Jin di her çaxî de bi keda destên xwe aboriyê geş dike 2021-05-28 09:02:40   Medya Uren   MÊRDÎN - Jin bi keda destên xwe hem xwezayê geş dike, hem jî barê qeyrana aborî bi xwe radike. Zeynep, Gulsum û Edla Kartal ên bi keda destên xwe li dijî qeyranê têdikoşin wiha dibêjin:"Em jin dikarin li hemberî hemû zehmetiyan têbikoşin."   Her ku diçe qeyrana aborî, şewba koronoyê dibe sedema pirsgirêkên mezin ên civakê. Niha yek ji mijarên herî girîng jî ev xalan e. Bi hezaran kes bê kar man an jî kargehên xwe girtin. Gelek kesan jî ji ber qeyranê dawî li jiyana xwe anîn. Ev jî bandora herî mezin li jinan dike. Em jî bûn mêvanê jinên kedkar û ji me re qala jiyana xwe û têkoşîna xwe ya li dijî qeyranê kirin.   Di rojên berê de li gundan ji warê debarê jiyan hêsantir bû. Lê belê niha bi qeyrana kûr a aboriyê rewş guhertiye. Mirovên li gundan dijîn gazinên xwe dikin. Zeynep Kartal a 87 salî ya li Gundê Deêmê yê Qosera Mêrdînê dijî balê dikşîne ser rojên berê û wiha dibêje:"Her tişt hatiye guhertin û herkes xwezî li rojên berê tîne. " Belê dema em qala debarê û aboriyê dikin herkes xwezî li rojên berê tîne.   Di gund de gelek jin bi karên cuda re mijûl dibin. Her yek ji wan ji bo dahatekê bi dest bixin hewil didin. Şev jî destên wan vala nabin. Zeynep, Gulsum û Edla Kartal qeyrana dijîn û li hemberî van qeyranan keda jinê ji me re şîrove dikin. Jin her tim, di her çaxî de, bi keda destên xwe xwezayê û aboriyê geş dikin.   'Pir tişt hatine guhertin'   Zeynepê di hundirê xaniyekî mezin de bi bûkên xwe re dijî. Di bin xanî de cihê sewalan û li ber xanî jî cihê çandiniyê heye. Ji ber temenê xwe  û rewşa tendirustiyê di malê de tenê Zeynepê naxebite. Em jê dipirsin niha tu rewşa gel a aborî çawa dibînî û gelo berê çawa bû? Zeynepê jî wiha dest bi axaftinê dike:"Di nava malê de her yek ji me bi kar mijûl e. Ji bo nanekî bixwin bê rawestan weke mêrûyan dixebitin. Bê guman em jî wisa dixebitîn. Dibe karê min zortir bû, lê beramberê keda min hebû. Ez têr dibûm. Ji ber vê sedemê pir tişt hatine guhertin. Em berê karker û xebatkarên xwe bûn. Di nava xwezayê de dayîn û stendinek me hebû. Em pere û berjewendiyê nedifikirîn. Lê di roja îro de her tişt bûye pere. Ji ber wê yek mafê yê din binpê dike û dewlemendiya xwe li ser pişta wan ava dike."   'Jiyan her ku diçe zor dibe’'   Zeynepê çawa debara xwe dikirin wiha vedibêje:"Deêm gundekî kevnar û xwedî dewlemendiyên sererd û binerd e. Lê niha em sûdê ji vê dewlemendiyê nagirin. Ji ber bace, zem, diravê ceyranê, av û wekî din pir bandorê li gundiyan dikin. Her wekî din bi hezaran mesrefên din hene ku her ku roja derbas dibe mirov mecbûr dimîne bêtir xerc bike. Dema rewş wiha bû jiyan ket binê xetereyê."   