Di konên ku av û ceyran tune de dijîn 2021-06-09 09:06:00   Gulîstan Azak   DÊRSÎM - Karkerên demsalî yên ji bo xebatê çûn bajroka Perî ya Mezgîrta Dêrsîmê, di şertên pandemiyê de di konên 20 metrekare yên bê av û ceyran de têkoşîna jiyanê didin.   Karkerên demsalî yên ku neçar dimînin di ser kapasîteya xwe re rêwitiyê bikin, di konên bê av û ceyran de, di şertên bê hijyen de 12 saetan tên xebitandin û jiyana xwe di 20 metrekareyî de sînor dikin.   Ji Rihayê tevî ku bajarekî çandiniyê ye û lê çandinî nayê kirin, bi hezaran mirov neçar dimînin karkeriya demsalî bikin û dikevin riya koçberiyê. Li bajarên dixebitin jî nijadperest êrîşî wan dikin û tevî hemû  şert û mercên zehmet dixebitin. Di germahiya havînê de di konên biçûk de, malbatên qelebalix bi cih dibin û ne av ne jî ceyran heye. Ev şert û merc bêguman rê li ber nexweşiyan jî vedikin û nikarin xwe li dijî nexweşiyan biparêzin.   Welatiyên ji Rihayê hatin bajaroka Perî a Mezgîrta Dêrsîmê, di heman şert û mercan de dijîn.   ‘Av û ceyran tune’   Medîne Gozeten (27) der barê pirsgirêkên ku dijîn de axivî û diyar kir ku li Tirkiyeyê yên ku herî zêde rastî binpêkirinan tên karker in û wiha pê de çû: “Cihê em lê xwarinê çêdikin, lê rudinin tenê 20 metrekare ye. Dema baran dibare em gelek zehmetiyan dikşÎnin. Ne ceryan heye ne av.  Gelo ev jiyan e. Karsaz avê bi tankêran tînin. Em bi bîdon û satilan avê dibin kon. Tankêrên avê li hember rê ne. Rê cot şerîde. Wesayît bi lez derbas dibin. Em xetereyê didin ber çavan û avê ji hember rê tînin. Em xwarina xwe jî li ser agir çêdikin.”   ‘Ji bo jinan hîn bêtir zehmet e’   Buşra Çîftçay jî destnîşan kir ku karkeriya demsalî ji bo jinan pir zehmet e û jin bi roj li ser erdan bi şev jî hewcedariyên malbatê pêk tînin û wiha dirêjî dayê: “Li cihên em dixebitin hemû hewcedariyan em tînin cih. Em hem li ser erd hem jî êvarê dixebitin. Xwarin, cil, firaq, zarok. Hemû bar li ser milên me ye. Dayik pir zehmetiyan dikşînin. Pitikên me li ser erdan ji sermayê, ji tavê, ji axê bi bandor dibin. Piranî pitik ji ber vê nexweş dikevin.”   Bajar bi bajar digerin   Nurcan Çîftçay (20) jî bi lêv kir ku bajarê diçinê mehekê lê dimînin û piştre neçar dimînin biçin bajarên din û wiha dawî lê anî: “Li cihekî bi giştî xebat çend mehan didome. Li wir biqede em diçin cihekî din. Mînak di Gulanê de karê kolanê qedya, em hinek çûn komkirina gêlyasan (qeresî) hinek çûn ya mişmişan hinek jî wê biçin findikan. Bi kurtasî malbatên karkerên demsalî 7 mehan di riyan de ne û 4-5 bajaran diguherin. Nîvê qezenca me diçe rê û hewcedariyan. Lê em neçarin biçin.”