rêk û pêk bixebite tune. Ez tenê li bihayan dinêrim û derbas dibim. Her tişt bihaye. Pereyê min tune. Kurê min girtiye. Ez nikarim biçim cem wî. Pereyê rê tune. Xwedî alîkar be. Ez bêjim çi.”   'Em rojê 10 nanî distînin...'    Gule Aslan (61) destnîşan kir ku ji bo benê goran bigire hatiye bazarê û wiha berdwewam: “Çila ben 8 TL ye. Pereyê min tunebû, min deyn girt. Em 7 nifûsin. Tenê kurê min dixebite. Ji çila berê du cot gore derdiket. Ben ji ber dima.  Koliya hêkan bûye 27 TL, 4 lître run bûye 72 TL. Em rojê 10 nanî digirin. Debara me zehmete.”   ‘Muşterî sedema bihayan me dibînin’   Helîn Teker jî  5 sal in di dikana kozmetîk û bincilkan de dixebite. Helînê anî ziman ku saet di 07.30’an de dikane vedike, paqij dike û berbi nîvro hinek karê wan dibe û wiha dirêjî dayê: “Rojane cîroya me 100 TL ye. Carna em nikarin kirê bidin, em deyn dikin. Îsal krîz gelek giran e. Em nikarin berhem bigirin. Hemû berhem ji ser dolar tên. Her ku dolar bilind dibe bandor li berhem dike. Muşteriyê vê hesab nakin, dibêjin qey em zemê dikin. Di malbatê de ligel min 3 kes dixebitin. Lê têr nake. Em nikarin debara xwe bikin."   'Xezîne vala kirine, ji xizanan digirin û tije dikin'   Hanîfe Guzel ku 13 sal in esnafiyê dike daxuyakirin ku du salên dawî ye gelek ji krîzê bi bandor bûne û wê jî nerazîbûna xwe wiha anî ziman: “Krîza aborî êdî bandor li ser psîkolojiya mirovan dike. Sibehê radibim kêf û coşek dilê min de tune. Tu car  bi hêvî mêze nakim. Hêviya me tune.  Em ê çi bixwin çi qezenc bikin. Em ê van bihayan çawa ji muşteriyan re bêjin. Tiştên berê me komî digirt, niha em nikarin bigirin. Ji sedî 50 zem heye. Ji xurek bigirin heta gazê. Bi roj tevî ez ne li malê me jî  fatura ceyranê zêde tê. Ji ber zema gazê ez du kat didim.Tevî bikar naynim jî bacê didim. Aboriya Tirkiyeyê têk çûye. Her tiştî biha dikin û xezîneya xwe kom dike. Xezîne vala kirine. Ji xizanan digirin û tije dikin. Di pandemiyê de 3 hezar kredî dan, ez hîna faîza wê didim. Ez bi karê emlaqê re jî mijûl dibim. Ji ber zema kirê, ofîsa min ji bo emlaqê girtibû, neçar mam bigirim.”