Bi petina nanê sêlê debara xwe dike: Dema mirov bixwaze bi ser dikeve 2021-07-01 09:01:43     Sema Çaglak   ÊLIH - Nedret Dun bi petina nanê selê hem kevneşopiya xwe diparêze hem jî debara mala xwe dike. Nedret destnîşan kir ku heke jin bixwaze dikare di her aliyê jiyanê de bi ser keve û ji bo wê jî biryardayîn girîng e.   Jin ji serdemên herî kevnar heta îro bi keda destê xwe civakê birêve dibe. Yek ji wan jî çêkirina nanê sêlê ye ku jin bi pêtina nanê sêlê çand û kevneşopiya xwe zindî dihêlin. Di heman demê de jin bi çand û keda xwe li dijî têgehên zayendperest jî derdikevin û gelek jin ji bo aboriya serbixwe di gelek qadên jiyanê de cihê xwe girin. Yek ji wan jî Nedret Dun a ku 45 salî ye. Nedret bi çêkirina nanê sêlê debara mala xwe dike.     ‘Min dev ji daxwaza xwe berneda’   Nedret 4 sal berê biryar dide ku ew çand û kevneşopiyê bixe debara malê û bi vî awayî li kûçeyêk Êlihê dikanek vedike. Nedret di destpêka axaftina xwe de wiha qala vekirina dikana xwe dike: “Wê demê di destê min de tu kar tune bû. Derfeta me ya aborî jî xirab bû. Hevjinê min jî karek nedikarî bibîne. Rewşa me her ku diçû nebaş dibû. Lewra min jî biryar da ku ez bixebitim. Min nanê sêlê xweş çêdikir û min jê çêkirinê jî hez dikir. Ji ber vê yekê min dest bi vê karê kir. Di destpêkê de helbet nêzîkatiya civakê ya li hemberê xebata min çêbûn. Lê belê min dîsa dev ji daxwaza xwe berneda û hê jî li ser karê xwe me.”   ‘Barê jinan du qat zêdetir e’   Nedret hem ji bo debara malê kar dike, hem jî li malê karê rojane dike û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Ez hêj serê sibehê dest bi rojê dikim û hinek karên malê dikim. Piştre diçim dikanê vedikim. Li dikanê jî heta êvarê dixebitim. Piştî ku diçim malê karên li malê dikim. Ez gelek diwestim lê mecbûr im ku bixebitim. Li malê ji xeynî min kesek naxebite. Hevjinê min li malê rûdinê. Lê ji ber hişmendiya civakê mêr xwe di karên malê de berpirs nabîne. Berê jî digotin divê jin nexebite, lê niha jin dixebitin û nêzikatiya li hemberî xebata jinan guheriye."   ‘Bi pandemiyê re karê jinan zehmet bû'   Nedret, diyar kir ku ji ber pandemiyê karê wan gelek xirab bûye û wiha got: “Beriya pandemiyê karê min baş diçû lê bi pandemiyê min zirareke mezin kir û niha hê jî sererast nebûye. Jixwe jin kêm dikaribin bixebitin. Bi pandemî û qeyrana aborî re bêtir karê jinê zehmet bû. Gelek esnafên jin berê xwe dan malê. Ji bo xebata jinan divê bêtir piştgirî bê dayîn."   ‘Dem serdema jinê ye'   Nedret, di dawiya axaftina xwe de wiha bal kişand ser têkoşîna jinan û wiha axivî: "Êdî gelek jin ji heqê xwe dikarin derkevin û heke bixwazin dikarin bi her awayî bi ser kevin. Ez dixwazim hejmara esnafên jin zêde bibin. Divê jin hewceyî tu kesî nebin. Ji bo jinê tenê wêrektî hewceye. Êdî dem serdema jinê ye. Bila jin xwe bindest nekin. Heke di vê serdemê de jin li ser piyên xwe nesekine wê têk biçe. Çi dibe bila bibe divê jin bikaribe serbikeve.”