Tevî temenê mezîn neçare bixebite 2021-08-15 09:01:51     AMED - Fatma Yildiz ku ji bo debara xwe bike tezgah vekir û berhemên keda destê xwe difroşe, diyar dike ji ber temenê mezin zehmetiyan dikşîne û got qezenc têr nake lê neçare bixebite.   Ji ber polîtîkayên desthilatdariyê krîza aborî giran bû û welatî êdî nikarin hewcedariyên xwe yên sereke jî pêk bînin. Ji ber krîzê bi dehan kargeh hatin gitin, hinek karsazan ji dawî li karê gelek kesî anîn. Li aliyê din jî keda jinên ku fatura krîzê li wan hatiye birîn, nayê dîtin. Jina bi navê  Fatma Yildiz ya  75 salî ku li Amedê sê sal in ji bo debara xwe bike berhemên xwe li ser tezgaha ku vekiriye difroşe, yek ji jinên ku keda wê nayê dîtinê ye. Tevî temenê pêşketî, zehmet be jî neçare bixebite.   ‘Qezenca min tune’   Fatmayê derbarê mijarê de axivî û da zanîn ku bi qezenca ku ji vir digire nikare debara xwe bike û wiha pê de çû: “Rewşa aborî ya min nebaşe. Kesekî min tune. Ez neçarim bixebitim. Ez alavên ku mirovan çêkirine tînim difroşim. Ez rojane 20-25 TL qezenc dikim. Carna qet tiştek nayê firotin. Ji ber behrem ne yên minin, qezenc jî hemû ne ya mine. Ez sibehê de li virim qet qezenca min tune.”   ‘Destûr nadin em li her derê bifroşin’   Fatmayê daxuyakirin ku ew tenê dijî û ji kesî alîkariyekî naxwaze û wiha berdewam kir: “Nahêlin em li her derê firotinê bikin. Zabite dibêjin qedexeye û me radikin. Em li ber derê mirovan tezgahê vedikin. Ez sibehê 09.00’an de destpê dikim û 17.00’an de diçim malê. Ji ber pandemiyê karê me nebaşin. Sê sal berê me rojane 100 TL qezenc dikin Û niha em nikarin tiştek qezenc bikin.”