'Me xwest zarokên me di hêla aboriyê de azad bin'   Em niha jî dibin mêvanê Gulsum û Edla Kartal. Ew du dayikên ciwan in ku ji bo debara xwe ya malê bikin bê navber karê çandiniyê, sewalkarî û malê dikin. Hevjînê her du jinan jî bi karê rojane re mijûl in ku li gorî ew dibêjin piştî qeyranê ew baş naxebitin û kar tune ye. Em di serî de dibin mêvanê Gulsumê. Zeynepê di serî de ji me re behsa ferqa berê û îro kir. Niha jî em li jiyana Gulsumê ya roja îro temaşe bikin. 3 zarokên wê hene û hersê daye xwendin. Her du keçên wê dibistan qedandine û ji ber ku tayîna wan çênebûye karên demsalî dikin. Gulsumê bi xwe jî bi heman karî re mijûl e û di heman demê de sewalkariyê dike. Zeynepê dibêje rewşa me ne tu rewş e ku em bi zorê debara xwe dikin. Me got bila zarokên me jiyanek azad di hêla aboriyê de biborînin lê ew jî çênebû."   'Em barekî mezin hildigirin'   Gulsumê bal kişand ser keda jinê û wiha got:"Min zarokên xwe bi keda destên  xwe dan xwendin. Çi pêwîst be min ji wan kêm nekir. Lê ew jî weke gelek ciwanên gund rexmê xwendinê jî bê kar man. Niha diçin karên demsalî dikin. Ez jî li malê ji şefeqê radibim û heta li min dibe şev. Ez nêzî 6 doniman erd bi tena xwe çêdikim. Zebzeyan diçînim û dema têdigihêjin difiroşim. Ez têm jî bi sewalên xwe re mijûl dibim. Xwarina wan e, dotin e û wekî din jî li wan temaşe dikim. Vê carê bê navber bi karê malê û xwarinê re jî mijûl dibim. Heta şev ev karên me her roj dubare dibin. Lê bi rengekî em hewil didin debara xwe bikin. Tim wisa xuya dike, dibêjin mêr pere tînin malê. Ev demek dirêj e hevalê min naxebite. Lê bixebite jî ger keda min nebe nikare debarê bike û li hemberî qeyranan serî hilde. Em  jin li hemberî qeyranê jî barekî mezin hildigirin ser milê xwe û bi keda xwe wî barî sivik dikin."   'Em rê nadin mezinbûna qeyranê'   Edla Kartal jî da zanîn keda wan car caran ji aliyê mêran ve biçûk tê dîtin û wiha got:"Em jin di her alî de kedeke mezin didin. Car car keda me ji aliyê mêr ve biçûk tê dîtin  lê bi qutkirina alîkariyê re ew ê qeyranê bêhtir hês bikin. Bifikirin di vê pêvajoyê de qeyran bandorek mezin li ser gund kiriye. Mêr tenê vê peywirê hilgire ser milê xwe, debar nabe. Wê nikaribin tena serê xwe ji bin vî barî rabin û dema tenê bimînin wê di bin wî barî de bifetisin. Dema hûn li jiyana me ya rojane binêrin hûn ê bibînin ku li hemberî qeyranê em astengek mezin in. Ji îdarekirina malê heta piştgiriyê em hewil didin rê nedin mezinbûna qeyranê."   'Wê qeyrana kûr a aboriyê fermana me rake'   Edlayê da zanîn jin têkoşîna jiyanê didin û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Ez beriya rojê şiyar dibim. Li gund her jin bi vî rengî ye. Em têkoşîna jiyanê didin. Ji ber ku yên herî ji wan ji qeyranan bandor dibin em in. Ez bi xwe li sewalên mezin temaşe dikim. Çandiniyê dikim û bi şîr û berhemên ji çandiniyê digirim debara xwe û zarokan dikim. Mesrefên malê yên xwarin û zarokan ez digirim ser milê xwe. Bi vî rengî encex em bikarim ji bo pêşerojê tiştekî bifirkin. Lewra  di vê pêvajoyê de ew jî hinek zor e ji ber ku qeyrana aborî ya kûr wê fermana me rake."