'Ji ber polîtikayên hukumetê em nikarin debara xwe bikin' 2021-08-06 14:09:20   MELETÊ - Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran, di çarçoveya hevdîtinên "Ji Xizaniya Jinê re Na" bi jinên li ser erdê tûtinê yên li Meletê hatin gel hevdu. Jinan dan zanîn ew ji ber polîtikayên hukumetê nikarin debara xwe bikin.    Hevdîtinên "Ji Xizaniya Jinê re Na" yên di çarçoveya kampanyaya "Ji bo Jinan Edalet" a bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de hat destpêkirin li Meletê didome. Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê, Berdevka Partiyê Ebru Gunay, parlamenter Semra Guzel, ji Komisyona Kedê Cîgira Hevserokatiya Giştî Şaziye Kose, endamên Meclîsa Jinê, Hevseroka HDP'ê ya Meletê Perihan Yucekaya û Hevberdevka HDK'ê ya serdema berê Îdîl Ugurlu, bi jinên li ser erdê tûtinê ya Navçeya Mihacirê dixebitin hatin gel hevdu.     Jinên kedkar zema baceyê ya hukumetê li tûtînê kir rexne kirin û dan zanîn ew bi qezenca dikin nikarin debara xwe bikin.    'Ji ber  polîtikayên hukumetê em nikarin debara xwe bikin'   Karkera tûtinê Fatma Aydin diyar kir ew ji meha adarê heta meha îlonê xebitiye. Fatmayê got:"Em ji saet 5'ê sibehê heta 11'ê şevê dixebitin. Kes beramberê keda xwe nagirin. Em bi zorê debara xwe dikin. Çêkirina tûtinê zehmet e. Çareseriya mirovan hebe pê mijûl nabe. Lê em neçar in. Sê zarokên me hene. Hukumet dixwaze vê yekê jî ji destên me bigirin. Vê ya jî ji me re nahêlin. Em mecbûr dimînin tûtinê pir bi erzanî bifiroşin. Ji ber  polîtikayên hukumetê em nikarin debara xwe bikin."   'Hemû tiştên derbarê tûtinê de red dikin'   Karkereke tûtinê ya dinê jî da zanîn berhemên nayên firotin di destên wan de dimînin û wiha got:"Em ji Semsûrê ne û em 20 sal in li vir in. Em naxwazin tûtina me di destên me de bimîne. Vê tûtina di destên me de em ê bikaribin bifiroşin gelo ew jî ne diyar e. Dema dewlet kooparatîfekê ava bike em ê bikaribin rehettir tûtina xwe bifiroşin lê belê tiştekî wiha tune ye. Tûtin kirin taybet. Tên li tûtina me dinêrin ew bixwazin digirin lê nexwazin nakirin. Hûn wekî HDP vêya dikin rojev lê belê ew hemû tiştên derbarê tûtinê de red dikin."   Ayşe Acar Başaran a HDP'yî diyar kir wan li pirgirêkên jinan guhdar kirine û ev kirine rapor. Ayşeyê got wekî HDP'ê ew hewil didin pirsgirêkan çareser bikin û got ew di serî de li gel jinê û piştre li gel hemû civakê ne.    Serdanên şandeyê didomin.