Yekane qada jinan a Hewengê: Kooperatîfa Çand û Derdorê ya Jinan a Mezopotamyayê 2021-10-02 09:09:42     RIHA - Aygul Kapikayali da zanîn ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên aborîyê ya jinan kooperatîf hatiye avakirin û got:"Gelek jin ji ber derfetên aboriya wan tunebû şîdet didîtin. Ji bo çareseriyê me kooperatîf ava kir. Cihgirtina di hilberînê de, jinê xurt dike."   Li Rihayê bi piştgiriya Komeleya Piştevaniya Jinan a Mala Jiyanê ya Rihayê, Koperatîfa Çand û Derdorê ya Jinan hat ava kirin. Jin ji 2011’ê heta niha bi piştevaniyê dixebitin. Kooperatîf berhemên xwe dişînin gelek deveran û firotina wan dikin. Jinên Hewengê ji bo kooperatîfê li ser piyan bigirin hemû hêza xwe hewl didin. Jin ligel aboriyê, di alî piştevanî û hişmendiyê de jî ji hev re dibin alîkar. Seroka Koperatîfê Aygul Kapikayali der barê armanc û avabûna koperatîfê de axivî û got ew ji bo jinan hene.    'Em li ser fikra ‘em dikarin çawa bibin alîkar’ derketin rê'   Aygulê daxuyakirin ku ji aliyê Komeleya Jinan a Mala Jiyanê ve ji bo piştgiriya jinan kooperatîf hatiye avakirin û got: “Hewcedariya min bi kar hebû. Min serî li komeleyê da. Ji bo çareseriya pirsgirêka aboriya jinan ewil kargeriyek hat avakirin. Piştre koperatîf hat avakirin. Piranî jinan ji ber derfetê aboriya wan tunebû şîdet didîtin. Ez ewil di karê paqijkirina îsotê de xebitîm. Salek şûnde bûm hevkara koperatîfê. 3 sal şûnde jî bûm seroka koperatîfê. 7 sal in seroka kooperatîfê me. Em li ser fikra ‘em dikarin çawa bibin alîkarê jinan’ derketin rê. Ewil me li Rihayê xebat meşand. Ji ber kirê biha bûn em çû Hewengê.”   'Yekane qada jinan a li Hewengê'   Aygulê bal kişand ser zehmetiyên dibînin û wiha destnîşan kir :"Em di demên zehmet de hatin gel hev, em li ser piyan man. Me kermes pêk anî, yanî ji bo kooperatîf li ser piyan bimîne me gelek hewl da. Kooperatîf yekane qada jinan a li Hewengê ye. Hinek jin dildarî tên dixebitin. Em destên xwe didin hev. Em hev xurt dikin. Me diyaloga xwe tu car qut nekir. Jinên şîdet li wan hatin kirin me şand Mala Jiyanê ya Jinan. Em hewl didin pirsgirêkan çareser bikin."   'Berhem ji bo bajarên din tên şandin'   Aygulê bi lêv kir ku berheman dişînin bajarên din û carna tevlî fuaran dibin û got:"5 sal in em berhemên xwe dişînin koperatîfa şaredariya Ovacik a Dêrsîmê, Koperatîfa Ataşehîr a Stenbolê, koperatîfa Bogazîçî û bazara Kadikoy a şaredariya bajarê mezin a Stenbole. Li wir tên firotin. Di heman demê de em jî berhemên xwe difroşin. Me qet ji dewletê piştgirî negirt. Me hewldana xwe xwe meşand."   'Ji ber nav gotinên nîjadperest hatin kirin'   Aygulê her wiha  daxuyakirin ku ji ber navê kooperatîfa wan di fuaran de gotinên nîjadperest li wan hatiye kirin û wiha  dirêjî da axaftina xwe: "Di mîhrîcana  ku wezareta bazirganî li Enqereyê pêk anî de, jinekê pirsî ‘hûn ji ku hatine’.  Me got em ji Rihayê hatine. Got çi karê we li vir heye. Di sembola kooperatîfa me de keskesor heye. Gotin çima rengo mengo ye. Şaredariya Dîlokê kovarekê derdixe lê dema navê komeleya me dibihîzin bertek nîşan didin."   'Em dixwazin keda jinan bê dîtin'   Aygulê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Em tenê 5 mehan dixebitin. Zivistanê jin zêde naxebitin. Em nikarin wê demê piştgiriyê bidin jinan. Dema kar tunebe jin li malê xwe dimînin. Divê ji vê mijarê re çareyek bê dîtin. Dikare, atolyeya dirûnê bê avakirin. Ji ber aboriyê em nikarin tiştekî bikin. Lê bila keda jinan bê dîtin. Jin li ser erd bi heqdestekî kêm dixebitin. Keda wan tê binpêkirin."