Kesên ku keda wan nayê dîtin: Kedkarên demsalî 2021-07-25 09:02:36     Gulîstan Azak   EDENE - Kedkarên demsalî ku li her bajarên diçinê di serî de êrşên nijadperest bi her awayî neheqî li wan tê kirin û keda wan tê xwarin, xebateke di bin şert û mercên zor û zahmet de li wan tê ferzkirin. Kedkara demsalî Elîf Bîngîn a ku li konên kedkaran ê biçûl ku li Edenê ye dimîne diyar kir ku li Tirkiyeyê zahmetiyên mezin kedkarên çandiniyê yên demsalî dibînin.    Li Tirkiyeyê li gel krîza aborî xizaniya jinan jî zêde dibe. Vê pirsgirêkê jî herî zêde kedkarên çandiniyê dibînin. Li gel ku bajarên çandiniyê ne jî ji ber ku qadên çandiniyê nemane her sal ji herêmê bi sedan kedkarên demsalî berê xwe didin bajarên ku çandinî li wan tê kirin. Ev kedkar li bajarên ku diçinê jî di serî de nijadperestî bi gelek pirsgirêkan re rûbirû dimînin û di şert û mercên xirab de xebat li wan tê ferzkirin.    Kedkarên demsalî ku ji Şirnexê hatine edenê ji bo bixebitin jî heman pirsgirêkan dijîn.    'Kedkarên çandiniyê zahmetiyan dibînin'   JI bi sedan kedkarên ku ketine rê yek jê jî Elîf Bîngîn (26)  pirsgirêkên ku dijîn vegotin. Elîfê diyar kir ku wê ji 10 saliya xwe de dest bi xebatê kiriye û heta cihê ku biçinê jî wê gelek pirsgirêkan bijîn. Elîfê wiha berdewma kir, "Li Tirkiyeyê herî zêde karkerên demsalî zahmetiyan dibînin. Em serê sibehê zû radibin heta ku tarî dikeve erdê dixebitin. Em dibin germa zêde a havînê de dixebitin. Em havînê ji ber germê û zivistanê jî ji ber sermê li nav zeviyan gelek zahmetî dikişînin. Konên me jî konên herî xirabin. Em li cihên bê tendirust dimînin. Me dixwest ku ji kedkarên demsalî re jî xanî bên çêkirin. Em kincên xwe bi destên xwe dişon."   'Em heqê keda xwe jî nagirin'   Elîfê diyar kir ku ew heqê keda xwe nagirin û got, "Bavê min berî bi salan jiyana xwe ji dest da. Ez li gel dayik û birayê xwe dimînim. Niha tenê ez dixebitim. Cihê me îmkanên kar tune ne. Ger ku li bajarê me îmkanên xebatê hebûna em nedihatin vêderê.  Em ji ber pirsgirêka debarê tên. Bi heqdesteke kêm em hewl didin faturayên ku her roj zem dibin bidin. Rojane em 80 TL digirin. Tenekeya dohnê xwarinê di bin sedî re tune ye. Em ji ber buhabûnê nikarin debara xwe bikin. Em ji sibe heta êvarê dixbitin bi pereyê digirin dikarin çend lib zeyetûn bistînin. Em nikarin pêdivyên xwe pêk bînin."   'Barê jinê girantir e'   Elîfê diyar kir ku barê jinê yê kar girantir e û wiha dawî li axaftina xwe anî, "Tu diçî malê jî dixebitî. Zahmetiya herî mezin jî jin di vî warî de dikişînin.  Hemû bar li ser pişta me jina ye. Civakê ev bar daye ser milên jinan mixabin."