Jinên Suryanî bi awayekî hevpar dixebitin 2021-10-03 09:02:16     Medya Uren   MÊRDÎN - Jinên Suryanî bi awayekî hevpar fisteqên dêrê kom dikin û ji bo dêrê û xwendevanên ku lê perwerdeyê dibînin xerç dikin. Nesmî Akgulum û Febro Acar dibêje zehmetiya komkirina fisteqan bi keda hevpar sivik dibe û ew bi kêf karê xwe dikin.   Jinên Suryanî ji bo jiyaneke hevpar dibin nimûne. Li Gundê Axê yê girêdayî navçeya Mîdyada Mêrdînê ye jinên Suryanî yên gund ji bo debara dêrê û xwendevanên li wir perwerdeyê dibînin fisteqên çandine kom dikin û difroşin.   Gundê Suryaniyan ê bi navê Axê yê girêdayî navçeya Mîdyada Mêrdînê ye xwedî dîrok û çêkeriyeke balkêş e. Her wiha Dêra Dayika Meryem di nav de cih digire. Di herêmê de taybetmendiya vê dêrê jî ew e ku tê gotin li herêmê yekem e. Dêra ku her sal bi hezaran geştiyaran pêşwazî dike di heman demê de jî bi awayekî çalak dibe navenda xebatê. Suryanî hîna perwerdeyên xwe û îbadeta xwe di vir de dikin. Ji bo van pêwîstiyan jî dirav pêwîst dike û Suryanî her sal bi karkeriya xwe mesrefên dêrê pêşwazî dikin.   'Em bi awayekî hevpar dixebitin'   Gelek darên fisteqan li erdê li derdora Dêra Dayika Meryem hatine çandin. Her sal jî di vê demsalê de gundiyên vir li hev dicivin û fisteqan kom dikin. Fisteqên ku bi awayekî hevpar tên komkirin tên firotin û ji bo debara dêrê tê xerçkirin. Nesmî Akgulum a ku ji Ewropayê hatiye serdana gund wiha dibêje:"Îro roja komkirina fisteqan e. Em jî ji bo komkirina fisteqan li hev kom bûne û bi awayekî hevpar fisteqên dêrê diçinin. Piştî me kom kir jî em ê bibin bifiroşin. Ev kar ji aliyê hemû Suryaniyan ve bi awayekî dildarî pêk tê."   'Baş e ku rastî vê rojê hatim'   Nesmîyê bal kişand ser komkujiya Suryaniyan û wih got:"Ez jî ji Ewropayê hatime û baş e ku rastî vê rojê hatim. Bi gundiyên xwe re xêrek mezin dikim. Beriya salan komkujiyeke mezin li ser me hat kirin û em neçar man ku terka welatê xwe bikin. Kombûna me û dayina alîkariya me ya îro ji bo me gelek bi nirx e. Em nirxên xwe û resentiya xwe hîna diparêzin. Ez ji ber vê sedemê jî xwe bi şans hês dikim."   'Em xwedî li nirxên xwe derdikevin'   Febro Acar jî balê dikişîne ser çanda hevpar û wiha berdewam dike:  "Li ser xaka me çanda jiyana bi hev re heye. Ne tenê ol dibe sedema kombûna me. Em weke gelên suryanî, civaka êzidî, gelê kurd û ereb li ser heman erdî ne û di nav hev de dijîn. Ev çanda Mezopotamyayê ya bi milyon salan e didome ye. Weke berdewamiya wê çandê îro jî em di bin sîwana olê de bi awayekî hevpar dixebitin. Em ji bo dahata dêrê jin û mêr kom bûne. Ji her malê 1 an 2 kes hatine vir. Ji serê sibehê heta dereng em di bin tavê de dixebitin. Lewra xebata me ya hevpar wê taba em dikişînin naxe ber çavên me. Em li dijî zehmetiyê kêfxweş dibin. Em bi hev re wext derbas dikin û bi hev re dibin alîkar. Di heman demê de jî em li nirxên xwe xwedî derdikevin."