Jinên li baxçeyên hinaran dixebitin: Em nikarin debara xwe bikin 2021-09-30 09:10:24   Derya Ren    EDENE - Jinên karkerên çandiniyê yên li baxçeyên hinaran dixebitin wiha dibêjin: “Em çi jî bikin keda me nayê dîtin. Em tên baxçe di nav diriyan de dixebitin. Wekê din çareya me tune ye.”   Çukurova ya ku karkerên demsalî yên çandiniyê lê gelek zêde ne, ligel fêkî, marul, kelem, pembû û fistikan, kedkarên demsalî bi mehên payîzê re jî li baxçeyên hinaran dixebitin.   Li bajaroka Dîkîlîtaş a navçeya Ceyhan a Edenê karkerê sibehê saet di 05.00’an de radibin, bi otobusan ji malên lê dimînin tên girtin û dibin baxçeyên hinaran. Karker ji 06.00’an heta 17.00’ê êvarê dixebitin û di nava rojê de tenê carekê nîv saetê ji bo taştê û xwarina nîvro bîhna xwe vedidin. Roja wan 110 TL ye.  Karker daran paqij dikin û hinaran kom dikin.   Jinên  li baxçeyên hinaran dixebitin der barê karê dikin de axivîn.   ‘Em mecbûr in vî karî bikin’   Jina bi navê Hacer Taniç destnîşan kir ku karekî zehmet dikin û neçarin vî karî bikin û got: “Em êvarê jî li malê kar dikin, li zarokan dinêrin. Jin çi bikin jî keda wan nayê dîtin. Keda wan tune tê hesibandin. Lê dîsa jî ez ji bo mala xwe dixebitim. Ez ji Wanê hatim Şirnexê. Piştre hatim vir. Mirov ji axa xwe dur bin gelek zehmet e. Tevî zehmetiyan hewl didim hewcedarê kesî nebim.”   ‘Keda me nayê dîtin’   Sultan Dorak jî diyar kir ku ji ber pirsgirêka debarê li baxçeyê hinaran dixebite û got birîn û paqijkirina daran zehmete û piştî vê dest bi komkirina hinaran dikin. Sultanê di berdewamiyê de wiha got: “Piştî vê em ê biçin karê cuda. Di civakê de her tim pesnê mêran tê dayîn. Lê jin çi jî bikin keda wan nayê dîtin. Rojnameya me kêm e, ligel vê krîz heye, têrî tiştekî nake.”   ‘Em di nav diriyan de dixebitin’   Sabriye Deger jî got ew ji ber çêkirina bendava li gundê wan hatiye çêkirin ji Sêrtê hatine Edenê û wiha dawî lê anî: “Em ji axa xwe bûn. Li aliyê din zehmetiyên li koçberiyê. Her sibeh em zû radibin. Em tên li baxçe, di nav diriyan de dixebitin. Lê karekî din tune ye. Hem li ser erd hem li malê em dixebitin. Sibehê heta êvarê em dixebitin. Em nikarin debara xwe bikin."