Narîn Guray: Divê jin ji heza xwe haydar be 2021-07-11 09:04:07     Sema Çaglak   DÊRSIM - Narîn Guray, serê sibê şiyar dibe û diçe sewalên xwe xwedî dike, piştre berê xwe dide baxçeyên xwe yên sebzeyan û herî dawiyê jî ber bi mala xwe ve diçe. Li gorî Narînê karê ku jin dike zehmet e û got: "Heke jinek bixwaze dikare bi ser keve. Tenê divê ji hêza xwe haydar be. Bikare ku vîna xwe ya azad ji qalîbên civakê rizgar bike."   Dêrsima ku bi nebatên xwe jî tê nasîn bi xwezaya xwe mirovan mest dike. Xwezaya wê ku di her demsalê de xwedî bedewiyeke cuda ye, bihar û havînê bi nebat, gul û kulîlkên rengin dixemile. Piraniya welatiyên Dêrsimê debara xwe bi çandinî û sewalkariyê dikin. Yek ji wan jî Narîn Guray e. Narîn 33 salî ye li navçeya Kayaci ya Dêrsimê dijî. Narîn dibêje divê jin ji hêza xwe bi bawer be û bikaribe ser piyê xwe bisekine.   ‘Zehmetiya karê ku em dikin gelek in'   Narîna ku ew 15 sal in bi karên çandiniyê re mijûl dibe 4 salên dawilê jî tenê bi karê baxçeyê re mijûl dibe. Narîn wiha nêrînê xwe anî ziman: "Şêniyên li vir dijîn bi çandina genim û cehê debara xwe dike. Di vê warê de erdê Dêrsimê bi bereket e. Me par nîsk çandibû lê mixabin îsal ji ber barana kêm nîstên me şîn nebûn. Ez niha tenê bi karên baxçeyê re eleqedar dibim û pê debara xwe dikim. Ez fasûlî, xiyar, firîngî, ecûr, îsot, rihan, ceh, lazut, pîvaz û gelek cûreyên sebzeyan diçînim. Zehmetiya wê gelek in. Jixwe tu tişt bi hêsan nîne. Îsal hişkesalî heye û bandoreke neyînî li me kir. Ava me qût dikin. Em ji ber vê jî gelek pirsgirêkan re em rûbirû dimînin."   Qeyrana aborî û hişkesalî bi bandor e   Narîn destnîşan kir ku karê ku dikin zehmet e lê beranberê keda xwe jî nagirin û wiha bi lêv kir: "Gundên ku diyarkirî hene û dizanin ez bi baxçeyan re mijûl dibim, sparîş didin min. Min wisa dest bi kar kir. Bi qasî ku ji destê min te ez wan dixim tûran û bi erebeyê digerînim ku bifiroşim. Lê di heman demê de jî li navenda Dêrsîmê jî li bazarê hilberînên xwe difiroşim. Mixabin ez beranberiya keda xwe nagirim. Gelek zehmet e. Di vê tavê de em aşêfê dikin û lê ji ber qeyrana aborî û qeyrana hişkesaliyê keda me vala diçe.”   Sewalkarî, baxçe û karê malê...   Narîn anî ziman ku ew di heman demê de sewalkariyê jî dike û wiha axivî: “Ez bi keda xwe debara mala xwe dikim. Têra min nake. Her roj tişt buha dibin û ev tişt jî mirovan dixe nav rewşekê tengav. Ez di heman demê de sewalkariyê jî dikim. Çend çêlek û dewarên min hene. Ez şîrê çêlekên xwe difroşim û heke sîparîş hebin jî ez pênîr jî çêdikim û difiroşim. Ez saet 6’an de şiyar dibim, ajalên xwe dibin dibin û tevlî garanê dikim. Piştre derbasê baxçeyê xwe dibim. Piştre berê xwe didim malê û karê malê re mijûl dibim. Heta razanê ez qet nasekînim."   ‘Divê jin xwe ji qalibên civakê rizgar bike’   Narîn destnîşan kir ku divê jin ser piyê xwe bisekînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Barê me giran e. Tu mêr nabêje ku hevjîna min gelek dixebite. Ez her çiqas bixebitim û ked bidim jî hevjînê min bi gotinekî dikare karê min pûç bike. Lê belê li dijî vê yekê ez têdikoşim. Bi rastî jî heke jinek bixwaze dikare bi ser keve. Li gorî min jin ji mêr bi hêztir e. Tenê divê ji hêza xwe haydar be. Bikare ku vîna xwe ya azad ji qalîbên civakê rizgar bike."