Meclîsa Jinê ya HDP'ê bi jinên cotkar hat gel hevdu 2021-06-01 15:27:48   SEMSÛR - Meclîsa Jinê ya HDP'ê di çarçoveya hevdîtinên "Ji Xizaniya Jinê re Na" de li Semsûrê bi jinên kedkarên cotkariyê re hat gel hevdu. Heyeta li pirsgirêkên jinan guhdar kir daxwazên piştevaniyê kirin.    Heyeta bi pêşengiya Meclîsa HDP'ê ji jinan pêk tê di çarçoveya hevdîtinên beşa sêyem "Ji Xizaniya Jinê re Na" de li Semsûrê hevdîtinên xwe didomîne.  Heyeta Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran, parlamenter Huda Kaya û Aşe Surucu û endama Koordînasyona Navenda Rizgariya Jinê Nûpelda Çelîk, Hevberdevka Lijneya Rêveberiya Herêmî ya HDP'ê Hediye Karaaslan, endamên Meclîsa Jinê û endamên Meclîsa Jinê ya Semsûrê pêk hat li Bulama Semsûrê bi jinên karkeriya tûtinê dikin hat gel hevdu.     'Tûtin di destên me de ma'   Jineke li nav erdê tûtinê de dixebite anî ziman wan erd kirê kirine û wiha got:"Em bi yewmiyeyê dixebitin. Beramberê keda me tune ye. Em saet di 05.00'an de radibin û heta karê me biqede em dixebitin. Saeteke diyar tune ye. Em di hundur du odeyan de ne. Mirovên vir bi tûtinê debara xwe dikin. Tûtina me gelekan di destên me de ma. Gelek kes loma bi yewmiyeya xwe dixebitin."   'Bibin deng û çareserî'   Jina ku behda zehmetiya xebata di nava erdê tûtinê kir wiha got:"Em bi salan e vê pirsgirêkê dibînin. Sermayeya me tune ye. Du zarokên min hene. Ji ber ez têm kar nikarim bi wan eleqeder bibim. Pirsgirêka înternetê heye. Ez dixwazim perwerdeya xwe bidomînim. Di sala yekem a zanîngehê de ez mecbûr mam zanîngehê terk bikim. Ez beşa wêjeyê dixwînim. Pitika min a digirî û perwerdeya min a di nîvî de ma hene. Bibin deng û çareserî."   'Em ê bibin dengê jinan'   Heyeta li pirsgirêkên jinan guhdar kir da zanîn ji bo pirsgirêk bê çareserkirin ew ê têbikoşin. Ayşe Acar Başaran a bi jinan re axivî da zanîn armanca wan ew e ku ew hewil didin xizaniya jinê bi dawî bikin û da zanîn ew ê bibin dengê jinên di nava erdan de dixebitin.    Her wiha heyet dema ji serdanê vegeriya ji aliyê cendermeyê hat sekinandin û ji GBT'ê hatin derbaskirin. Ji ser wesayetan balafirên droneyê derbas bûn û kêşan kirin. Her wiha li du jinên li paldankên pêşiyê yên wesayetê rûniştibûn bi hinceta kemera xwe girê nedane ceza li wan hat birîn.