Jinên Barmanê: Tevî êrişan em çand û xwezaya xwe diparêzin 2021-06-30 09:01:11     Medya Uren   MÊRDÎN - Gundê Barmanê yê girêdayî navçeya Stewrê ye bi av û şênkaya xwe bi nav û deng e. Lê keda jinê û xwezayîbûna wê gund xweştir dike. Jinên Barmanê dibêjin berê ew bêhtir bi hev re û bi xwezayê re dijiyan lê piştî êrişên 93’yan ên li ser gundan şûnde rewş hat guhertin. Jin dibêjin tevî êrişan jî ew hewil didin çanda xwe û zimanê xwe li vir biparêzin.   Barman, gundekî girêdayî navçeya Stewrê ya Mêrdînê ye. Ew weke qada şîn a Stewrê jî tê zanîn. Şêniyên gund ên niha nêzî 802 kesî ne. Debara xwe bi ajalvanî û çandiniyê dikin. Bi taybet di vî warî de xwedî dewlemendiyek mezin e. Lê belê bi êrişên dewleta tirk ên di salên 1993’yan de gund tê şewitandin û gundî neçarî koçberiyê tên kirin. Zêdetirî gundiyan koçî Mêrdînê yan jî metropolan kirin. Gund ji nû de bi destên jinan hat avakirin û rengê xwe ji jinê digire. Jinên ji Gundê Barnamê Emîna Saydut, Mehdiye Fîdan û İncîle Erdem qala gund kirin.   'Em berî roj hilê radibin'   Gundê Barmanê xwedî dîmenên xweş û balkêş e. Ev jî bêtir bi destên jinê pêk tê. Serê sibehê jin radibin û dest bi kar dikin. Destpêkê êmê sewalan didên û piştre jî xwe amade dikin. Saet di 05.00'ê sibehê de bi rê dikevin û diçin cihê çandiniyê. Li vir li gorî demsalê çandinî tê kirin. Spêndar, dexil, fistiq, qeresî, tirî û sebze çavkaniya herî sereke ya dahata gundiyan e. Li aliyekî din jî debara xwe bi xwedîkirina ajalan dikin. Emîna Saydut a ku li vir weke hemû gundiyan debara xwe bi ajalvanî û xebata li baxçe û li ser erd dike wiha dibêje:"Em bi şev û roj li ser erdê xwe dixebitin. Em li vir zû radikevin û zû radibin. Em berî roj hilê amade ne û dema me pir bi nirx e."   'Şer, hizûr ji me re nehişt'   Emînayê balê dikişîne ser bandora şer a li ser wan  û wiha dibêje:"Beriya salên 1993’yan em bi bawerî di nava gund û daristanê de digeriyan. Xizanî û tunebûn cardin gelek hebû, lê belê mirovatî û piştgiriya bi hev re zêdetir bû. Tê bîra min em heta derengiya şevê jî di nava daristanên xwe de diman. Me karê avdanê û karê wekî din dikir. Lê belê dewletê êrişên mezin anîn ser gundan û me ji neçarî koç kir. Berê 3 car bi qansî niha şêniyên gund hebûn. Lê bi şer re jiyan li vir nema. Xizaniya ku me didît ber bi asta mirinê ve diçû. Gef, tundî û êrişên ku li ser me dihatin kirin, derûniya zarokan xira dikir. Piştre me ji nû de gundê xwe ava kir. Em niha rih didin gund."   'Me çand û zimanê xwe parast'   Mehdiye Fîdan jî balê dikşîne ser avabûna gund a ji nû de û wiha berdewam dike:"Gundiyên me vegeriyan. Çiqas xizanî jî hebe, lê axa mirov her tiştê mirov e. Bi taybet jî em jin nikarin jê dûr bikevin. Niha li vir em hewil didin wê hizûra xwe cardin ava bikin. Em çanda xwe, zimanê xwe di vir de bêhtir diparêzin. Ji ber ku em tenê mihtacê hev in. Em têdikoşin, nasnameya xwe jî diparêzin. Em zimanê xwe jî diparêzin. Cil û bergên me gelêrî ne. Ev besî me ye. Çiqas êriş hat jî me xwe parast."   'Em bi hev re alîkar in'   Încîle Erdem jî qala kar û xebatên xwe yên dema niha dike û wiha dibêje:"Li gorî gundên din me bêhtir çanda xwe parastiye. Mînaka herî sereke jî girêdana me ya bi xwezayê re ye. Li vir ji lawir û xwezayê tê hezkirin. Ji ber vê yekê jî di navbera me mirovan de jî zêde pirsgirêk rû nadin. Niha em di nav rez de ne û em bi alîkariya bi hev re kedê didin. Li gorî berê bê guman em hatine guhertin ji ber ku şert û merc jî hatine guhertin. Lê em ji bo parastina vê yeke timî bi israr in."   'Em bi şevbihêrkan bêhna xwe didin'   Încîlê da zanîn gund bi destên jinan şîn dibe û wiha dawî li axaftina xwe tîne:"Em gelekî kedê didin. Bi taybetî jî jin kedê didin. Gund bi destên me şîn dibe. Em reng didin. Bi vî rengî em sûdê digirin. Qeresiyên me û sebzeyên me hene. Em penîr û mastê lawiran jî dibin bajêr difiroşin. Bi vî rengî diravek digihêje ber destên me. Jiyan her tim ji me re zor e. Ber bi êvarê ve em sifreyên mezin datînin û gundî li hev kom dibe. Em bi hev re şêvbihêrka xwe dikin. Em westandina xwe bi vî rengî kêm dikin. Stran, heyranok û payîzok bi hev re tên gotin."