'Em xwe digihînin xeyalên gelek jinan' 2021-06-02 09:07:53     Medya Uren   MÊRDÎN - Li kuçeya dîrokî ya Mêrdînê firoşgehek kolektîf a bi navê “Ji Herkesî Serpêhatiyek” dibe wargeha gelek jinên ku xizan in. Jinên ku nikarin debara xwe bikin bi nexşên ku çêdikin li vê firoştgehê pêşkêşî gel dikin. Xwediyê firoşgehê Ceren Yilmaz dibêje:"Min xwest ne ez tenê em tev de sûdê bigirin û niha em xwe digihînin xeyalên gelek jinan."   Jin pêşengên jiyana komînal in. Em li vê rêgeza jiyanê di roja îro de jî di pratika wan de rast tên. Ango Ceren Yilmaz ku beşa Mamostetiya Hiqûqê qedandiye û nehatiye tayînkirin jî xwest dest bide gelek jinan û bi wan re karekî ava bike. Bi vî rengî bû sedema kargehek komînal. Navê firoşgehê weke Firoşgeha Dudu “Ji Herkesî Serpêhatiyek” pênase dikin. Cerenê firoşgeha xwe û xeyalên jinan ji me re vedibêje.   Cerenê yek bi yek berhemên di hundirê firoşgehê de bi me dide naskirin û çîroka wan kesan ji me re dibêje.   Gelek ji wan xwendevan in  û ji bo debara xwe bikin, wêne tînin firoştgehê. Hinek ji wan ji bo li zarokên xwe temaşe bikin, hinek ji wan jî bi bûyerên xemgîn hatine rû hev û neçar in bi rengekî debara xwe bikinin. Lê her yek jî tiştek ê wan ê hevpar heye. Bêderfetî  û bêkarî ew aniye gel hev.   Em ji van çîrokan jî hîn dibin ku her cilek, gerdenî, wêne an jî berhemek wateyek wê heye. Hinek ji wan jî çanda dîrokî ye. Ya herî girîng jî xebatên wan ên komîn e. Çanda xwe û dîroka xwe didin jiyîn.   'Em ê tim li ser lingê xwe rast bisekinin'   Em di serî de Cerenê nas bikin û çi bû sedema vekirina firoşgehek wisa fêr bibin. Ew ji Dêrsimê ye û mamostetiya hiqûqê diqedîne. Piştî qedand jî ew nehat tayînkirin û kete navbera gelek mexdûrên nayên tayînkirin. Wê jî li dijî vê yekê wiha got:"Em ê rexmê we bi her awayî bikaribin li ser lingê xwe rast rawestin" û biryara vekirina firoşgehê da.   'Yên çîrokên wan hene bila werin'   Êdî sekna li ser lingên xwe jî têrî Cerenê nake û dibêje pêwîst e ew û gelek kesên din dest bidin hev. Bi taybet kesên ku serpêhatiyek wan hebe li derdora Cerenê kom dibin. Hêdî hêdî firoşgeh şeklê xwe digire û dibe firoşgehek komîn a di xeyalên Cerenê de. Cerenê wiha firoşgehê bi me dide naskirin: "Di serî de ez dixwazim qala navê wê bikim ku wateya wan xebatana nîşan dide. 'Dudu' hem navê diya min û hem jî navê meta min e. Ew kes jî keda wan li ser min pir heye û çîroka min jî ew in ku ji ber wê yekê me got ên xeyalê wan hebin bila werin. Bi vî rengî min gelek kes nas kir û yên çîrokên wan hebûn, çîrokên xwe li vir pêşkêşî civakê dikin."   'Em xwe digihînin xeyalên gelek jinan'   Cerenê dibêje wê xwest xebatek komîn ava bike û gihişt xeyalên xwe. Cerenê wiha berdewam dike: "Ger mirov yek kes be nikare ger gelek kes bin dikare her barî rake. Ango her tişt bi parvekirinê xweşik dibe. Niha ez firoştgeha xwe parve dikim û keda xwe xweşiktir dikim. Ez xwe digihînim xeyal û serpêhatiya gelek jinan. Her yek ji wan serpêhatiya xwe bi van cil û berg, xelat û xişiran dinexşîne. Her berhemek wateyek wê çîrokek wê heye. Kesên ku van berheman distînin jî dest didin serpêhatiya wan kesan."   'Divê em xwe bi rêxistinê bi hêz bikin'   Cerenê bal kişand ser keda jinê û wiha got:"Dema tu jin bî tu rastî mobîng û gelek cureyê tundiyên kar tê. Hişmendiya mêr jinê di qaliban de teng dihêle. Lewra armanca me ew e ku em ji van qaliban derbikevin û azadiya xwe ya aboriyê biafirînin. Jin ne ew e ku mêr dixwaze bixuliqîne ye. Jin bi hêz e. Ez cudahiyê nakim nava zayendan, em dixwazin wekheviya wan nîşan bidin. Gef û êrişên bi taybet di vê pêvajoyê de li ser jinê jî giran in û divê em bi hev re bibin alîkar. Divê em xwe rêxistin bikin û li gel hev bin. Encax em bi vî awayî bikaribin dîwarên zayendperestiyê bişkînin û xwe bi hêz bikin."