Makbûleya ku 50 sal in esnaftiyê dike: Tu carî nebêjin bes e! 2021-07-06 09:04:04   Sema Çaglak   ÊLIH - Makbûle Ugrak a 78 salî û 50 sal in li Êlihê esnaftiyê dike. Makbûleya ku bi karê dirûnê dest bi kar kir niha jî bi hewldan û xebatên xwe tê nasîn. Makbûle wiha dibêje: "Min tu carî negot bes e û hertim min hewil da ku ez li ser piyê xwe bisekinîm."   Yek ji qadekî ku herî zêde li ser nîqaş tê kirin aboriya serbixwe ya jinê ye. Jinan bi salan ji bo mafê xwe ya aboriya serbixwe bigire dest di nav têkoşînê de nin. Bêguman jinên ku esnaftiyê dikin bandorê ser hişmendiya civakê jî dikin. Yek ji wan jinan jî Makbûle Ugrak a 78 salî ye.    Makbûle ev 50 sal in esnaftiyê dike. Makbûleya ku di serî de ji bo gundan dirûnkariyê dikir û pişt re tenê li navenda Êlihê karê xwe domand. Makbûlê yekem jine ku Êlihê estaftiyê dike.    ‘Yekemîn esnafa jin a li Êlihê ez bûm'    Makbûle wiha behsa xwe ya destpêka esnaftiyê kir: "Min di 28 saliya xwe de dest bi kar kir. Di serî de min tenê ji bo niştecihên gund dirûnkariyê dikir. Piştre min dikana cihêzê vekir. Ev tişt ji bo min û ji bo jiyana min tiştek nû bû. Ez û kurê xwe bi hev re li dikanê xebitin. Piştî demekî ez bi tena serê xwe mam. Êdî hemû bar danûstandin li ser milê min ma. Min bi esnafên din re têkilî danî, ji xwe vê demê esnafên jin qet tunebûn. Ez dikarim bêjim ku jina yekem a ku esnaftî kir ez bûm. Lê helbet min gelek zehmetî jî dît. Hem jinbûn û hem jî esnaftî gelekî zehmet bû. Lê belê tevî van yekan ez bi ser ketim. Ji ber ku ez ji hêza xwe bawer bûm."   ‘50 sal derbas bûn û niha jî karê xwe didomînim'    Makbûle diyar kir ku ji bo pêşketinê kedeke mezin daye û got: “Her ku diçû karê min baştir dibû û bi vê awayî min dikana xwe mezin kir. Piştre min dikana bûkaniyê vekir û niha jî cilên bûkaniyê didirûm. Zarokên min jî alikarî min dikir lê piranî ez pê mijûl dibûm. Wê demê jin nedixebitin lê min jî bi sekna xwe nedihişt ku kesek li hemberî karê min bibe asteng. Ez bi ser ketim. 50 sal derbas bû û niha jî ez karê xwe didomînim. Min tu carî negot bes û hertim min hewil da ku li ser piyê xwe bimînim. Min ji karê xwe gelekî hez dikir û bi taybetî ez ji xwebatê hez dikim.”   ‘Êdî hilbêrîna bi keda destê jinê qels bûye’   Makbûle destnîşan kir ku xebata wê ji bo jinên din jî bûye mînak û wiha bi lêv kir: "Di nav 50 salan de gelek tişt guherîn. Jixwe tu tişt wek ewilî namîne. Berê min di rojekê de 3 bûkaniyên zarokan çêdikir. Yên mezinan jî di rojekê de çêdikir. Çêkirina bûkanî kedekê gelek mezin dixwaze. Lê ez gelek dixebitîm. Wekî di xwezayê min de tenê xebat heye min ked dida. Lê bi demê re êdî tiştên berê neman. Gelek tişt êdî amadene. Ev tişt çiqas barê kar sivik bike jî hilbêrîna bi dest pêk tê têk diçe. Em êdî bûkaniyên xwe ji bajarên din sîparîş dikin û tenê difiroşin."   Makbûle, da zanîn ku divê esnafên jin xwe bi bawer bin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Êdî temenê min gelek mezin e, ez wekî berê nikarin bixebitim. Lê li dikanê kar fêrî çend xebatakarên jin dikim. Dirûnkariyê fêr dikim ku dixxwazim jin xwe hewceyî mêran nekin."