Jin bi komkirina kinêran debara xwe dikin 2021-06-29 09:03:27     Medya Uren    MÊRDÎN - Îpek Yilmaz a bi komkirina kinêran debara xwe dike da zanîn ew bi keda destên xwe debara xwe dikin û wiha got:"Em bê navber dixebitin û kedê didin. Dema fersendên wisa dikevin destên me ev jî ji me re dibe temînatek. Ji ber ku mixabin em ji cihekî din piştgiriyê nagirin. Ez  heta êvarê di bin tavê de karê komkirinê dikim û bi keda destên xwe debara xwe û malbata xwe dikim."   Kinêr bi rêya fetrûmê (aşi) vediguhere încaz û qeresiyan. Pêşiyên me ji berê de kinêr wekî derman jî bi kar anîne. Bi taybet jî weke êşbira herî bi hêz dihat zanîn. Lewra bi taybet di 20 salên dawî de ev dewlemendiya dara kinêrê hat zanîn û niha di dermanên tibî de tê bikaranîn. Îtalata wan tê kirin. Welatiyên li vir kinêrê difiroşin welatên biyanî, bi vî rengî debara xwe dikin. Îpek Yilmaz jî yek ji wan jinan e ku bi karê komkirina kinêran mijûl dibe û debara xwe dike. Îpekê ya li Gundê Barmanê dibêje ew jî di gund de bi van daran û çandiniyê debara xwe dikin û dikarin li ser lingê xwe bisekinin.   'Bi keda destên xwe debara xwe dikim'   Îpekê da zanîn ku ew bi keda destên xwe debara xwe û malbata xwe dike û wiha pê de çû:"Em jixwe bê navber dixebitin û ji bo aboriya malbata xwe kedê didin. Dema fersendên wisa dikevin destên me ev jî ji me re dibe temînatek. Ji ber ku mixabin em ji cihekî din piştgiriyê nagirin an jî fersendê nadin me. Ez têm vir heta êvarê di bin tavê de karê komkirinê dikim û bi keda destên xwe debara xwe û malbata xwe dikim. Ev jî min kêfxweş dike."   'Îtalata kinêrê jî tê kirin'   Îpekê di berdewamiya axaftina xwe de li ser bikaranîna dara kinêrê wiha got:"Pêşiyên me kinêr wekî êşbirê jî bi kar dianîn. Ji bo pirsgirêkên made, şekir, serêş û zikêşê dihat bikaranîn. Pîrika min ev weke dimsê jî çêdikir û dida yên nexweş ketine. Yan jî rojê 2 lib dixwarin. Fêkiyeke pir tehl e û êşê dikuje. Welatên biyanî jî dermanê me nas kirine û di dermanên tibî de bi kar tînin. Di çend salên dawî de jî îtalata wê çêdibe. Em diçînin, kom dikin, li ber tavê hişk dikin û difiroşin. Piştre diçe welatê biyanî."   'Pêwist e ev kar zêdetir were kirin'   Îpekê da zanîn jinên kurd di heman demê de di warê çêkirina dermanên xwezayî de jî pispor in û wiha bi dawî kir:"Ne ev tenê, bi sedan cureyên giyayan heye ku li gel me weke derman dihat bikaranîn û niha jî di çêkirina dermanên tibî de tên bikaranîn. Ev kinêr jî niha bi nirx bû. Em kîloyekê bi 25 lîrayê tirkî difiroşin. Ev ji bo me qezencek e. Lê li gor min pêwîst e zêdetir ev kar were kirin."