Meclîsa Jinan a HDP’ê li dijî xizaniyê têkoşînê mezin dike 2021-07-17 09:02:25     Sena Dolar   STENBOL - Parlametnera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum der barê lingê kampanyaya ‘ji xizaniya jinê re na’ ya Marmarayê de axivî û da zanîn ku hedefa wan ev e ku zemînek rêxistinê ava bikin û got: “Divê xeyala jiyeneke nû ya ku xizaniya jinê ji holê radike bê hûnandin. Em jin dikarin vê bikin.”   Meclîsa Jinan a HDP’ê starta  lingê duyem a kampanyaya ‘ji xizaniya jinê re na’ di 5’ê Nîsanê de li Stenbolê da. Li herêma Marmarayê li Bursayê meclîsa jinan bi karkerên tekstîl û çandiniyê re hatin gel hev û li Kocaeliyê jî  bi jinên kedkarên malê, bi muzîsyenên jin re hatin gel hev.   Kampanya sê meh in didome û li gelek herêman xebat didomin. Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum der barê kampanyayê de ji ajansa me re axivî û da zanîn ku bi kampanyayê hedefa wan ev e ku xizaniya jinê bê dîtin û zemîna rêxistina jinê ya ku jiyaneke nû ava dike, hedef dikin.   ‘Jin bi mantika koletiyê tên xebitandin’   Zuleyhayê diyar kir ku jin di pêvajoya pandemiyê de bi neheqiyê rû bi rû mane û wiha berdewam kir: “Di pêvajoya pandemiyê de destdirêjî û tundiya li dijî jinê zêde bûn. Jin li kargeriyan wek kole tên xebitandin. Di hevdîtinan de jinan gotin ku bi tehdîdên ji karavêtinê re tên rû hev. Bi xala Kod-29 jinên karker ji kar hatin avêtin. Dema bi vê kodê ji kar bê avêtin tu maf jî namîne. Jin bi xizaniyek cidî re tên rû hev. Yek ji tiştê herî zêde di hevdîtinan de derket holê xebata li malê bû. Karsazan hewcedarî hemû li ser jinan bar kirin.”   ‘Em ê xizaniya jinê bidin nîşandan’   Zuleyhayê her wiha bi lêv kir ku bi jinên ji gelek aliyan re hatine gel hev û ew di qada xebatê de ziyaret kirine û wiha dirêjî dayê:"Jin di sektorên cuda de dixebitin lê li her derê serdestiya mêr heye. Li her derê jin bi heqdestên kêm tên xebitandin. Her cureyê zextê li ser jina ye. Bi kampanyayê hedefa me ev e ku em xizaniya jinê bidin nîşandan. Em pirsgirêkên jinan pir zêde tînin rojevê."   ‘Divê piştevanî bê hûnandin’   Zuleyhayê her wiha di berdewamiya axaftina xwe de wiha vegot: “Ji bo çareseriya pirsgirêkan du nokteyên esas hene. Yek rêxistinbûna jinê ya duyem divê destilatdarî bikeve nava tevgerê. Bêyî têkoşîna hevpar mixabin çareserî ne pêkan e. Ya duyem divê zor li desthilatdariyê bê kirin.  Gelo ev pêkan e? Em vê rêbazê diceribînin. Ji ber havîn e li hinek herêman kampanya bi lez nayê meşandin. Lê payîzê em ê lez bidinê. Em ê kampanyayê berfireh bikin. Me li Marmarayê li Bursa, Kocaelî û Stenbolê serdan pêk anîn. Em li Stenbolê bi jinên muzîsyen re hatin gel hev. Qad qadek zehmet e. Ne diyar e ku beramberê keda xwe digirin an na. Garantiya karê wan tune, qeyda sîgorteyê tune. Gelek pirsgirêkan dijîn. Li Bursayê em bi bi karkerên tekstîlê re hatin gel hev. Şertên xebata wan pir zehmet e. Li Bursayê em bi jinên karkerên çandiniyê re jî hatin gel hev. Ji ber xebatê koç kirine û ji ber vê jî pirsgirêkên cidî dijîn. Di konan de pirsgirêkên tenduristiyê dijîn. Derfetên veguhestinê pir xerab in. Em ê xizaniya jinan bi jiyana nû ji holê rabikin. Hedefa me bingeheke bi rêxistin a jinan e.”