Jin di çarçoveya hevdîtina 'Ji Xizaniya Jinê re Na' li Dîlokê ne 2021-09-15 13:54:52     DÎLOK - Meclîsa Jinê ya HDP'ê bi jinên mewîj dineqandin û gwîz dişkenandin hat gel hevdu. Şandeya li pirsgirêkên jinan guhdar kir da zanîn ew ê vê mijarê li meclîsê bînin ziman.    Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan  (HDP) di çarçoveya hevdîtina 'Ji Xizaniya Jinê re Na' li Navçeya Şehîd Kamîl a Dîlokê bi jinên mewîj dineqandin û gwîz dişkenandin hat gel hevdu. Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê  Ayşe Acar Başaran parlamenter Ayşe Surucu û Nûran Îmir, endama Meclîsa Jinê ya HDP'ê Gulcîhan Şimşek, endamên Meclîsa Jinê ya HDP'ê ya Dîlokê beşdarî hevdîtinê bûn.   'Em rojê 30 TL'yî digirin'   Di hevdîtinê de jinan diyar kirin ku ew kîloyek mewîj bi 60 quruşî dineqînin û serê sibehê saet di 06.00'an de dest bi kar dikin û ew rojê encax 30-40 TL'yî dikarin qezenc bikin. Jinan wiha dewam kirin:"Ez ji Rihayê me. Ger pereyê min heba ez ê ne di nava vê gemarê de bama. Lê ez mecbûr im. Hevjînê min jî di febrîqayê de dixebite. Encax hema ev pere têra me dike."Her wiha jineke din a diyar kir ew di 18 saliya xwe de zewiciye wiha got:"Ez bi neqandina mewîjan hewil didim debara xwe bikim. Hevjînê min tundî li min dikir. Piştre ez jê veqetiyam. Piştî mirov bizewice û biqete xwestina tiştekî ya ji malbatê jî zehmet e. Em saet di 07.00'an de dest bi kar dikin. Heta êvarî em tenê 30 TL'yî digirin."   Jinan pirsgirêkên ku dijîn bi şandeya hevdîtin bi wan re kir parve kirin.    'Li her derê xizanî heye'   Ayşe Acar Başaran a li pirsgirêkên jinan guhdar kir da zanîn dewlet bi destên mêr tundiyê dike û wiha got:"Niha qeyrana aboriyê pir kûr e. Em hewil didin dengê jinan bidin bihîstin. Em çûn bajarên cuda yên Kurdistan û Tirkiyeyê. Gelek pirsgirêkên jinan heman e. Li gor dewletê civak di nava aramiyê de ye lê belê tiştên em li kuçeyan li ser erdan û li febrîqan dibînin tenê xizanî ye. "   Ew ê şande piştre li avahiyên partiyê yên Şahinbey û Şehîdkamîl bi jin û rêxistinên civaka sîvîl bê gel hevdu.