Zozan bi esnaftiya xwe cesaretê dide jinan 2021-08-16 09:01:29     Sema Çaglak    AMED - Zozan Fatma Aygoren li Pîranê bi dikana şarkuteriyê debara xwe dike û bandorê li jinên navçeyê dike. Zozan da zanîn ku jin ji hevdû cesaretê digirin û got: "Esnaftî karek bi rîsk e. Cesaret û baweriyeke mezin dixwaze. Gelek jinên ku tên dikanê ji xebata min bi bandor dibin û cesarete digirin. Ev tişt min kêyf xwe dike."   Tevlîbûna jinan a qada aboriyê bi xwe re cudakariyeke erênî tîne û edî jin bi rengê xwe esnaftiyê dikin. Ligel hemû zor û zehmetiyan têkoşîna xwe bi biryarî didin meşandin. Yek ji wan jinan jî Zozan Fatma Aygoren e. Dema ku di nava civakê de mînakên wisa serkeftî derdikevin holê hêze didin derdora xwe jî. Bêtir jin hewl didin ku aboriyeke serbixe bi dest bixin.    Zozan Fatma Aygoren li navçeya Pîrana Amedê dikana şarkuteriyê dide şixulandin û pê debara xwe dike. Zozan Fatma dema pandemî dest pê dike dikana xwe vedike, ligel hemû zehmetiyên vê pêvajoya pandemiyê li ser piyan dimîne.    Zozan di destpêka axaftina xwe de wiha bal dikişîne ser xebata xwe ya destpêke: "Li Pîranê esnafên jin gelek kêm in.  Min jî xwest ez di vê aliyê de xwe pêş bixim û min ev dikan vekir. Bêguman di destpêkê de ez bi zehmetiyan re rûbirû mam. Bi rastî ez qet li derve nexebitibûm heta îro. Jiyana min hertim li mal derbas bibû. Min jî xwest ez tiştek bikim û bikaribim li ser piyên xwe bisekinim. Bi vî awayî ligel piştgiriya malbatê min dest esnaftiyê kir. Li Pîranê dikana şarkuterî ya yekemîn bi saya min hat vekirin. Lewra ji bo min qeyrana aboriyê ne pirsgirêk bû. Di dema pandemiyê de ez jî wekî esnafên din ketim zehmetiyê lê min hêviya xwe tu carî qut nekir. Min hewl da ku ez bi ser kevim."    'Jin dê ji hevdu cesaretê bigirin'   Bi esnaftiyê re jiyana Zozanê gelekî guheriye û Zozan wiha rewşa xwe ya guherînê anî ziman: "Piştî ku min dest bi vê karê kir kelecanek jî bi min re çêbû. Ji ber ku jin tenê bi malê re hatine sînorkirin. Ez li vir gelek wext derbas dikim. Êdî hin zêdetir bi mirovan re têkîlî datînîm. Kesên cuda nas dikim û ew tişt ji bo min gelekî baş e. Dema jin tên li vir danûstandinê dikin ez gelekî kêfxweş dibin û em li vir sohbetan dikin. Hem ji bo min û hem jî ji bo wan jinan xweş dibe. Ji bo xebatê cesaret pêwist e. Çiqas esnafên jin hebin ewqas bandorê li hev bikin û ji hevdu cesaretê bigirin."    ‘Hilbêrîn di xwezaya jinê de heye’   Zozan destnîşan kir ku jin her tim di nav hilbêrînê de ye û got: “Berê jî ez li malê bi karên cuda re eleqedar dibûm. Min xwarin çêdikir û difirot, karê nexşê dikir û difirot, avbacanan çêdikir û difirot. Bi wan karan min debara malê dikir. Lê ez li malê dixwebitim. Jiyana min her tim bi hilbêrînê derbas bû. Jixwe hilbêrîn di xwezaya me jinan de heye.”   ‘Ji bo xebatê cesaret û bawerî...'   Zozan, diyar kir ku divê hemû jin çi ji destê wan bê bikin û hertim rengên xwe nîşan bidin. Zozan wiha dawî li axaftina xwe anî: "Esnaftî karek gelek bi rîsk e. Cesaret û baweriyek mezin dixwaze. Gelek jinên ku tên dikanê ji xebata min bi bandor dibin û cesarete digirin. Her wiha gava esnafek jin dîbînin jî kêfxweş dibin. Divê hemû jin çi ji destê wan bê bikin."